Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navdêrkirina rojan di cîhan û Îranê de

10:13 - 6 Gulan 2023

N: Bêhzad Qadirî

Armanca navdêrkirina rojan di cîhanê de

Armanc li navdêrkirina roj û hefteyên taybet di hemû welatên cîhanê de bilind ragirtina nirxan û qahîmkirina pêwendiyên olî, nîştimanî, kultûrî, zanistî, siyasî, aborî û civakî yên civakê ye, bi awayekê ku curek alîkarî û hevpêwendiya di navbera hev takên civakê de pêk bîne. Bo mînak di welatekê de rojek wek roja mamosta an roja xwendekar tê destnîşan kirin, vê yekê dikin hincetek da ku dive de rojê bi şêweyeke taybetîtir rêz li mamostayan an xwandekaran bê giritn û tevî rêzgirtin, hogirî jî dinavbera takên civakê de pêk bînin, bi curekê hemû vê rojê qebûl bikin û xwe bi parek ji vê sîstemên civakî û siyasî bizanin. Şêwaza destnîşankirina wan rojan jî di her welatekê de di welateke din de cuda ye. Bo mînak di Hindustanê de roja 5 Sêptamber wek roja mamosta hatiye dest nîşankirin, ev jî bi sebeba vê ku ev roja salroja jidaykbûna “Sarolî Rakirîşna”, Serkomarê duyem yê Hindê ye. Ev yeka nîşana vê ye ku armanca sîstema siyasî ya Hindê bo destnîşankirina vê rojê qahîmkirina pêwendiyên siyasî yên welat de. Hêjayê baskirinê ye ku di vê rojê de li Hindustanê, xwandekarên hilkeftî li xwandingehan de berpirsayetî û wane gotin bi polên asta xwatir digirin bi stûyê xwe, û bi vî awayî rêz li mamostayên xwe digirin.

lewma di her welatekê de, desthilat dema ku bo her bûyer an mijarekê rojeke taybet diyarî dike, hejmarek faktên taybet û watedar li berçav digirin, da ku pêwendiyên dinavbera vê rojê de û navê de hebe, wate pêwendiyeke watedar hebûna vê hebê ye. Di vê barê de gelek caran navdêrkirina rojan mebesteke siyasî ya taybet pişt wan e; Bo mînka di welatekê de ku berjewendiyên nîştimanî li seray hemû berjewendiyan e, rêkevta jidayîkbûna kesayetiyeke mezin a nîştimanî ku cihê şanaziya tev civakê ye, wek roja mamosta destnîşan tê kirin; Lê, di welatekê de ku desthilateke dîktator birêve dibe, netenê salroja jidayîkbûna kesayrtiyeke nîştimanî ti girîngiyek pê nayê dan, renge salroja jidayîkbûna kesayetiyek siyasî yê ser bi detshilata dîktator ku di civakê de xwediyê ti pêgehekê nine, wek roja mamosta destnîşan dike. ,

Navdêrkirina roja di Îranê de

Herçawan ku min îşare pê kir, navdêrkirina rojan di her welatekê de, cuda ye. Ev mijara di Îranê de jî, bi heman awayî ye û heta gelek cudatir e, çimkû desthilat di Îranê de, bi destê taxmekê ye ku nûneratiya pareke gelek kêm a xelkê dike û ya ku ji bo wan li serweyî hemû mijar û pirsan e, mana sîstema wan e. lewma, di welateke mîna Îranê de hemû mijar û pirsên pêwendîdar bi desthilatê ve, bona man û xizmetkirin bi sîstemê temaşe lê dikin.

Li rojmêra Komara Îslamiya Îranê de, roja 12`ê Banemerê wek roja mamostayan hatiye destnîşankirin. Piştî şoreşa gelan di Îranê de, li sala 1357`an a Rojî de û piştî vê yekê ku taxma Xumenyî, dest bi ser şoreşê de girtin, rêkevta 12`ê Banemera 1358an, Murteza Muteherî ku ser bi taxma Xumeynî bû, ji aliyê girûpeke dijberên Komara Îslamî ve hat kuştin, û ev yeka bû ku ev roja, wate roja kuştina Muteherî bi armanceke siyasî û îdolojîk, weke roja mamosta di Îranê de hatiye diyarî kirin. Axûnd Murteza Muteherî, endamê heyeta mu`itelefeya Îslamî û di îdologên leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê de bû û piştî şoreşa 57`an bo bi serokê Şêwreya Înqlabê.

Komara Îslamî roja jidaykbûna Hz. Elî wek roja bav û zilam li Îranê diyarî kiriye. Herwisa roja jidaykbûna Fatime Zehra, wek roja dayîk û jin li Îranê diyarî kiriye. Di wan her du mînakan de xuya dibe ku navdêrkrina wan rojan mebesteke siyasî û îdolojîk û olî li pişt vê heye.

Bi dirêjahiya hikûmeta Pehlewî û Komara Îslamî, bi hezaran kes ji neteweyên cuda kuştine, ev siyaseta ku ji serdema Riza Mîr Penc ve destpê kiriye, niha jî li koma formên din de heta di şêwayên radîkaltir de berdewam e.

Ev dîtingeha û ev cura siyaseta hertim di berjewerndiyên desthilatê de û bi mebesta parastina nizamê bûye, û hinek caran jî di berjewendiyên neteweya serdest (Fars) bûye. Bo mînak roja 25`ê Banemerê, li Îrrnê wek roja vebîranîna Ferdosî helbestvanê Fars hatiye diyarî kirin, lê li Îranê rojek bo vebîranîna mamosta Qani` helbestvanê Kurd netenê hebûna vê tuneye, belkû siyaseta Komara Îslamî hertim pişt guhxistina helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, kesên mîna maosta Qan`i bûye. Dema ku wisa ye neteweyên di nav çarçoveya Îranê de heta di navdêrkirina rojan di Îrnê de jî bi dûr hatine ragirtin û ev yeka di rastaya siyaseta êrîşa kultûriya desthilatê bo ser neteweyên xeyrî fars bûye.

Emê Kurdistanî li hember vê mijarê de

Niha ku cîhan cîhana dîcîtal û pêwendîgrtinane, piraniya takên civakê bi şêwazên cuda li torên civakî de, mifahê werdigrin û pêwendîgirtin bi cîhana xwazekî re roj li pey rojê zêdetir dibe. Di vê navberê de ez bas li qazanc û zirarên torên civakî nakim, belkû dixwazim îşare bi xaleke pir girîng bikim, ev jî “belavbûna lezgîn a data û zaniyariyan di torên civakî” de ye. Di vê pêwendiyê de, desthilatdar hertim bona berjewendiyên xwe û berfirehkirina îdolojiya xwe di torên civakî de mifah wergirtine.

 Di vê barê de jî niha min bas kir, Komara Îslamî di torên civakî de, gelek kar encam dane. Saybiriyên rejîmê li pişt hejmareke rûpelên ecêb (ku ti carî kes bawer nake ku ser bi Komara Îslamî ne), mejûlî karkirin li ser vê mijarê ne. Bo mînak roja mamosta li Îranê (ku min bas kir çi rojeke û çi armancek li pişt de heye) zeq dikin ku nişkêve tê dîtin, di tevahiya torên civakî de belav bûye. “Çavlêkerî” jî yek ji amûrên alîkarîkirin bi vê hewla rejîmê ye: Ezê Kurd li yekek li wan rûpelan de pîrozbahiya roja mamosta dibînim û bi lez vê babetê berthem tînim, bo mînak roja mamosta li Îranê ye û vê yekê dikim bi hinceke ku pîrozbahiyê bibêjin bi mamostayê xwe!

Lê, roja mamosta li Îranê nikare roj be ku rêzgirtin li mamostayeke Kurd li Rojhilatê Kurdistanê be, çimkî rojeke hikûmî ye (hikûmetek ku di Kurdistanê de dagîrker e) û tenê nûneratiya taximeke civakê dike. Lê, hejmarek Kurd di bin bandora torên civakî û bi sedema çavlêkeriyê bi bê hindê ku şirovek bo vê mijarê û siyaseta pişt vê mijarê hebin, bi vê yekê agehdar bin, dibe amûrek bo berfehbûna zêde a vê îdolojî û siyasetê ku rejîmê darêtiye.

Raste ku em wek Kurd xwediyê tu kiyaneke xwe nin, dewletek an hikûmetek nîve serbixwe jî me tuneye, ev mînaka ku min bas jê kir, (navdêrkirina rojan) bi desthilatê tê kirin da ku berfireh be, herwisa hewcehî bi rojreke wiha hene da ku bo mînak rêz li mamostayên xwe bigirin, lê eger me ti rojek jî nebe nabe bikevin bazineya vê siyasetê ku dagîrker bo me darêtiye. Çima dibe di roja jidayîkbpna Murteza Muteherî ku îdologekî Komara Îslamî bû (rejîmek ku dagirkerê av û axa me ye) pîrozbahî ji mamostyekî Kurd bikin û nasname û cîhanbîniya wî digel Murteza Mutehrî ji erdê heta esman cuda ye?!

Lê, li hember de partiyên Kurdistanî jî di vê barê de hinek kar kirine (herçiqas giştgîtir û fermî nin, lê, her başin û dikarin bingehek bin bo paşerojê ku hikûmeteke Kurdî pêk bê), bo mînak 12`ê Banemerê ji aliyê Yekîtiya Xwandekarên Demokrat ên Kurdistanê ve, wek roja xwandekartên Kurd hatiye diyarîkirin ku hember digel salroja şehîdkirina Îsmaîl Şerîfzade ye.

(Herçend ku bi hizra min baştir wisa bû ku rja jidayîkbûna îslamî Şerîfzade wek roja xwadekar bê diyarî kirin ne roja şehîdbûna wî)

Û ev yeka bi serstî dikare sînûr dinavbera me û wan de dabinên, dikare îşareyek be bo vê ku em jî bibêjim ku em jî hene, ya ku hûn bas jê dikin, bi tenê nûneratiya ve xwe dikin, lê em xwediyê nasnameyeke cuda ne. Ev yeka bixwe rawestan li hember siyasetên koloniyalîstiyên Komara Îslamî ye. Mînakek din: Bila di roja jidayîkbûpna Ferzad Kemanger de pîrozbahiya roja mamostayan li mamostayên Kurd bikin (gelek kes roja bidarvekirina Ferzad Kemanger bi roja mamostayên Kurd binav dikin, bi hizra min baştir evaye ku ev roja bo roja jidayîkbûna wî bê guherîn.

Encam

Wek takek Kurd, divê her dem em hişyar bin, bo mînak di mijareke wek ya han ku min bas kir renge asayî bê dîtin, lê asayî nine û gelek girîng e û dibe hişyar bin. Bi hizra min hemû mijarek bo me yê Kurdistanî di vê rewşa siyasî de divê gelek hûrbîn bin, dagîrkerê Kurdistanê ji hemû warekê ve pêka siyaset û îdolojiya xwe digel me reftarê dikin û eger em di wan waran de zanyarî û şirevekirina me nebe, otomatîk dibin amûrek bo berfrehkirina wan siyasetên ku bo heladina me û dijayetiya digel me û nasnameya me hatiye darêtin.