Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de xelk hejartir û nirx bilindtir bûne

10:21 - 30 Çirriya pêşîn 2025

Navenda Amar a rêjîmê belav kiriye ku enflasiyona xal bi xal a xwarin û vexwarinan li 4 heyvên derbasbûyî de zêdetir ji %64 e û ragihandiye ku ev rewş cihê nigeraniyê ye, ji aliyê din ve endamekî heyeta zanistî ya naveda lêkolînên meclîsa rêjîmê yê bi navê “Hadî Mûsewî Nîk” ragihandiye ku zêdetir ji 26 milyon kes anku %30 xelkê Îranê li jêr hêla hejariya tevav de ne û 4 milyon kes jî li Îranê nikarin xwarina rojaneya xwe dabîn bikin

Navbirî gotiye ku asta rojreşî anku felaket li Îranê %39 e.

Bi wî awayî, tevî hejartirbûna xelkê Îranê û bilindbûna nirxan û zêdebûna bêkarî û teweroma zêd, bûye sedem ku kirîza aborî li Îranê kûrtir û dijwartir bibe û ev rewş rû bi zêdebûn û dijwartirbûnê ve diçe.

 Ev amarên rêjîmê rastiya dijwariya wan qeyranan nadin xuya û amarên serast û nirxa enfilasiyon û asta rojreşî li Îranê gelek ji wan amarên îdiakirî zêdetir e.