N: Kerîm Perwîzî
W: Hesen Mukerem
Tê gotin ku di demên kevnar ên eşîrên navçên Çola Ereban de, ku çanda îslamî jê re dibêje dema “cehaletê”, du eşîrên ereb zêdetirî li 20 salan şerê hev du kirin û bi sedan kes ji hev du kuştin û bi sedan carî agir berdan heyvan, karwan û jiyana hev du! Destpêka şerê bêdawî bi kuştina bizinekê ji eşîrekê ji aliyê xortekî ji eşîreke din ve dest pê kir!
Li gorî vê çîroka kevn a wê demê, jiyana bizinê ji 20 salên jiyana her du eşîran û bi sedan mirovên ku hev du kuştine bi qîmettir bûye! Ev çîroka kom û ramanên ku bi hezaran sal in li quncikên cuda yên cîhanê dijîn û ji bo wan jiyan û rûmeta mirovan ne girîng e, lê bi tiştên sivik ve girêdayî ne ku "mirov" di nîqaşek hêsan a du zarokan de kêmtir dike û wêraniyek li şûna xwe tîne ku bi hezaran mirovî jî ji bo wan nayê çareserkirin!
Di 14ê Hezîranê de li Behra Spî yan jî Medîtrane li beravên Yûnanê gemiyeke masîgiran binav bû û bi sedan kesên tê de jiyana xwe ji dest dan. Li gor gotina berdevkên polîsan, ji sedan kesan tenê termê 80 kesan hatiye dîtin û nêzîkî 100 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.
Di nav amarên qurbaniyan de dibêjin ku nêzî 35 kes ji wan xelkê Rojavayê Kurdistanê bûne û heta niha termê hejmarek ji wan ku hinek xelkê Kobanî ne hatine dîtin.
Li gorî xizmekî wan kesên ku termê wan winda bûne, heta niha termên 34 kesên ji Der'a Sûriyê hatine dîtin!
Kobanî bajarê Rojavayê Kurdistanê bû ku berxwedan û dîroka wê ya nedîtî, yekem car efsaneya hovîtiya DAIŞê anî ser çokan! Der'aş bajarê Sûriyê li herêma ereban bû ku dergehê serhildana Sûriyê bû!
Lê, çîroka bêmerhemetiya siyaset û berjewendiyên navdewletî bû sedem ku lehengên şerê li dijî DAIŞê û deriyê serhildana li dijî rejîma hov li Şamê, bo kar serî li Lîbyayê bidin û ji wir jî jiyana xwe bibînin. Paşeroj li gemiya qederê siwar bû û li beravên Ewropayê xeniqîn û mirin hat pêşwaziya wan!
Ev çîroka koçberiya kujer, binavbûn û fetsîna di kamyonan de û girtina riya mirin û windabûnê, çîroka rojane û mehane ya vê herêma wêrankirî ye û biryara mayîna dîktatoran li paytextên Ewropayê bi wan re tattoş û satûs tê kirin, û mirov bona dîtina ronahiyekê bera xwe didin bi heman paytextî! Ev trajîdiyeke ecêb e ku nivîskar di şiyana wî de nine behs bike ku eger gemî binav bibe û dawîn henaseyên jiyanê bimijî û çav li ronahiyên bajarên Ewropayek be ku di gel celadên desthilatdar di welatê wî de mejûlî tatoş û tastûsê ne, dikarî vê felaketê fêm bikî!
Di gemiya penaberan a 14’ê Hezîranê de, serokwezîrê Yûnanê bi îdiayan got ku, ger kesên di gemiyê de Ewropî bûna, welatên Ewropayê destûr nedidan kesek bimire, ew ê hemûyan rizgar bikirana!
Ev aliyê tal ê rastiyê ye ku mînak li Îtalyayê qewimî û gemiyek ku di tengasiyê de bû hemû hatin rizgarkirin ji ber ku geştyarên Ewropî di wê de bûn. Lê, ev ne aliyê pir tal ê vê heqîqetê ye, û ew tenê beşek ji taliya heqîqetê ye.
Beşa din a pir tal ev e ku tu welatekî Rojhilata Navîn tune ye ku ji bo bi sed hezaran mirovên ku ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve diçin li lêgerîna Hêviya ronahiyê ya ji bo penaberan û ew ê kêfxweş bibin ku serî li we bidin tune ye! Ji wê jî taltir ew e ku ti hikûmetek li herêmê di nava heriyê de asê maye, li ser çarenivîsa van penaberan lêkolînê nake û ti hikûmet jî ji bo rizgarkirina canê van penaberên xeniqî, bi welatên Ewropayê re di têkiliyê de ye!
Beşek ji çîroka tal ev e ku dewletên Ewropî ji yên Rojhilata Navîn zêdetir qîmetê didin bi jiyan û rûmeta Ewropiyan, lê ya tal ew e ku li Rojhilata Navîn tu desthilatdar nirxê nade bi rûmet û jiyana mirovan.
Di rastiyê de tişta ku di vê herêmê de ne girîng e rûmeta mirovan e. Ji ber vê yekê, ti welatek li herêmê xema wan nake ku xwedî li van penaberan derkeve û givaşan li welatên Ewropî bike ji bo rizgarkirina wan, ne jî mafê wan e ku daxwazek wiha bikin ji ber ku ew yekem in. Bersiva van welatên Ewropî dê ew be ku eger tu xema jiyana van mirovan dikî, çima li welatên wan de tu îmkanan ji wan re dabîn nakî ku bijîn, heta ku rêya mirinê negirin berahîka xwe!
Çîroka guhnedana can û rûmeta mirovan ne tenê dema cehaletê ye ku bi sedan kes li ser bizinekê hatin kuştin. Li şûna wê, li Rojhilata Navîn ji hemû demên din ên dîrokê bêhtir bi awayekî hovane û bi dizî bêparkirina rûmeta mirovahiyê tê kirin!
Li vê Rojhilata Navîn lehiya xwînê li ser cudahiyên herî biçûk ên olî, zimanî û çandî tê meşandin û gelên her du aliyên lehiyê ji bo xwînrijandinê çepikan lêdixin.
Di heman demê de, alîgirên padîşahiyê di vê Îrana wêrankirî de bi xwe jî koçber bûne, lê ji bo Spaha Pasdaran ku şandine Kurdistanê, çiya û bajarên Kurdan dişewitîne û zarokan dikuje, çepikan lêdixin!
Di vê navberê de rejîmek ku îdia dike ku mûşekên satelayt û hîpersonîk çêkiriye!! Lê, ew ji gora Jîna, Kyanî Pîrfelek û şehîdên din ên vê şoreşê ditirse û kevirên gorên wan dişkîne!
Tişta ku li Rojhilata Navîn ku bi dîktatorî û faşîzmê ve girêdayî ye, ne girîng e, can û rûmeta mirovan û tenê rêya vê yekê eve ku hizra xwe serdest zanînê jinav bibe û hizr û raman wekheviya mirovan cih bigire;
Nexwe, çarenivîsa bêdawî ya gemiyên binavbûyî yên li beravên Ewropayê û komkujiyên bêdawî yên li Rojhilata Navîn li ser bizin û tiştên biçûk e!