Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di gel jîngeha Kurdistanê

16:15 - 27 Hezîran 2023

N: Nebî Mihemedî

W: Hesen Mukerem

Şerê Komara Îslamî her bi şêwaza xwe bi Kurd û Kurdistanê re berdewam e; Li kolanan li dijî tevgera mafxwazane ya medenî şer dike û çalakvanên kolanan tên gulebarankirin û kuştin.

Li hember tevgera siyasî ya rizgarîxwaziya gelê Kurd, êrîşî partiyên siyasî tê kirin, binkeyên wan bi balafirên bê pîlot û mûşekên dûravêj tên bombebarankirin û çalakvanên wan jî bi komployên cuda tên terorkirin. Girtiyên siyasî yên Kurd rastî cezayên herî giran tên û di nava girtiyên siyasî yên hatine darvekirin de, girtiyên siyasî yên Kurd para şîr distînin.

Rejîma dijî Kurd a Komara Îslamî ya Îranê tevî van hemû dijminatiyan, li hember neteweya mafxwaz a Kurd tîbûna wê neşkestiye û bi pîlanên curbicur şer li dijî jîngeh û rewşa jiyana gelê Kurd daye destpêkirin.

Komara Îslamî ya Îranê ku ji ber siyaseta xwe ya çewt li ser mijara avê, piraniya navçeyên Îranê ber bi ziwabûn, wêrankirin û çolbûnê ve biriye, li Kurdistanê bi pîlanên dijminane yên wekî şewitandina bermahiyan û geşepêdanê bi qaçaxçiya daran û quntaran, bi eşkere piştgirî daye wêrankirina daristanên Kurdistanê. Li gor rapora rêkxistinên jîngehparêziya Kurdistanê, ku zêdetir ji du dehsalan e bi berdewamî û destên wan vala ne erka parastina stûyê wan e, bi hezaran hiktar ji daristanên Îlam, Kirmaşan, Şaho, Hewramebad, Merîwan, Bane, Seqiz, Serdeşt û … hwd, bi zanebûn tên şewitandin.

Çalakvanên jîngehparêz li Kurdistanê di dema behskirina encamên xisarên şewata daristanên Kurdistanê de, di wê baweriyê de ne ku diyardeya şewatan di van daristanan de ne tenê xwezayî ye, belku destê dezgehên ewlekarî yên rejîmê heye, ew jî xwe ji dabînkirina pêdiviyên vemirandina agir ji jîngehê re diparêzin û tu alîkariyekê nadin jîngehparêzan.

Hevdem ligel şewtandina daristan û mêrgên Kurdistanê ku jiyana ajeldarên welatê me bi temamî xistiye metirsiyê de, diyardeya qaçaxçîtî û birîna dar li navçeyên Merîwan, Bane û Serdeştê yên Kurdistanê û Lorî Lorî zêde bûye. “Di rojên derbasbûyî de Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê çendîn wêne derbarê tawaneke din û wêrankirina jîngeha Kurdistanê ji aliyê oportonîst û hevkarên rejîmê ve li gundê Şaswar a ser bi devera Serşiv a Merîwanê belav kirin.

Encumena Kesk a Çiya got ku jîngeh û daristanên Kurdistanê bi giştî û Merîwanê bi taybetî ji aliyê mafyayên derfetxwaz û qaçaxçiyên daristanan ve tên wêrankirin û dezgehên pêwendîdar ên rejîmê ti hewlekê ji bo rêgirtin li vê wêraniyê nadin berahîka xwe.

Çalakvanên jîngehparêz ên Kurdistanê dibêjin, wan çendîn caran gilî û gazinên xwe li ser wan bandên darçêker û qaçaxçiyan li cem dezgeh û navendên pêwendîdar kirine û wan jî bi awayekî eşkere bersiva wan dane ku nikarin rûbirûyê wan bibin. Ji ber vê yekê gumana wan nîne ku ev çete girêdayî saziyên ewlehiyê ne, bi taybetî jî Spaha Pasdaran a rejîmê.

Spaha Pasdaran aterorîst a Komara Îslamî ya Îranê di salên derbasbûyî de ji bo temamkirina siyaseta êrîşkar a vê rejîmê li dijî gelê Kurd û şerê li dijî jîngeha Kurd, dest bi senaryo û komployên curbicur kiriye. Hebûna hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di nav daristanên Kurdistanê de bûye hincetek piropagendeyî ku rejîmê berdewam bo şewitandina quntar û daristanan bi kar tîne.

Bi vê hincetê, di heyama du hefteyên borî de, artêşê bi berdewamî çiyayên Kosalan û Şaho yên li çiyayên Zagrosê topbaran kiriye.

Di encama topbarana berdewam de, bi dehan hektar mêrg û quntarên li her du deverên çiyayî şewitîn û herwisa kunicika vê rewşa nizamî û ewlehî bi zanebûn li deverê de zal kiriye û hatinûçûna xelkê deverê rastî astengiyan kiriye.

Hinceta vê êrîşa nû ya Spaha Pasdaran li ser deverên çiyayî yên Kurdistanê, meşqa leşkerî û îdiaya hebûna Pêşmerge û hêzên dijî rejîmê di nav vê navendê de ye. Her kes dizane ku armanca sereke ya Spaha Pasdaran dijminatiya gel û axê û xisarkirina xweza û jîngeha Kurdistanê ye;

Ev navçe zêdey ji du dehsalan e ku wek navçeyeke parastî hatiye naskirin û li gorî yasayên Encûmena Bilind a Jîngehparêziya Îranê, lidarxistina her manhor û operasyoneke leşkerî li wê deverê qedexe û neqanûnî ye.

Berpirsên Spaha Pasdaran diyar kirin ku armanca sereke ya tetbîqatê vegerandina ewlehiyê ji bo gel û herêmê ye.

Lê, kî nizane ku wêrankirina xwezaya Kurdistanê li pişt armancên leşkerî û ewlekarî ye? Hêzên Komara Îslamî bi xwe ne tenê li Kurdistanê, belkî li Îranê û Rojhilata Navîn jî sedema sereke ya hemû kirîz û nearamiyan in.

Li hember şerê rejîmê li dijî jîngeha Kurdistanê, rêkxistinên jîngehparêzî û çalakên jîngehparêzî li bajarên Kurdistanê, bi dijberiya siyasetên rejîmê û bi hewlên pratîkî bo rêgirtin li şewitandina mêrg û daristanan, erkê xwe yê netewî bi cih anîn. Lê, bi tena serê xwe nikarin li dijî van komployên rejîmê şer bikin.

Lewma, erkê gelê Kurd e ku alîkarî û piştevaniya rêxistin û çalakvanên jîngehparêzî bike û erkê xwe yê nîştimanî bi cih bîne û bi yekdengî li hember şerê qaçaxçiyên daristanan û şerê rejîmê bi jîngeha Kurdistanê re raweste.

***