N: Kerîm Perwîzî
W: Hesen Mukerem
Roja 22`ê Pûşperê, di vê rojê de destê reş yê terorîsima Wilayeta Feqîh, heta Viyanayê paytexa Otrîşê dirêj bûye, li welatê navdar bo çand û kultûr û muzîkê de, li ser maseya bi navê gotûbêjê Dr. Qasimlo yê her tim zindî û hevalê wî yê bi navê Ebdula Qadirî Azer terorkirin û wisa hesab kirin ku bo heritmî li destê Dr. Qasimlo rizgar bûne û neteweya van ji vî rêberê mezin û bi heybet bê par kirine, desthilata Otrîşê jî terorîst bi rêz û hurmetve ber bi Tehranê ve bi parastinek taybet şandin.
Roja 22`ê Pûşperê, pela reş a di nav çavên Komara Îslamî de zindîtirîn belgeya terorîstbûna rejîmekê ye ku nek tev neteweyên Îranê bi barimte girtiye, belkû li rêya terorîsim û barimte girtinê givaşan dixe li ser welatên din jî heya ku mana vê rejîma biyom erê bikin, her weha 22`ê Pûşperê pirseke mezin a Kurdistanê ye ji dewleta Otrîşê ku dibe rojekê bersiv bide.
Di 22ê Pûşpera sala 1368an de biryarderên terorîst ên li Tehranê wisa hesab dikirin ku bi şehîdkirina Dr. Qasimlo, êdî tevî nemana bedena Qasimlo, hizr û raman û rêbaza wî jî winda dibe û bi vî awayî rejîm dikare bi xeyalek rehet berdewamiyê bide bi zordarî û zilmên xwe, êdî ti berbestek li pêşiya wê namîne. Lê, rejîm her çiqas li terorîsmê de serkevtî bûye û kariye bi awayê tirsnok û terorîstî, derbê li baskên netewe û xebata Kurdistanê bixîne, lê di korkirina rêya xebatê de sernekevtî bûye û qonax bi qonax a xebeta neteweya xwe li Îranê û bi taybet neteweya Kurd, berfirehtir û geştir bûye.
Sedema sereke ya bilindbûna xebatê li Kurdistanê, wedigere bo hebûna bingeh û herikîna di nav daxwazkariyên neteweya Kurd de û her weha berdewamiya hizra rêberê mezin yê vê xebatê wate Dr.Qasimlo, wedigere bo zanabûn û rewşenbîrî û gernasiyê ku bi xwîna xwe rê û rêbaza xwe şewqdartir kiriye.
Di 22ê Pûşpera îsal de tevî vebîranîna rêberê şehîd û her weha şehîd Ebdula Qadirî Azer û hemû şehîdên Kurdistanê, awireke kurt didin bi yek ji stûnên hizra Dr. Qasimloyê mezin, ku desra herî girîng û heta hetay ye bo rêwîng û hogirên dibistana wî.
Dr. Qasimloyê her tim zindî di dersên aborî û siyasî yên wî ku li zanîngeha Demokratê bo dewreya bilind a kadroyan de birê ve çû, tevî behskkirin li sîstema cuda ya aborî û her weha şirovekirina aboriya siyasî, dibêje ku, em wekî Partiya Demokrat bo paşeroja welatê xwe yanî Kurdistanê, sîstemekê dixwazin ku li hundirî dadperwerî hebe û ev dadperweriya di sîstema sosyalîstî de cî bi cî dibe, lê em sosyalîsmekê dixwazin ku xelk bikare gotinên xwe behs bikin, endamên partiya me bikarin gotinên xwe bibêjin.
Dibe ku pirs bikin di welatên sosyalîst de xelkê mafê axavtinê tunye? Dr.Qasimlo di bersivê de dibêje, na, xelkê mafê axavtinê tune ye û dibe ku we nedîtibe, lê ez ku dixwazim bizanbim yên ku mafê van tuneye, nabe ku di gel we rastbêj bin.
Çi di dewrên kadroyê yên bilind de û çi di pirtûka navdar a wî de wate Kurte Bas de li ser sosyalîsma demokratîk, û çi di çendîn nivîs û gotarên din de, Dr.Qasimlo heya ku navê sosyalîzmê tîne ser ziman, li şûn de behsa demokrasî û azadî û mafê axavtina xelkê dike û dibêje ku emê Demokrat tevî sosyalîsmê, demokrasiyê jî dixwazin.
Tekeziya Dr.Qasimlo li ser demokrasiyê di piraniya nivîs û şiroveyên wî de diyar dibe û heta di dirûşmên stratîjîk ên Hizbê de jî ku vê demê demokrasî bo Îranê û xwedmuxtarî bo Kurdistanê bû, li ser demokrasiyê tekezî dike û dema ku li ser vê dirûşmê şiroveyan dide, dubare girîngiya demokrasî û azadiyê behs dike.
Cem Dr.Qasimlo azadî, tenê dirûşm nebûye, li tevahiya mijaran de tekeziyê li ser azadiya li rewşên dirûşm û rêçaran der dikeve û nîşana baweriya wî rêberê pirzana ye ku dema behs li azadiyê dike, dibêje, azadî kirametê dide bi mirov û nahêle mirov bibe bi kole.
Lê, ev azadiya cem Dr.Qasimlo çi wateyek heye û li ser çi bingehekê rawesta ye?
Di dîroka hizrkirina mirovan de, behsek kûr û çir û berdewam di navbera alîgirên her du têgehên girîng de hebûye.
“Azadî û wekhevî”
Alîgirên azadiyê wisa hesab dikin ku azadî resentire û wekhevî tişteke pêvekiriye an di hinek hizrên tund de rastir e û her weha wisa dizanîn ku wekhevî tenê rêwiyeke ku dibe bi hincet bo bin pêkirina azadiyê.
Alîgirên wekheviyê jî wisa dizanîn ku wekhevî resene û azadî vehmeke ku sermayedar bo dapoşîna bê îdaletî û zilmkariyên xwe behs dikin.
Di nivîs û şiroveyên Dr.Qasimlo de ku hûr dibî, wekhevî wek cewherekê wisa ye ku dibe di hemû rehend û aliyeke civakê de diyar bibe.
Dr.Qasimlo di wekheviya di navbera mirovan de destpê dike û digihîje bi wekheviya di navbera civakan de.
Di vê navberê de wekhevî bo vê ku vejîn bibe û îstqrar be û zilmkarî li hundirî de nemîne, divê wekhevî di wê de bê çespandin.
Di sîmyaa Demokrat de dema dibêje demokrat li dijî her cure zordestiya mirovî ya bi destê mirov e; Ew di wê baweriyê de ye ku hemû mirov di eslê xwe de wekhev in û divê mafên mirovî yên wekhev ji wan re bê dayîn û her cudahîdanîn û zordestiyek ku kesek ji yê din bilindtir dibîne divê were rakirin.
Di kurtenivîseke li ser sosyalîsma demokratîk de, di analîzeke kurt de û piştre jî di dersên aboriya siyasî de, dibêje ku mirov nikare newekhev bin, komekê li ser komekê cuda bikin û îdiaya azadiya xwe bikin. Tenê eger mafên wan ên mirovî wekhev bin dikarin azadiya xwe bi kar bînin.
Wekheviya di navbera mirovan de ne tenê derfetên aborî, çand, ol û zimanên cuda jî li ber çavan digire û li dijî her bêhurmetiya cudahiyên mirovan e.
Di beşeke girîng a wekheviya mirovan de digihîje bi wekheviya zayendî, bi gotineke din, wekheviya jin û zilam.
Di dersên xwe yên aborîya siyasî de wiha dibêje:
“...Nîvê rûniştiyên welatekî jin in, her ku di nava têkoşînê de, di civakê de beşdar bibin, diyar e ku ji bo me û welat ewqas pêşkevtîtir e.
Niha di warê çandî û siyasî de jin çiqas di rêvebirina welat de beşdar bibin û nêzî zilaman bibin, welat ewqas pêşde diçe. ...
Ji ber vê yekê di her warî de wekheviya wan a tam heye û ev pir girîng e.”
Ew di berdewamiyê de dibêje ku ev yeka weke bernameyeke di hundirî Hizba Demokrat de hatiye pesendkirin û em bi wê yekê şanaziyê dikin, lê ev yeka ji bîr nake vê yekê jî rexne dike ku rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me ye, ji ber ku her çend me ew bername pesend kiriye, lê dema ku mijar tê ser jinên me, dayîk û xwişkên me, dubare heman kevneşopiya berê di hişê me de zindî dibe û em li dijî wê ne!
Li dîtingeha Dr.Qasimlo de, wekheviya jin û zilam, dibe bilî di van tiştên ku sirûşta cudahiya jin û zilam in, di hemû tiştên din de hebe û dibêje ya ku hem bo demokratê girînge û yanî li warê hizr û baweriya me de wisa ye ku jin û zilam wekhev in; Hem ji aliyê pêşkevtina civakê de jî, her tişta ku jin û zilam li wekheviya tam de nêzîktir bin, civak pêşkevîtir e.
Dr.Qasimlo ji wekheviya mirovan encamê distîne û digihêje wekheviya girûpên cuda û di wê baweriyê de ye ku nabe bêhurmetî li ti qadetkê bê kirin û nabe zilm û çewsandin li ser çi qad û texekê di civakê de hebe.
Wekhevî cem Dr.Qasimlo di girûp û texan de derbas bibe digihîje bi neteweyan jî. Cem Dr.Qasimlo tevî mafê sirûştî yê her neteweyekê bo birêveberiya xwe, navbirî wisa hesab dikir ku netewe wekhev in û nabe ti neteweyek li ser neteweyek din de serdest be. Şoyînîsim li hemû reng û hebûn û kincekê de red dike.
Di nivîsekê de ku di sala 1960’î a Rojî de li ser bersiva kesekî bi navê Makan hatiye nivîsandin, behsa wekheviya gelan kiriye û li ser wekhevî û hevterîbbûna gelan de tekezî dike.
Makan ramanwerekî çep û Marksîst bûye, ku mafên Kurdan ji dîtingeha Marksîstî ve dibe jêr pirsyarê û hebûna Kurd û neteweyên din li Îranê wek efsane bi nav dikir. Dr.Qasimlo bersiva Makan dide û bi berfirehî behsa netewebûn û mafên sirûştî yên neteweya Kurd dike, di nav de mafê veqetînê jî dike.
Di beşeh din de bersiva Dr. Qasimlo ji bo Makan wiha ye:
“Rejîma kevneperest a Şah û rejîma emperyalîst tenê bi têkoşîna hevpar a hemû gelên Îranê dikare were rûxandin. Têkoşîna hevpar hewcehî bi naskirina hebûn û yekîtiya mafên hemû gelên Îranê heye.
Ev yeka yekane rêya bidestxistina baweriya neteweyên bindest ên Îranê ye û tekane rêya pêkanîna yekîtiya daxwazên wan yên peywendiyên bihêz di Îraneke azad û demokratîk de ye.
Li vir da, Dr. Qasimlo di gotubêjekê de li ser dirûşma stratîjîk ya hizbê û di çend nivîsên din de, digel ku tekezî li ser faktorên neteweya kurd û mafê sirûştî yê kurdan ku bixwe birêve bibe û biryarê bide, li dîtingeha wekheviyêa di navbera neteweyan de jî behsa mafên wekhev ên kurdan di gel neteweyên din dike û dibêje: Xwe ji farisan bilindtir nabîne û serweriya wan qebûl nake. Em tenê wekheviya di navbera gelan de qebûl dikin. Di deriyê wekheviya di navbera gelan de jî dibêje, divê her miletek bi azadî biryara çarenivîsa xwe bide û ger dixwazin bi hev re bimînin, divê ev yekîtî bi dilxwazî û bi îradeya xwe ya azad be, ne bi zordarî û zorê.
Bi kurtasî wekhevî cem Dr.Qasimlo cewhera mirovbûn û bihevre jiyankirina civakê û vejîne û ev wekheviya bingeheke ku azadî li hundirî de vejîn û bilind dibe. Wisa hesab dike ku eger li cihekê azadî vejîn nebe, bi xatircemî ve wekheviya vê jî tune ye û nabe wekheviyê cewher hebe û azadî xwe nîşan nedabe.
Ji ber wê jî rê û rêbaza Qasimlo hê jî qesra zaliman dihejîne ji ber ku xeyal û vehm û rêwiyên van vala dike û meşaleya rasanê û bingeha ramana şoreşa jiyanê ye!