Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo û mafê neteweyan

10:56 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Silêman Keleşî

Kesayetiya dr. Qasimlo zaf alî û rehendên pirreng li xwe digre. Ew Siyasetmedar, dîplomat, zimanzan û civaknas bû. Ew siyasetvanek realîst bû û siyaset li ser bingeha rastiyê dikir. Hemû kar û şiroveyên wî li ser esasa zanistî û heqîqetê bûn. Yanî ewî eger rastî çend tal ba jî, xwe li bilêv kirina wê venedişart. Lewra jî heta dem derbas dibe, nivîsîn, gotar û şiroveyên wî zêdetir têne ecibandin û kesatiya wî zortir tê hezkirin û nemaze bo endamên partiya wî û neteweya wî bi giştî, bîr û hizrên wî bûne çiraya  rêya xebat û bexwedanê.

Dr. Qasimlo azadî bi mafê xwezayî yê her merivekê dizanî û baverî bi mafê wekhev bo hemû neteweyan hebû. Ew li ser wê baveriyê bû ku dibe her neteweyek bigihîje maf û azadiya xwe û bi xwe qedera xwe diyarî bike. Dr. Qasimlo piştgirî li xebata rizgarîxwazane a neteweyên bindest bi destê wan xwe, bi erk û berpirsiyariya hemû kes û aliyên demokrat û mirovhez dizanî û bi xwe jî ew yeka wek pirensîpeke exlaqî di pratîk de cîbicî dikir. Axirîn gotinên dr. Qasimlo pêş şehîdbûna wî ku têde dawa li dîplomat-terorîstên Îranê dike hikûmeta Îranê mafê neteweyên bindest li Îranê de bi awayeke wekhev bo hemûyan çareser bike, rastiya hizr û xebata dr. Qasimlo bo hemû aliyekê derdixe holê.

 Eger em zor diyarî kirî basa şirove, bîr û ramanên Dr. Qasimlo li ser maf û azadiya neteweyên bindestê Îranê bikin, Ew li ser wê baweriyê bû ku her neteweyek dibe bi xwe qedera xwe diyarî bike. Lê neteweyên bindestê Îranê, li ber ew rewşa xwe ya niha têde, qedera van bi hevre hatiye girêdan û lewra pêdiviye ku mil bi milê hev xebateke yekgirtî bo armanceke hevpar bimeşînin. Liberku çi yek ji van neteweyan bi tena serê xwe nikare xwe rizgar bike, hikumeta navedî hiloşîne û yan jî dagîrkeran neçar bike ku rêz li maf û azadiya wan re bigre. Lewra  Dr. Qasimlo gelek bi eşkere û zelal digot ku dema neteweyek bindest bo mafê xwe yê neteweyî dixebite, dibe bi awayek lojîkî wî karî bike. Baştirîn rê bo hiloşandina hikûmeta navendî û bi dest anîna mafê neteweyên bindest, xebat û têkoşîneke yekgirtî ye di navbera hemû neteweyên bidest yên Îranê û hêzên demokrat û azadîxwez yên seranserî yên Îranê ye. Ber hindê Dr. Qasimlo û hizba wî li dema hatina ser kar ya Hikûmeta komara Îslamî ya Îranêve, hemû hewl û cehda xwe kirin ku xebata gelê Kurd digel xebata neteweyên din yên bindest û hêzên din yên seranserî li Îranê de ku baverî bi mafê neteweyî hene, girê bidin. Lê mixabin heta îro jî ev yeka pêk nehatiye. Delîla here eşkere û berçav ewaye ku heta Îro jî xêncî neteweya Kurd û xelkê Kurdistanê, neteweyên din yên bindest di Îranê de nekarîne xwe rêkxistin bikin û bibin xwediyê hêzên siyasî yên xwedî bandor. Hêvîdarim piştî şoriş û raperîna «Jin Jiyan Azadî» ku xîmê hikûmeta melayan hejand, ew şert û mercên nû alîkar be bo şarkirina wan neteweyên din yên bidestê Îranê.

 Em hêdî hêdî li 34’mîn salûroja terora rêberê mezin û zana, dr. Qasimlo, bi destê terorîstên rejîma komara Îslamî nêzîk dibin. Dixwezim li wê fersendê mifahê werbigrim û wê terora nemirovane dîsan şermezar bikim û her wisa li hember ked û xebata Qasimloyê mezin û zana bo mirovahiyê û her wisa bo rizgariya Kurd Kurdistan, ez serê xwe bi rêz ditewînim. Hêviya min ewaye ku hemû hêvî û armancên Dr. Qasimlo û şehîdên Kurdistanê li demek ne gelek dirêj de, bêne cî û gelê me bigîje azadiya xwe.