Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberekî Jîr û Zana

10:44 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Şehab Xalidî

Roja 22.04.1368 (13.7.1989)'an Dr. Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştî yê PDKÎ û Kak Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî a PDKÎ û Fazil Mihemed Resûl ku Kurdekî Îraqî û dostê PDKÎ bû, di bajarê Viyenê de ketne ber destrêjiya çekên çend kes ji terorîstên Komara Îslamî a Îranê û hatne şehîdkirin. Ew terorîstên ku wekî nûnerên Komara Îslamî a Îranê û bi armanca gengeşekirina li ser pirsa Kurd bi wan re rûniştina hevpar pêk anîbûn.

 Di rastî de ev cinayeta tenê derheq xelkê Kurdistana Îranê û PDKÎ nehatibû kirin, belkî gefeke rasterast jî bû li ser hikûmeta Utrîşê (Nemsayê) û bêhurmetiyeke gelek mezin jî bû li dijî yasa û pirensîpên navneteweyî, çimku terorîstên Komara Îslamî a Îranê bi navê dîplomat ji pasporta dîplomatîk mifah wergirtin û bi vî awayî karîn bêy vê ku çi astengek bikeve ser rêya wan, vê pîlana xwe ya nemirovane bi rê ve bibin.

Danûstandinên bazerganî li navbera Îran û Utrîşê ji aliyekî ve, û bêdeshilatiya neteweya Kurd ji aliyekî din ve bûne sebebê vê yekê ku dad û exlaq, mirovayetî, û demokrasî bibin goriyê qazanc û berjewendiyên hikûmeta Utrîşê. Ji me re jî eyan bû ku demokrasî û mafên mirov heya wî çaxî têne berçavgirtin ku digel qazancên dewletan yek bin. Bi şehîdbûna Dr. Qasimlo, PDKÎ û neteweya Kurd rêberekî gernas û rêzan, tevgera demokratîk û şoreşvanî a welatê me jî kesayetiyekî gelek hêja û pêşeng ji dest dan, lê kesayetiyên wiha mezin û egîd ne tenê di dema jiyanê de mezin in, belku piştî mirinê jî her wisa mezin dimînin, çimku mirovên mezin hekî di dema jiyana xwe de dikarin bandorên kûr û erênî li ser jiyana xelkê danên, bi mirina xwe jî neteweyekê û welatekî dihejînin û bi milyonan mirovan kovandar dikin. Hekî mirina hinek kesan bi bihurîna zeman ji bîra mirov diçe, lê nav û bîra vî rêberê me yê mezin û kiryarên wî ji bîra çi azadîxwazekî/ê naçin. Kul û kesera jidestçûna wî jî bi bihurîna zeman di dilê rêvîngên rêya wî de qet dernakeve.

Dr. Qasimlo di tewahiya jiyana xwe de ji bo xizmetkirina bi gelê xwe xebitî û her di rêya serbilindî û serfiraziya neteweya Kurd de jî canê xwe gorî kir, lewma hewce ye ku bi sedan pirtûk li ser kesayetiya Dr. Qasimlo bêne nivîsandin, bo vê çendê ku xelkê Kurdistanê û nifşên din ên neteweya Kurd pitir kesayetiya wî xweşmêrê dîroka neteweya Kurd nas bikin û rêya xebata Dr. Qasimlo bikne rêya xwe.

Dr. Kemal Mezher (1937-2021) yek ji dostên herî nêzîk ên Dr. Qasimlo dibêje: "Xwazî ku rêvîngên rêya Dr. Qasimlo ew hemû taybetmendiyên Dr. Qasimlo di pirtûkeke serbixwe de weşandiban ku ez xatircem im wê bibe rênîşandereke gelek baş, û ji neteweya Kurd re wê gelekî hewce be".

Herçend ku niha hindek pirtûk li ser jiyan û xebat û tekoşîna wî hatine nivîsîn û gelek ji axaftin û şîret û nivîs û hevpeyvînên wî di çend pirtûkan de hatine komkirin jî, lê dîsan jî riya wî di siyasetê de û dilsojî û cangîrîtiya wî bo neteweya Kurd bo vê hindê dibe ku bi sedan pirtûk ji aliyê kesên şareza û akademîsyen ve bêne nivîsîn, bo vê ku bibe çirayeke geş bo ronahîkirina riya xebata nifşên siberojê. Çimku wî rêberê jîr û zana heya wê demê ku di jiyanê de bû gelek girîngî dida nifşa nû û nifşa siberojê. Dr. Qasimlo derheqê “şehîdbûna heval û hevçeperên xwe li pêxema jiyaneke baştir bo siberoja zarokên me” dibêje:

“Xebata me xebateke berheq e, xebat ji bo azadiya neteweyekê ye, xebat bo pêşeroja zarokan û nifşên dinê ye. Hekî em wekî nifşa niha erkên xwe bi başî encam bidin, emê bikarin hêvîdar bin ku nifşa piştî me şehîd tunebin. Herwisa hekî nifşa rabihurî, an jî nifşên rabihurî bi başî erkên xwe cîbicî kiribana, renge vê nifşa me şehîd tuneban.” Ew şîreta Dr. Qasimlo di vir de bi zelalî nîşanî me dide ku ew çiqas di hizra serbestî û jiyaneke birûmet û azad bo nifşên piştî xwe bûye, û xema wî ew bû ku hekî nifşa niha nirxa azadiyê nedin, nifşên siberojê nikarin jiyaneke aram û ewle hebin.

Ji aliyekî din ve dema ku bi nav azadîxwazên faşîst û dijîkurd li wî rêberê jîr û zana dipirsin ku, gelo ti garantiyek heye ku di siberojê de hûn behsê cudabûnê nekin û Îranê parçe parçe nekin? dibêje wan: “Em li hemberî nifşên siberojê de berpirsiyar nînin”.

Di vir de navbirî hem bi ser nifşa siberojê de biryarê nade, û wan di hilbijartina her diruşmekê de serbest dihêle, û hem jî bi vê bersivê aliyê hemberî xwe bêdeng dike.

Herwiha nivîsîna pirtûka “Kurdistan û Kurd” jî xema wî rêberê jîr bo siberoja zarokên me bûye. Wî hewl daye ku bi vê berhema xwe gelek zanyariyên hûr bi belge û bi data derbarê dîrok, erdnîgarî, rewşa aborî û jiyana Kurdan de bide nifşa piştî xwe. Ew berhema wî bêguman niha, û heta di siberojê de jî bo nifşên piştî me gelek bisûd û girîng dibe.

Herwek ku xwîner jî dizanin pirtûka bi navûdeng a "Kurdistan û Kurd" lêkolîna siyasî û aborî a Dr. Qasimlo ye, ku navbirî sala 1957'an dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye, û sala 1962'an bo çapê berhev kiriye, û sala 1964'an bi zimanê Silowakî, sala 1965'an bi zimanê Îngilîzî, sala 1969'an bi zimanê Polonî, sala 1970'yî çapeke kurtkirî bi Erebî, sala 1973'an bi zimanê kurdî (soranî), sala 1991'an bi zimanê Kurdî (kurmancî) çap û belav bûye.

Profisor Martînîts di pêşgotina çapa Îngilîzî de nivîsandiye: Pirtûka Dr. Qasimlo “Kurdistan û Kurd” bo nasandina pirsa Kurd bi giştî û hinek warên vê pirsê bi taybetî nirxeke bê hevta heye.

Kovara siyaseta navneteweyî -hejmar 10, sala 1965'an Prag -li ser vê pirtûkê nivîsandiye: Ev rêya ku nivîskar ji bo lêkolîna li ser pêkhateya civakî û aborî berçav girtiye, hetanî îro jî di wêjeya aborî a me de ku li ser arîşeyên welatên geşekirî lêkolînê dike bê hevta ye, û bingehek e ji bo lêkolîneke weha li ser welatên din.

Li ser bergê çapa Silowakî a Kurdistan û Kurd, sala 1964'an, Biratsîlawayê hatiye nivîsandin: Me gelek negotiye hekî em bêjin ku xwînerê Silowak bi vê pirtûkê nivîsîneke bêhevta dest wî dikeve. Ev pirtûk cehd û tekoşînek e bo zelalkirina arîşeyên Kurdan ji dîtingeha marksîstî ve.

Bêguman rêberek ku hemû jiyana xwe bi sermiyana me`inewî, zanistî û madî ve ji bo serfirazî û bexteweriya nifşa niha û siberojê a gelê xwe danîbe, ti carî nayê jibîrkirin û di dil û mêjiyê gelê Kurd û hemû azadîxwazên rasteqîne de, dê bo heta heta zindî bimîne. Çimku ew bo neteweyeke bindest û zulimlêkirî xebitî, û neteweya wî jî dê xelata wê ked û tekoşînê bide wî.