Wezareta Derve ya Amerêkayê li roja Duşemî 1ê Kanûna Pêşîn bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand ku bi biryarnameya komîteya 3ê ya kora giştiya Saziya Netwên Yekgirtî ya li jêr navê “Rewşa mafê mirovî li komara îslamiya Îranê” digel 78 welatên din ên cîhanê dengê “Erê” daye û ev yek bo şermezarkirin û daneberçava zêdetir a tepeserkirinûn serberedayî û bidarvekirinên berfireh ên li dijî xelkê Îranê, kiriye.
Pêka vê biryarnameya Saziya Netewên yekgirtî, dibe girtiyên ku bi bêdadî û xoserane hatine girtinê, azad bike û dawî bi hewlên xwe yên bi armanca tirsandina dijberan li derweyî Îranê bîne û bidarvekirinên berfireh ên bê berçavgirtina dadweriyeke dadperwerane bisekinîne.
Kirîstofir Henzêl, Balyozê Şêwirkar ê payebilindê Amerîka li karûbarê Rojhilata Nêzîk, li vê derheqê de gotiye ku rêjîma Îranê li heyama 46 salan bi îşkencekirin û bidarvekirinan desthilat bi rê ve biriye û bi bidarvekirinên eşkere û lêdan û kutanê, dengê dijberên xwe fetisandiye.