Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 10 girtî li 2ê Kanûna Pêşîn de bidar vekirin

17:03 - 2 Kanûna pêşîn 2025

Li roja Sêşemî 2ê Kanûna Pêşîn, rêjîma Îranê girtiyek ku navê wî nehatiye belavkirin li bajarê Simnanê de li ber çavên xelkê wî bajarê û li nav bajar de bidar vekir, herwisa li bajarê Têhranê de jî rêjîmê tiliyên 4 girtiyan ku navê wan nehatine zanîn , qut kirin.

Herwisa li vê rojê de “Ebas Muzeferzade” yê xelkê bajarê “Melard”ê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê, “Şehab Muxtarî” û 2 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatine bidarvekirin.

Herwisa “Sultanmurad Nesîrî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsferayinê, Mehmûd Ebasî û 3 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn û yek ji wan xelkê Efxanistanê bûye li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de hatine bidarvekirin.