Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê olî yê kirîstiyanên Marûnî daxwaz ji Hizbullahê kir ku xwe ji rêjîma Îranê rizgar bike

17:01 - 2 Kanûna pêşîn 2025

Kardînal Bişare Pêtroz Elra`î, rêberê olî yê Kirîstiyanên Marûnî li Lubnanê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Şerqul Ewset” de daxwaz ji Hizbullaha Lubnanê kir ku xwe çek bikin û wan çekan radestî Artêşa Lubnaê bikin û xwe ji pêwendî û qeydên rêjîma Îranê rizagar bikin.

Wî rêberê olî yê Kirîstiyanên Marûnî, tevî daxwaza dûrketina Hizbullah ji rêjîma Îranê bi Hizbullahê re gotiye bi tenê dewleta Lubnanê dibe çek hebe û çek û cebilxane dibe li qurixa desthilata fermî ya Lubnanê de be.

Herwisa navbirî piştevanî ji helwîst û biryarên “Jozêf Ewin” ê Serkomarê Lubnanê li derheq çekkirina Hizbullahê jî kiriye.

Kardînal Bişare Pêtroz Elra`î gotiye ku “Lubnan cihê şer û kuştinan nîne, dîplomasî tevî ku  rêçareyek dijwar û demdirêj e lê take rêçareya çareserkirina pirs û pirsgirêkên Lubnanê ye.

Hizbullah siyasetên çewt û stratejiyên wehmî yên kawilkerên rêjîma Îranê li lubnanê û derorê de bi rê ve birine û bi pêka pîlanên şûm û germarên rêjîma Îranê, Lubnan daye kawilkirin û xelkê Lubnanê bi kuştin daye û bilî xisara malî û canî, ti berhemek bo lubnanê nebûye û heta Hizbullaha Lubnanê bi xwe jî ti qazancek nekiriye û pitira herî zêde ya berpirs û fermandeyên xwe û heta hinek kesên malbatên xwe jî dane kuştinê.