Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Damezraweya Zanist û Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê huşdarî da rêjîma Îranê

11:24 - 2 Kanûna pêşîn 2025

“Dêywîd Albirayt” serokê Damezraweya Zanist û Ewlehiya Netewî ya Amerkayê pêka belge û wêneyên esmanî ji tûnelên li çiyaên Îsfehanê û damezraweyên navkî li çiyayê “Koleng Gezla”yê dide xuya piştî şerê 12 roje, li wan 2 cihên binerd de çalakiyên navkî yên rêjîmê berdewam bûne.

Navbirî tevê îşarekirin bi hûrdekariyên kar li wan 2 navendên navkî, daxwaz kir ku bo rêjîma Îranê baştir ev e ku karê li wan binkeyan de bi lezgînî bide sekinandin û rohnkirên hewce li vê derheqê de bide.

Dêywîd Arbrayt bi rohnî got: “Li nebûna her cure lêkolîneke Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li wan 2 binkeyan de, rêjîma Îranê peyam û sîgnaleke metirsîdar belav dike ku dibe gazîkirinek bo destpêbûn a êrîşên serbazî bo ser Îranê”.