Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryar û guherinkariyên herî giring yên Dr. Qasimlo di nava Hizbê de ku bo pêşmergan jî bûne wane

10:35 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

N: Rostem Cihangîrî

Li 34emîn saliya şehîdbûna şehîd Dr.Ebdûrehman Qsimlo rêberê helkevtî yê Rojhelatê Kûrdistan

Dr.Qasimlo, rêberekî aştîxwaz û bîrmendekî bihizr û bîrên pêşkevtîxwaz bû, kû li dilê gelê kurd li rojhelatê Kurdistanê de bixasimanî li nava dilê xortan de cih girtiye.

Yek ji kiryarên herî girîng û li cihê xwe de bû,ew jî ew bû? Ragihand û kire pirensîpên Partiya Demokrat a Kurdistanê, exlaq têkilî siyaseta hizba xwe kir, û atife û xizmayetî û hevalitî têkilî siyaset û karûbarên partiyê nekir, Hizb li binemale û tayfetiyê derxist, bi girtina kunferans û kongire pesend kirin û xwe tazekirin li van konferas û kongiran li van de bername û pêyrewa naxwe, hilbijartina rêberiyê bi şêweya dengê netenî û hilbijartina sekerterê, Hizb li tak perestiyê rizgar kir, partiyê ,ciwînên rêberî û qirarên komî, yanî qirarên partiyê li dest yek kesda nebû, diviya cema rêberî qirarê bide, ewe bû ku hemû organîzasyûnên Hizbê dihate cî bi cî kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye partiyekî herî pêşkevtî, girêdaiy bi yasa û pêrensîpên demokirasî û demokratîke, nek her li Kurdistanê û Îranê, bigere li Rojhilata Navîn de jî.

Ew demokratekî rastîn tam bi mana peyvê, bikiryar jî demokirat bû. Rêberek kû rixne û gazinde li xwe û partiya xwe digirt, rixnên dervey partiya xwe jî kû li wî dihat girtin bi dilekî fireh qebol dikir. Zor kar kir, dakû hevalê hizba xwe fêr bike, da kû li gazinde û rixnan çi li nav partiyê û çi li dervey partiyê netirsin û bi çavê dujminê xwe bi van nenêrin, belkû bi dilekî mezin pêşwazîyê li van bikin û bersivên bi cih bidin, rixnegir dujmin nine, heta kû rixnên van gelek tûnd û neheq jî bin, wî ew kiryar kire pirensîpên heta hetiy yên vê hizbê û bigore bizotneveya rizgarîxwaziy ya gelê kurd li Rojhelatê Kurdistan. Ragihand kû ewên mixalifê siyaset û hizrên me û partiya me ne, nedujminê me ne, tenê ew aliy dujminê mene kû şerê çekdariyê dijî me dikin, ew jî Komara Îslamî ye. Herwisa em fêr kirin kû li demokirasiyê de hemû tişt bi dilê mirov nabe, lê dibe kû qebûl bikî, eger demokirasî biqazancê te bû qebûl bikî û li cihek din bi qazancê te nebû qebûl nekî? Ewe bi xwe dibe dîktatorî, îca çi li nava hizbê de be û çi li dervey hizbê be, hingê te ferqek navbera te û dujmin gelê te de namîne, her li vê derheqê de ragihand kû nabe bi tu awayî demokirasî bikeve bin siya xebata netewey, demokrasî esla mesla me ye, nabe bê bin pê kirin. Ragihand xirabitirîn demokrasî, heta kû bigihîje asta anarşîzmê jî? Dîsan demokrasî li baştirîn dîktatoriyê baştir e, îca ew dîktatoriya, Îslamî be an Çepî an jî rast be an jî paşayetî be, feriq nake.

Şehîd Dr.Qasimlo em fêr kirin kû li serkevtinên mezin li xwe bayî nebin û nebêjîn êdî teva ye. Û li şikan û paşekişandê jî xwe nedûrînên, nebêjin em xilas bûn. Lewma, hemû gavê rêçare hene, bi fikra komî û mişûr kirinê tev hev dê bikarin bi ser kend û lendande serkevin, û li xwebayî bûnê jî dûr kevin.

Şehîd Dr:Qasimlo li derheq baweriya dîplomasî û têkiliyan de, got li pêş hemû tiştî, em vê yekê bizabin kû li siyasetê de dostayetî û dostê stratijîk heta ser nine? Ev berjewendîne ,dostayetiyê diyar dike, lê dibe kû hûn vê yekê bizanbin kû em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê dostê stratijîk heta serê heye, ew jî Kurdên parçên din in, kû dostên negurin heta serê ne, heta eger hinek caran berjewendiyên van tev berjewendiyên me hev du negirin û hinek caran jî em hev du bidin û şer jî bikin, lê ew dost û birayên heta hetayne. Ti carî nahên guherîn, ma bira tên guherîn.

Pêwendiyên me tev dewlet û neyarên Kurd û Kurdistanê nabe ziyanê bigihîjne gelê me yê Kurd, dibe kadir û endamên partiya me hertim vê yekê ber çavên xwe bigirin. Mumkîne me tev dewletekê kû parek Kurdistanê bi destê wî ye hebe, çûnkî jeopolîtîk û cografiyaya Kurdistanê wisa hilkeftiye kû hizb û partîyên van parçan mecbûr bin tev van dewletan pêwendî bigirin, zor asaiy ye, lê nabe bigihîje van cihan kû êdî rêka zivirînê nebe û zîyanê bide gelê Kurd li wê para Kurdistanê, demaku wisa lê hat, ankû zîyan li Kurdên wê parçê kevt, çi  bixwazî u nexazî ewa xîyanete kû tu tûş bûyî.

 

Lewma em dibe ,hertim berjevvndiya gelê kurd biser berjevendiyê hizba xwe bibînin,li hemery devletê dagîrker u her leyeke din siyaseta xwe u serbixweiya xwe bi her nirxekê be biparêzîn.yadin derheq bi gelê xwejî rastgo bîn siyaseta xwe ron û bê perde ji gelê xwe re bêjin, tucaran kiryarên xwe li gelê xwe neveşêrin, eger em tûşî şaştiyekê jî bûbin dibe kû em wê şaştiya xwe qebûl bikin û bi eşkere xwe rixne bikin, eger em vê yekê nekin emê tûşî wê siyasetê bin kû ziyanê bigihîjine berjewendiyên Kurdistanê.

Şehîd dr:Qasimlo hertim serdana binke û meqerên pêşmergan dikir,tev van di ciwîya,gûhê xwe dida nezer rixne û hizrên pêşmergan,zor bi başî gûhdida van û zor bi hûrî bi zimanekî sade u cûvanî bersiwa van dida,ew nisîhet u rêniwênî dikr, kû tûcara nabe tûşî êhsasatên nebaş bin,reftara pêşmerge dibe twv xelkê me reftara bab kûran be,nabe kiryar û hereketekê bikin kû gelê me dilê wî zede be li me,belkû dibe em gûhê xwe bidin van û nesîhetên gel.

bicidî werbigirin, çûnkî em bo wî gelî xebatê dikin, eger me jî weke dujmin hurmeta van negirt ferqa me û dujmênê me nine, ya din pêşmerge u karrûrên hizbê fêr kirine kû wezîfa pêşmerge tenê şerkirin û kuştina dujmin nine, dibe pêşmerge nimûna başî û çakiyê be li nava gel de, vê demê ye kû gel dê nava dilê xwe de pêşmerge biparêze.

Em fêr kirine kû li meydana şer de,hemû pêşmergeyek dibe ewê bizanibe kû em hizbekî demukratin, parastina mafê mirov wezîfa ser mêlê me hemiyaye, bixasmanî bo girtî û dîlên şer dibe mafê van zor bi başî biparêzin û siyasetên me bo van ron bikin û saxûselîm li meydana şer dûr bikin û paşan bên azad kirin, çi dibe bila bibe, me şehîd dabin an na, dibe dîlên şer bên azad kirin.qanûnên nawdevletê yên mafê dîlê şer li perwerda pêşmerge u kadruyên hizbê dihat gutin u fêrkirin.

Her ew siyast u dersên wî Rêberê mebu ku li pêwendiyê derkî çi tev dojminên kurdistanê u çi li tew her dewlet u hizbekê partiya Demukirat a kurdistana îranê tûşî tu xiyaneteke neteweiy nebo,seba wê hinedê ye cihê wî li rih u canê gelê xwede girtiy.pratiya wîjî heta nihajî be her li ser wê siyasetê didume.

Ders û rêniwênîyên wî rêberê bêhempa gelek in, kû dibe bên gotin bên nivîsandin, lê derfeta wê nivîsê her ewqas daye, hêvî dikim kû li gotarên nivîsên hevalên din de bê behs kirin.

Silav li riha pak a hemû şehîdên Kurdistanê.

Silav bo riha şehîd Dr:Ebdûrehman Qasimlo yê mezin.