Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

78sal xebat û berxwedan

10:47 - 20 Tebax 2023

N: Rostem Cihangîrî

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê îsal 78saliya xwe pîroz dike.

Ew hizba han li 16ê Tebaxa 1945an hemberî 25ê Gelawêja 1324a Rojî li bajêrê Mihabadê li ser bingeha komela J.K.F hat damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser van sê bingehên sereke hat damezrandin, 1-Bidest înana mafên neteweyî yên kurd li Kurdistana Îranê, 2-Damezrandina sîstemeke Demokratîk li Şiklê komarî de, ku li hundr de demokrasî bi wateya tevaw bê cî bi cî kirin 3- Damezrana edaleta Civakî, ku hemû kes mafên wekhev hebin, ti kes li serwey yasayê nebin hemû kes li hemberî yasaya wê komarê berpirsyar bin.

Li wê devrana dûr û dirêj a dîrokekî de tijî serwerî û berxwedan û qehremantî û pir destkevtên dîrokî ji bo xwe û gelê xwe re bidest ainiye.

Ev Hizba yekem partiya siyasî û demokrat û azadîxawaz bû li dîroka bizava rizgarixwaziya gelê kurd de ku hat damezrandin, û bi damezrana wê hizbê rêberî û serkirdayetiya siyasî ya şoreşa rizgarîxwazî ya gelê mafxwaz yê kurd li destê tak û serok hoz an serok eşîran yanî li dest rêberekî aynî derket û ket destê  hizbeke siyasî ku rêberiyekî hilbijartî yê gelê xwe û bername stiratîjîka wê partiyê eyan bû, programa wê ya siyasî civakî û çandî û êkonomî her hemû hat nivîsandin û li kongira yekem a damezrana Hizba Demokrat a Kurdistan de kete berdestê beşdarên kongirê, û hat pesend kirin, bû yekem car rêberatiya wê Hizbê bidestê pişkdarên wê kungirê hatin hilbijartin û bi têkray dengên beşdarên kongirê Pêşewa Qazî Mihemed bi serokê giştiyê partiyê hat hilbijartin.

Vê partiyê li stiratîjîka xwe de mafê diyarî kirina çarenivîsa gelê Kurd diyarî kir, ku dibe Kurd wek hemû Netewên ser rûyê erdê mafê pêkînana kiyana xwe û hebe.

 Hizbê ev yeka gotiye û qewil daye cîbicî kiriye, yan heta niha jî li gel be bawerî pê heye li van pirensîpan vêde nedaye.

 Li zirûfa paş şerê cîhanî yê duyem ku pişkek berçav li Kurdistanî bihatina nav hêzên Yeketiya Sovyet li bakurê rojhelatê kurdistanê û hatina hêzên Birîtaniya li başûrê Îranê hetanî başûrê Kurdistana Rojhilata Navîn, navenda Kurdistanê weke Bokan Mihabad û Nexede û hetanî pareke zor li Bakurê Kurdistana rojhilat vala bûn û li hem dewleta Îranê û hem mitefiqîn li Azerbaycanê, demezrandina hikumeteke demokratîk hat damezirandin. Carna Kurdiatan jî beşeke li wê hikumata xwe didan hesab kirin.

Pêşewa Qazîmihemed Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, ew rêya red kir, û ragehand ku Kurd û Kurdistan Miletekî cuda û zimanê wê, axa wê ya cuda heye. Kultûra xwe ya xasmanî edetên wê hemû tev netewên din yên navçê cudahî heye, dema ku wisa bû mafê wê miletiye ku çarenivîsa xwe eyar bike, û ti kesên din maf tunînin ku li van qiraran bidin.

Pêşewa ragihand ku emê paş mişûr kirin tev mezin û zanayên Kurd dê helwesta xwe rabigihînin.

Pêşewa vegeriya bo Kurdistanê û li Çarçiraya Mihabadê tevî zana û kesayetiyên Kurdistanê ew daxwazkara Azerbaycaniyan û bixasmanî yeketiya Sovyeta wî zemanî bas kir û ji van re got ku niha ez hatime cem we ka hûn çi dibêjin, wiha bû ku hemî rêdîn sipî, zana û kesayetiyên Kurd ragihandin ku dibe Kurdan dewleta xwe hebe û xaka xwe biparêze, û navê wê xakê Kurdistan e. Em tevlî dewleteke din nabin, û ragihandin eger qirar be em bibin bi parek li dewleta Azerbaiycanê wiha ti cudahiyek di gel vê yekê nake ku em di bin destê dewleta Farsan li Tehranê bûn, hertim dihatin tepeser kirin, dagîrkirin, ji ber vê yekê, em wê dexwaza van red dikin, û ji Pêşewa re ragihandin ku tu rêber û pêşewayê me Kurdanî, dibe pêşengiya me Kurdan bikî.

Pêşewa Qazîmihemed bersiva Azerbaycanê û bixasmanî Yekîtiya Sovyetê da û ragihand ku ez bi nûneratiya gelê kurd, vê pêşniyara we red dikim, û emê dewleta Kurdistanê damezrînin, weke du dewletan û cîranên baş bihevre hevkar û dost û hevpeyman bin.

Piştî wê bersiva Pêşewa bo herdu aliyên Azerî û Sovyetê, roja 2ê Rêbendanê li bajêrê Mihabadê li meydana Çarçiraya wî bajarî bi girseyeke mezin a gelê Kurd li hemû parçên Kurdistanê ,Komara Kurdistan ragihand, û her li wê girseyê de bi dengê eşkere gel Pêşewa Qazîmihemed bi Serkomarê Kurdan diyarî kirin.

 

Ew Hizba destkevtên mezin û dîrokî bi pêkanîna Komara Kurdistanê bidest xistin wiha ne, Ala Kurdistanê, Spaha Milî ya Kurdistanê, navê pîroz yê Pêşmerge bo şerkerên Kurd, xwandin û nivîsîn li dibistanan de bi Kurdî, zimanê Kurdî kire zimanê fermî yê îdarên hikumetê li Kurdistanê, li damezrana Hizba Demokrat heta niha nivîsin û xwandin li nava dezgeh û organanên Hizbê de berdewam e û ev yeka li nava gel de jî nivîsîn û xwandin bi Kurdîyek saf û bêgerd gelek pêşketiye. Çap kirina rojname û kovarên Kurdî, pêk anîna civakên jinan û ciwanan, pêkanîna dîplomasî tev derdorên xwe û partiyên Îranî û kurdî, bixasmanî pêwendiyên xwe bi zilhêzên wê demê yên weke Yekîtiya Sovyet û dewletên din re. Bi wî awayî Kurd di wê serdemê de navûdeng derxist. Li hember zilhêzên navdewletî de Kurd û Kurdistan dengê wê hat bihîstin, û tevî wê yekê ku berjewendiyên zilhêzan tev xastên Kurdistanê li hev nedigirtin, ev yek bû ku ev alîgirê mafên Kurdan nebûn.

Her ew yeka bû ku bihevre hevgirtin dest bidestê hev hêrişî ser herdu dewletên Azerî û Kurd kirin herdu hikumet hiloşandin, lê Kurdistan û Hizba wê bi serokê xwe teslîmê wê xastên van nebûn, Pêşewa dadgeha rejîma Şahenşahî kire meydana berevanîkirin li mafê Kurd û Kurdistanê, her ji ber vê yekê ye ku serkomarê Kurd tevî du hevalên xwe hatin îdam Kirin.

Paş Komarê Hizba Demokrat û xortên Pêşewa xebata xwe ya siyasî û hinek caran çekdarî domandin, li wê xebatê de heta serhildana gelên li dijî rejîma Şahenşahî li Salên 1979an ew şoreş bi yek dengiya gelên Îranê bi ser rejîma padşahî de serkevt. Hatina serkar a Komara Îslamî zevt kirina maf û azadiyên gelên bindest ên Îranê, Hizba Demokrat destê dyalogê bo wê rejîmê dirêj kir, lê rejîma meleyan bi hirşên eskerî tang û tûpan bersiv dan.

Seba wê hindê Hizba Demokrat ragihand ku pirsa Kurdistanê pirseke siyasî û milîye û dikarin wê li rêyên dyalogê çareser bikin û em û gelê Kurd amaden e bû çareseriya siyasî û aştiyan e, lê her wek diyar bû karbidestên nû yên desthilatdarên Îranê qirar û biryarên xwe dabûn ku bi şer û kuştinan pirsa Kurdistanê vemirînin, wiha bû ku gelê Kurd biryara berxwedanê da û şerê seranserî li Kurdistanê dest pê kir.

Hizba Demokrat bi temenê xwe yê 78salî, tûşî gelek karesatên mezin bûye, hilûşîna Komara Kurdistanê, şehîd kirina Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî, dest berdana bi hezaran endam û kadrên rêberî paşî hilûşîna Komarê, şehîd ketina bi deyan serkirde û kadrên rêberî li salên 1346 û 47an beramber 1967-68an şehîd ketin bidestê artêşa şahenşahî.

Piştire komkujiyên mezin û şehîd ketina rêberên Hizbê, şehîdbûna Dr.Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştî yê Hizba Demokrat tevî çend hevalên xwe, piştire li demeke gelek kêm de yanî sê salan de derbeyek mezin a din li Hizbê kevt, ew jî şihadeta şehîd Dr.Mihemed Sadiq Şerefkendî cêhgirê şehîd Dr.Qasimlo tevî çend hevalên wî yên din bidestê terora Komara Îslamî ku şehîd bûn.

Lê, her wek çavnhêrî dihatkirin vê Hizbê birînên gelek mezin û bijan hildigirt, lê neket, şehîd Dr.Qasimlo li pêxema Hizbê û bi ezmûnên dîroka şoresên Kurdistanê ku dijimin hertim hewla van ew bû ku serê şoreşê lê bidin û bi wê awayî şoreşê vemirînin.

Ew yeka bo şehîd Dr.Qasimlo gelek eyan û rohn bû, li ber wê hindê fikira rêberiya bikom anî nava Hizba xwe û kar û xebateke pir mezin birêve bir, heta asta têgihîştina bedena Hizbê û kadroyên rêberiya Hizbê bên wê asta herî bilind, da ku li hember her kosp û karesatên mezin de xwe ragir bin û bawerî bixwe û gelê xwe bînin.

Û teslîmê wan karesatan nebin, belkû dibe bihevre mişûrê bikin hevkariya hev bikin, pişta hev bigirin, da ku di tengasiyan de xwe winda nekin.

Bi hevre bin hûn ser bikevin, ya ku îro rojê em dibînin û bixwe li hundrî ne û piştî van hemû karesatan û şehîd ketina bidehan rêber û şikanên mezin, û li hember derketina hêrişên hovane yên ser gelê Kurd, dîsan li hember bidehan pîlanênên neyaran serkevtin bidest aniye, û gelek caran bi quweta dost û alîgiran, bi piştevaniya dilgermî ya bi gelê xwe re karîne van şikanan bikin derfet û serkevtinê bo xwe misoger bike û li meydanê bimîne.

Niha êdî fikir, raman û siyaseta rast û drust û şiroveyên rast xwandina bûyer û gurînên cîhan û navçê, xwe amade kirina pêş wext, pêşiya şîpelên neyaran girtiye, êdî bûye Hizbeke qal, cihê baweriya gelê xwe bigire gelên Îranê bixasmanî gelê Kurdistan li her çar parçên Kurdistanê, ev Hizba heta gihîştin bi armancên xwe, gihîştina gelê Kurd bi azadî û serbestî ya Kurdistanê her li meydanê de dê bimîne û berevaniyê li kirameta gelê xwe bike.

Bi hilkefta 25ê Gelawêjê serê xwe li hemberî kar û têkoşîna wê Hizbê û şehîdên serbilind ên rêya azadîyê diçemînim.

Pîroz û geştir be Agirê 25ê Gelawêjê sersala Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê.

Silav li xebatkarên demokrat û pêşmergên qehreman