Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dema navê 25ê Gelawêjê tê gotin

16:51 - 22 Tebax 2023

N: Silêman Keleşî

Dema navê 25ê Gelawêjê tê gotin, yek rast bîr û hizra Kurdan bi giştî û Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi xasmanî yek rast diçe ser nûbûnê û avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îran ê.

Li 25ê Gelawêja sala 1324an a Rojî (1945an Zayînî) bi avabûna DPK û ku piştire bûye DPKÎ şoreş û afirandineke mezin bû li bizava rizgarîxweziya netewa Kurd da.

Diyare li pêş avabûna PDK de jî gelek serhildan û berxwedanên pir mezin û bibandor hebûn, em dikarin bo mînak berxwedan Şêx Obeydullah Nehrî, berxwedan Çiyayê Agirî û Birê Heskê, şoreşa Simkoyê Şikak û gelek raperînên din ên li Kurdistanê de nav bibin.

Lê, çi li van serhildanan bi awayeke rêkxistinî û xwedî rêberiyeke bikom, siyasî û hemû alî nebûn.

Eger em behsa rêkxistin û grûpên wek Komela J.K.F ku PDK li ser xîm û rêxstina wê hate avakirin bikin, ev hêzane evqas diyar û bibandor û xwedî bername û programeke siyasî, pêşkeftî serdemiyane nebûn ku bikarin wîst û xwastên gelê Kurd bi awayeke siyasî û serdemiyane pêşkêşî dost û dijminan bikin.

Lê, bi avabûna PDK, bizava gelê Kurd li xebateke navçey, eşîretî û her wisa li rêberiya take kesî hate rizgar kirin û êdî bizava gelê Kurd bû xwediyê partiyek pêşkeftî, demokrat, siyasî û rêberiyeke bikom ku bikare bi awayeke modern û serdemî rêberiya bizavê bike.

Lewma, 25ê Gelawêjê û avabûna PDKÎ wek yekemîn partiya pêşkeftiya Kurdistanê heta heta yê wek stêrkek geş li esmanê Kurdistanê bimîne û Kurdistanê ronî bike.

Ewa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku bo yekemîn car xebat û berxwedana gelê Kurd li şikl û şêwe kevin û tek rehendî ku tenê şer kirin bû guhartina xebata modern çend rehendî, wek siyaset, rêkxistin, dîplomasî, berxwedana çekdarî û gelek şêweyênn din yên xebatê.

Ya rastî em dikarin bêjin ku 25ê Gelawêjê û avabûna PDKÎ, xebat û bizava Kurdî derbasî qonaxeke nû kir. Wê partiyê her demeke zor û kurt piştî avabûna xwe karî Komara Kurdistanê li bajarê Mehabad rabigehîne û bo yekemîn car Kurd bikarin li jêr alaya Kurdistanê û rêberiya wê partiya nû û sava de tama azadî û serbestiyê bikişînin û bizanin ku azadî û serbestî çiqas bi qîmet e. Lê, mixabin Komara Kurdistanê bi rêberiya PDK û serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed tenê 11 mehan dom kir û bi destê neyar û dagîrkeran hat ji nav birin û Serok û gelek rêveberên wê hatin darvekirin.

Her çend temenê Komara canemerg tenê 11 meh bû, lê li van 11 mehan de gelek afirandin û karên mezin û bi qîmet encam da, ku hindek hikumet bi salan nikarin van kar û afirandina bikin: Wek danan û bilind kirina ala Kurdistanê, Ey Reqîb wek marş û siruda netewey, afirandina navê pîroz yê Pêşmerge, perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ava kirina Yekîtiya Jinan û Lawan û bi dehan karên din ku gelê Kurd piştî 78 salan hêj bi van kar û destkeftan şanaziyê dike.

Ewa îsal temenê PDKÎ dibe 78 sal, lê li van 78 salan de gelek guhartinên ber bi çav li ser partiyê de hatine, wek partiyeke Demokrat û pêşketî hertim li gorey zirofa siyasî û pêşkeftina civakê, guhartin li ser bername, program û şêweya xebat û berxwedana xwe de anîne. Bi taybetî li dema rêberiya şehîd Dr. Ebdulreman Qasimlo de ku kiraseke nû û pêşkeftî ji xwe kir û partiyê ku wî demî gelek kes û aliyan jê fêm nedikirin, lê ji nû ve piştî 30 û çend salan taze li gotin, bîr û hizr û her wisa li van guhartinên partî û Dr. Qasimlo fêm kirine û bo çeplê lêdidin.

Ez careke din, 25 ê Gelawêjê û 78emîn salroja avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji malbetên şehîdan, girtiyên siyasî û her wisa hemû gelên Kurd bi giştî û evîndarên PDKÎ, bi xasmanî pîroz dikim.

Hêvîdarim gelê Kurd her di kurtrîn demê de bigihîje azadî û serbestiya xwe.