Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desthilata reha

16:28 - 1 Tebax 2023

N: Hesen Mukerem

Li bajêrê Rafîdeyn ku Lîlîs an heman Şeytanê bahozê şopînerê Hewa bûye û wiha adet bûye ku nexweşî û mirinê tîne, bo yekem car karektera Lîlîs wek şeytan an heman ruh ku xuya dibe girêdayî ba û baran û bahozê bûye, di nav Someriyan de yanî 3000 salan berê Zayînê bi Lîlîto naskirî bûye û hinek vekolîn behsa vê yekê dikin, û bi sedema lerzîna dengê vê, û tiraşînan navê Lîlîs wedigerînin bo 700 salan berê Zayînê.

Di wêjeyê de pir girîngî ji Lîlîs re hatiye dan û dişibîn bi jinek şehvetbaz û dirinde û wêranker ku timaya gihîştin bi desthilata reha ya xwedavendan hebûye û mirovekî serkêş û îsyankar bûye.

Bo dubarekirina desthilata reha an heman desthilata serberedayî û wekheviya zilam û jinê de car caran winda bûye.

Dubare her vê di barê de di çîroka pirtûka Cîta ya Almanî de ku li sala 1565an a Zayînî hatiye nivîsîn, behsa keçikekê dike ku navê wê Cîta an ciwan ku temisîla jineke îsyankar dike. Li sala 1667an Mîltonê bi zelalî îşare bi Lîlîsê kiriye û di pirtûka Bihişta Winda de, Lîlîs wek mareke sherker binav dike û bi pehlevanê romansî binav dike û dibêje Lîlîs jineke şehvetbaz û bedev û bejin bilind û porên wê dirêj bûye ku derdora xwe ber bi felaket û tarîtiyê ve biriye.

Vîktor Hogo jî, Lîlîs dişibîne bi jineke xwînmêj û her weha xwastiye bişibîne bi şeytan û girê bide bi şeytanê mezin, ji ber ku keçika şeytan wek xwedavendan binav dike da ku jêra bibêjin rûhaniyeta tarîtiya cîhanê.

Niha Rêveberên Komara Îslamî jî bi heman awayî li ser navê Îslamê û li rêya dezgehên wek Geşda Îrşad û … hwd bi hemû awayî bona gihîştin bi desthilata reha an heman serberedayî xwe li ti kiryareke nemirovene naparêz in û rewşa welat ber bi tarîtiyê ve dibin.

Her li dema hatina serkar a Komara bi nav Îslamiya Îranê, komkujî, îşkence û tunekirina mirovên azadîxwaz û felaketê li Îranê dest pê kiriye.

Bo mînak fermanên rêveberên Komara Îslamî yanî Xumeynî û Xamineyî yên wek darvekirin û girtin û dest dirêjîkirina bi ser girtiyan de yên di dehkên 60 de,li seranserê Îran û cîhanê deng vedaye.

An em gelek dûr neçin, di heyama destpêkirina Şoreşa Jînayê de, hêzên Komara Îslamî bona parastana desthilata xwe ya reha û biyom, bi sedan keç, jin, zarok û xortên azadîxwaz û bêzar ji vê desthilata dîktator û wêranker, girtin û darvekirin an jî li bilindahiyan avêtin xwarê.

Rêveberên Komara Îslamiya Îranê li ser navê Îslamê bi berdewamî jin û keç û zilamên welat bi hincetên cuda digrin û di girtîgehan de darvedikin an jî hepsên heta hetayî bi ser van didin sepandin.

Detshilatdarên Komara Îslamî tevî van kiryarên xwe yên dûr ji mirovahiyê, li ser ekranên medyayan û di civatên navneteweyî de, berdewam behsa wekhevî û mafê mirovî dikin. Lê di pişt perdê de kasayetiyek din in.

Bo mînak di yasa û biryarên xwe de berdewam behsa hicab û dûrî ji kiryarên bê exlaqî dikin heta çendîn caran bi hincetên binav berevanî ji kerameta Îslamî şerî, jin û keçên welat, kevir baran kirine, ku ev yeka di halekê de ye ku, di Cotmeha sala 2016an de kesayetiya veşartî ya Mihemed Gendumnijad ê naskirî bi Hecî Seîdê Tûsî ku di xwendina pirtûka Qura`anê de çendîn pileyên herî bilind bi dest xistine, her wisa Seîd Tûsî li Civata Bilind a Qura`anê û di bin çavdêriya beyta rêberî de û li deng û rengê Komara Îslamî ya Îranê de, wek pisporê berpirsê ciwanan di civata Qura`anê ya welêt de dixebitî.

Eşkere bû ku wî kesayetiyê olî û cihê baweriya Welî Feqîh, destdirêjiya sexsî kiriye ser nêzî 20 nûciwanên ku ber destê wî hînî xwendina Qura`anê dibûn.

Pêka yasayên Komara Îslamî encamderên sûçên wiha heram bi nûciwanan an her kesî re, cezayê van darvekirin e, lê, Seîd Tûdî xwendevanê navdar yê  Qura`anê yê Welî Feqî, nehat ceza kirin û piroseya şopandina doseya wî bi temamî hat rawestandin.

Dubare di heyamên ne gelek dûr de yanî du hefteyan berî niha destdirêjiya sexsî ya Riza Seqetî berpirsê Giştî yê berê yê Îdareya Çand û Îrşad a bajarê Gîlanê û avakerê kargeha Hicab a Îfetê yê Komara Îslamî bi ser zilamek din de eşkere bû. Dosyeya wî berpirsê rejîmê jî dê her wek ya Seîd Tûsî be, ji ber ku her li destpêka vê desthilata biyom de ev kiryarên nemirovane yên berpirsên Komara Îslamî ku dişibin bi kiryarên şeytan an heman Lîlîs, rewa bûne.

Heps û darvekirin bo kesên girêdayî bi rejîmê an şeytanên rejîma biyom ku desthilata reha hene, nerewa ye, lê bo jinek an keçik ku tenê xavikê li ser porên xwe vêde bibe, rewa ye. Birîna cezayên giran, kuştin û îşkencekirin û heta di vê dawiyê de dozgeriyên Komara Îslamî bona bêhurmetîkirin û şikandina kerameta jinan, ragihandin ku her keç an jinek li ser şeqaman an cihên giştî de porên wê diyar bibin dê bigirin û cezayê şûştina miriyan bi ser van bisepînin.

Ya ku heta niha di vê nivîsê de hatiye behskirin ne serpêhatî an çîrok an efsane ne, belkî hemû heqîqetên derbara kesayetiya şeytan û xwînmêjên serdemê, yanî desthilatdarên dirinde yên Komara Îslamî ne, yanî dema ku mirov kiryarên desthilatdarên vê hikûmetê di gel Lîlîs de dide ber hev, mirov wisa hizr dike qey van ber destê Lîlîsê şeytan perwerdehî dîtin e, çimkî ev jî bona gihîştin bi desthilata reha û xwe sepandin bi ser xelkê de xwe ji encam dana ti kiryareke dirindane  û afirandina felaketê li hundirî welat û herêmê de naparêzin û wek tişteke biyom in li her kiderê bin bêguman, cinayet destdirêjî, nedadperwerî û komkujî û hezaran tawanên din yên dûr ji mirovahiyê hene.