Ebdulah Hicab
Salekê beriya niha, di wan rojan de Rojhilatê Kurdistanê di nava coşa serhildanan de bû. Netewa kurd ji keça xwe, Jîna Emînî ku roja 20.09.2023 (22.06.1401) bi awayek hovane ji aliyê çeteyên bi navê polîsê exlaq yên Komara Îslamî ve li Tehranê hatibû kuştin xwedî derket. Navê Jîna, weke ku diya wê ya dil bi kul ji dil anîbû ziman, bû sembola berxwedan û têkoşînek nû ji bo azadî û wekheviyê. Bi navê Jîna li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê, li gelek gundan û di nava civaka kurd ya li derveyî Kurdistanê de, pêlek serhildanan destpê kir ku piştî çend rojan li piraniya bajarên Îranê jî belav bû.
Kurdan bi diruşma «Jin, jiyan, azadî» dubare Kurdistan kire pêşengê têkoşîn li hember zordarî û paşverotiyê û agirê şorişek nû, wê carê bi pêşengitiya jinan vêxist. Bi saya ezmûna têkoşîna bi dehan salan, wan serhildanan zemîne ji bo şorişek berfireh di zêhniyeta civakê de amade kir ku niha roj bi rojê pitir bandorê li ser civak datîne û rêjîma mirovkuje Komara Îslamî zêdetir bi tirsa nemanê re tîne himberanî hev.
Tirs û dijkiryara rêjîmê li hember serhildanên civakî li seranserî Îranê bi zelalî nîşan dide ku şorişa nû mewdaya di navbera civak û sîstemê de hê zêde kiriye û niha deselatdarên Tehranê bi alingariyek dîrokî re aniye himberanî hev. Ji bo cara yekê di dîroka rêjîmê de, karbidestên pile bilinde Tehranê neçar man wê rastiyê bi zelalî bînin ziman ku sîstema perwerdeya wan, îdeal û pîvanên wan yên felsefî, exlaqî û heta olî jî ji aliyê piraniya civakê ve têne red kirin. Berfirehî û kûraiya serhildana sala par rêjîm xiste nava şokek wisan mezin ku heya demek xweş piştî destpêkirina serhildanan, hêzên serkutker nedizanîn çawan û li ku xwe û sîstema xwe biparêzin. Ji ber wê hindê bû ku piraniya kuştin û girtinan, her wisan êrişên ser baregehên hêzên Kurdistanî çend rojan piştî pêla yekê ya serhildanan û wê demê destpê kir ku şokê hemû laşê rêjîmê tevizandibû.
Lê berteka Komara Îslamî li hember netewa kurd û hêzên siyasiye Kuridstanê, beriya ku nîşaneya xurt bûn û amadeiya rêjîmê ji bo xweparastinê be, nîşan da ku sîstim çi qas ji xelkê Kurdistanê û pêşengên şorişa «Jin, jiyan, azadî» ditirse. Rastiya wê pirsê wê demê pitir derket dema ku me dît hevterîb li gel wan êrişan, rêjîmê di asta navneteweyî de çi qas xwe paş ve kêşand û çend avantaj dane welatên weke Erebistana Siûdî, Amerîka, welatên Yêkitiya Ewrûpa û heta Îsraîlê jî.
Tirsa Komara Îslamî ji vedeng hatina dubareye civakê di salvegera şorişa «Jin, jiyan, azadî» de niha ji her demê zêdetir e. Sala çûyî ji bo karbidestên rêjîmê, ji 44 salên berêye deselata wan pitir bi dijwarî derbas bû. Di wan 12 heyvên dawî de, bi caran Xameneyî û hevalbendên wî tirsa hilweşîn û tinebûnê bi çavên xwe dîtin û weke gotî ji tirsan «rojê çend caran mirin û zindî bûn». Seferberiya wan ya dawî, gef û gurên li ser hêzên Kurdistanî û civaka serhildêr li seranserî Îranê dikeve çarçoveya wê tirsê.
Li gel wê rewşê jî, wê ne rast be ku em bikevin davik baweriyek wisan xweşîn û safîlok ku çûna rêjîm nêzîk û hêsaye. Weke xuya, piraniya şiroveyên xweşbînaneye rewşê, ji eqlaniyetê pitir, xwe dispêrin hêvî û heza guhertina bi lez û xweziya şikandina sitûnên deselata dîktator. Lê ya xuya û ber bi çav ewe ku her çend rewşa rêjîmê niha li her alî ve li gor salek berê hêj xirabtire, lê carê sitûnên serekeye deselatê li ser ciyê xwe ne. Raste ku abûriya welat serûbin bûye, hejarî û belengazî çend qat çûye serî, bihayê dirafê welat gihîştiye asta herî nizim, hin ekterên giringe zincîra dûr ji bazneya deselatê weriyane û pişta xwe zivirandine hevparên xwe yên pêşîn û hin karbidestan xwe ji bo revê amade kiriye, lê hêj bazneya şidyaiye dora deselatê neşikestiye.
Niha piştî salekê, rêjîm dubare gefê li li civakê û hêz û partiyên siyasiye Rojhilata Kuridstanê dike û ne dûr e ku xwe ji bo êrişan jî amade kiribe. Ji aliyek din ve pêlek nû ya girtin û binçav kirina rexnegir û dijberan destpê kiriye û gelek çalakvanên medenî, parêzer û kesayteiyên civakî hatine girtin. Heta ne dûre ku ew rewş hêj tarîtir bibe û rêjîm ji caran zêdetir li hember xelkê tund û tîjiyê bi kar bîne. Her çend ku ew zext û serkutkirin demkî be û çareyekê ji halê aloze rêjîmê re neke jî, lê dikare bandorê li rewşê bike û atmosfera germe nava civakê hinekê bitevizîne.
Niha pirs ewe ka gelo wê rêjîm bikaribe bi wê siyasetê pêvajoya nemana xwe bisekinîne û xwe ji agirê kîna civakê biparêze? Bê guman na. Di heman demê de divê em çav vekirî temaşa rewşê bikin û hêvî û pilanên xwe nespêrin qeder an xweşbîniya bê bingeh. Xweşbînî wê demê dikare alîkar be dema ku hêza guherîner li qadê be. Wisan nebe, wê ekterên siyasî bikevin davikê û bi siyaseta şaş pêvajoya şorişê asteng bikin, weke çawan ku me dît di kelekela serhildanan de hin alî û kesayteiyên siyasî bi hêvya ku rêjîm ketiye serjêriya hilweşîne û ber bi nemanê ve diçe, lez ketin û bi hilsengandinên şaş zerbe li pêvajoya şorişê dan.
Li Rojhilata Navîn û Îranê piraniya bûyerên çarenûssaz zû bi zû nayên pêşbînî kirin û guhertin hin caran bi lez û di demekê de çê dibin ku ekterên siyasî ji guhertinan re ne amade ne. Lê heke pêvajoya şorişa «Jin, jiyan azadî» bi awayek xwezayî û normal here pêş, tê payîn ku hin faktorên navxwe û derveyî qedera rêjîmê diyar bikin û bandorê danên ser pêvajoya hilweşandina deselata dîktatore komara Îslamî. Wê pêvajo bi şorişa «Jin, jiyan, azadî» re destpê kir, lê carê dirêjayî, encam û qedera wê ya dawî ne diyare.
Girîngtirîn faktorên ku dikarin qedera rêjîmê biguherin, bûyerên nava Îranê bi xwe ne. Renge şaş be ku man û nemana rêjîmê bi tenê bi mirina Xameneyî ve bê girêdan, lê ew sitûna sereke ya parastina wê rêjîmê ye û dema li nav çû, zehmete ku kesek din bi heman îqtidarê bikare ciyê wî bigre. Hewldanên Xameneyî û sîstemê ji bo amade kirina cîgirê wî, heya niha bê encam maye. Kurê wî, Mucteba ne ew kese ku bikare ciyê babê xwe bigre. Renge di nava sîstemê de jî wî ew giraî nebe ku bibe cîgirê babê xwe. Reîsî ku yek ji hêviyên Xameneyî ji bo tijî kirina kursiyê Weliyê Feqîh piştî nemana wî bû, çi hitbar di nava civakê û heta navendên girînge biryardanê de nîne û zêdetir weke qeşmerek derewîn tê temaşe kirin ku haya wî li rewşê nîne. Nemana Xameneyî dikare otorîte û hêza Weliyê Feqîh kêm bike û bi wê yekê re jî çira temenê rêjîmê ber bi temirandinê ve bibe.
Li Îranê pirsa «hilbijartinên» Meclis û serokkomariyê ne mijarên cidî yên siyasî ne ku bandorê li ser çawaniya birêveberiya welat danên. Di bingeha xwe de bi wan hemû fîlter û destverdanên deselatê re, mijarek bi navê hilbijartin li Îranê çi wate nîne. Li gel wê rastiyê jî kandîdên serekeye deselatê kî û li her ku bin, xelk bêzariya xwe ji deselatê di şexsê wan de nîşan dide. Ne girîng e ku di dawiyê de kî ji fîlterên rêjîmê derbas dibe, ya girîng ewe ku dengê dijberiy li hember rêjîmê bi wê hêcetê bilind dibe. Dema em bi wî çavî temaşa rewşê bikin, divê em wê hindê jî bibînin ku niha meydana manovrên rêjîmê pitir teng bûye. Çunku heya niha Komara Îslamî her du rûyên xwe yên ne pak; hem «reformxwaz» û hem jî «parêzvan» li qada «hilbijartinan» ceribandine. Êdî niha tiştek nû nemaye ku Xameneyî û hevalbendên wî biceribînin an bikarin xelkê pê bixapînin. Ya niha di destê rêjîmê de, supa, çek, diraf û bazirganiye. Bi wan emrazan jî nikarin heta dawî li hember îradeya xelkê bisekinin. Ji niha û pêve, xelk û deselat bi awayê raste rast li hember hev sekinîne. Deselat roj bi rojê qels û bizdiyayî, û gelên Îranê gav bi gav bi biwêrî û netirs ji bo mafê xwe yê biryardanê ber bi pêş diçin.
Serhildanên wê yek sala derbas bûyî bi zelalî nîşan dan ku nivşa nû li Îranê bi hêvî û îdealên Komara Îslamî najî. Rast berovajî, ew nivş azadî û guhertinên bingehîn dixwaze. Piştî destpêka şorişa «Jin, jiyan, azadî», piraniya karbidestên herî pile bilinde rêjîmê li xwe mukur hatin ku siyaseta wan ya perwerde û kultûrî, pîvanên wan yên îdeolojîk û bi giştî bingeha baweriyên ku wan di nava çil û çend salên derbas bûyî de dixwestin li Îranê bidin rûniştandin, niha wala derketiye. Nivşa nû guh nade wan pîvanan û ji rêyên nû ji bo derbasbûn li rewşa ku Komara Îslamî çê kiriye, digerin. Lewma roja ku ew nivş mezin dibe û dikeve nava karûbarên birêverî û deselata welat, wê rojê êdî tiştek bi navê Komara Îslamî nikare xwe li ser lingan bigre.
Her ew nivşa nû ku hebûn î îdelaên Komra Îslamî ji xwe re asteng dibîne, berdewam li hember rêjîmê disekine û ji niha û pêve jî wê her dema ku derfet dît, bi dengê bilind dijberiya xwe li hember rêjîmê nîşan bide. Wan xort û keçên ku sînûrên tirsê derbas kirine êdî bi lêdan, girtin, kuştin û gefan gavan paşve navêjin. Di nava wê nivşê de, bê guman zarok û kesên deselatdaran, hêzên çekdar û berpirsên pile bilinde rêjîmê jî hene. Tund û tîjiya deselatdaran li hember wan kesên ku guhertinan dixwazin, dikare bandorê li ser bazneyên dora deselatê bi xwe jî danê û her carê beşeke deselatdaran ji rêjîmê veqetîne, an her nebe wan bixe nava rewşekê ku êdî nexwazin heta dawî deselata Komara Îslamî biparêzin.
Pirsa abûrî, buhabûna pêwîstiyên jiyana xelkê, bêkarî, tûşbûna hêj zêdetire bi madeyên hişber, ji destdana buhayê dirafê Îranê û bê hêvîbûna xelkê ji pêşerojê di nava wan faktorên abûrî û civakî de ne ku asta dijberiya xelkê li hember deselatdaran zêde dikin. Ew rewş zêdeyî çil salane ku pêsîra xelkê Îranê girtiye, lê heya niha bandorek wisan zêde li ser rêjîmê bi xwe nekiriye. Niha ne dûre ku berdewamiya wê rewşê êdî qirika deselatdaran bi xwe jî bigre û bêhna tale pirsgirêkên civakî û abûrî here difin û qirka rêjîmê.
Di asta herêmî û cîhanî de jî zêdegaviyên bê reje yê rêjîmê dikare serê wê zêdetir bêxe nava belayê. Bigir bikêşa rêjîmê bi Amerîkayê re li Rojhilata Navîn berdewam e. Rewş li Êraq û Sûriyê ji ber destverdanên Komara Îslamî niha zêde aloze. Projeya atomiye Komra Îslamî gihîştiye qonaxekê ku êdî zehmete bê kontroll kirin û ew yek fukarên cidî ji bo Îsraîl û hevpeymanên Amerîkayê li derdora Îranê çê dike. Hevpeymanetiyên serbazî, ticarî, abûrî û hwd bi Rûsya, Çîn û Korea Bakûr re, bi taybet mijara firotina dronan bo Rûsiyê ji bo ku di şerê Ukraînê de bikar bîne û gefa êriş kirin bo ser armancên abûrî, neftî û deryayî li Kendav û derdora wê, giriftên cidî ne ku Komara Îslamî ji bo aştî û aramiya cîhanê çê dike. Hevterîb li gel wan zêdegaviyam, gefên ku li herêma Başûrê Kurdistanê dike û pilana êrişa îhtimaliye çekdarî bo ser binke û baregehên partiyên siyasiye Rojhilat ku li Başûr dimînin û gelek pirsên wisan bûne heger ku Komara Îslamî ji bo piraniya aktorên biryarder li cîhana Îro bibe pirsgirêk cidî ku êdî neyê tehemul kirin.
Dema rewşa welat ji ber her yek ji wan faktorên ku hatin bas kirin an ji ber her bûyerek din ku niha nayê pêşbînî kirin aloztir bibe, wê demê ne dûre ku êdî ew kesên niha Komara Îslamî diparêzin, berjewendiya xwe di parastina rêjîmê de nebînin. Di rewşek wisan de wê çira bextê rêjîmê xwe nikare xwe ji ber ba û bahozên nava civakê bigre.