
Piştî 7 roj ji mangirtina xwarinê ya girtiyên li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, dezgeha dad a rêjîmê neçar ma ku paşekêşiyê bike û ev mangirtin bi serkevtiyane bi dawî hat û vê yekê da xuya ku yekdengî û berxwedan li hember rêjîmê, serkevtinê li pey xwe tîne.
Pêka raporên belavbûyî nûnerê dezgeha dad a rêjîmê li nav girtîgeha qizilhisarê de bi girtiyan ragihandiye ku sizayên sepandî yên bidarvekirinên pêwendîdar bi madên hişber li vê girtîgehê de heta 6 heyvan radigre û piştî lêkolîn li meclîsa rêjîmê, pileyek ji sizayên sepandî bi ser wan de kêm dike.
Pêka wan raporan, 16 girtî li roja Dûşemî 13ê Çiriya Pêşîn ku bo cîbicîkirina sizaya bidarvekirinê bo odeya takekesî ya vê girtîgehê hatibûne veguhastiun, bo bendên wan ên giştî hatine vegerandin.
Li roja Yekşemî 19ê Çiriya Pêşîn, hejmarek ji malbatên wan girtiyên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, li rûberûyê meclîsa rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza sekinandina sizaya bidarvekirinê kirine ku bi destêverdana hêzên tepesereker ên întizamî yên rêjîmê, tundûtîjkî lê ket û rêgirî ji berdewamiya kombûnê hate kirin.