
Pêka rapora “Çaw News”ê, 8 welatiyên Kurd ên bi navên “Yasîn Eizemî, Moîn Xudadadî, Yasîn Şehsewar, Ferîd Muradî, Yasîn Remezanîzade” yên xelkê bajarê Ciwanroyê û “Hêmin Palanî, Îrfan Muradî û Pêyman Babayî” yên xelkê Serpila Zehawê, bi tohmeta “endametî li girûpên dijber” ên rêjîmê, ji aliyê taya 1 a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê ve her yek 2 sal û 6 heyv girtîgeh bi ser de hatine sepandin û piştî nerizayetînîşandana wan li derheq vê sizaya sepandî, ji aliyê taya 14 a dadgeha pêdeçonê, ev siza hatiye erêkirin.
Ev çalakvanên olî li sala 1400 a rojî de hatibûne binçavkirin û piştî 2 heyvan bi danîna barimtê, bi awayê demkî hatibûne serbetkirin û li vê dawiyê bo cîbicîkirina sizaya sepandî hatine gazîkirin.