Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirinên xoseraneya ciwanên kurd ji aliyê rêjîmê ve berdewam in

11:25 - 20 Çirriya pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, roja Yekşemî 19ê Çiriya Pêşîn, ciwanek ê bi navê “Şaho Îbrahîmî”, xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê gundê “Sebedlo”yê ser bi bajarê Banê li êrîşa xoseraneya hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst de bo ser mala wî, hatiye binçav kirin

Piştî binçavkirina neyasayî ya “Şaho Îbrahîmî” ji aliyê îtilaata spaha pasdaran a terorîst, ev bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta belavbûna vê nûçê, ti zanyariyek serast li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî ciwanê Kurd, li ber dest nîne.