Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê mijûlê lêkolîn bo dabînkirina malî bo çekkirina Hemasê ye

16:45 - 19 Çirriya pêşîn 2025

Pêka rapora nûçegihaniya Firansê, Yekîtiya Ewropayê mijûlê lêkolîn bo dabînkirina malî û gihandina alîkariyên teknîkî bo çekkirina Hemasê li çarçoveya bernameya aşitî ya Donald Trump ku Hemasê jî erê kiriye, li Xezê de ye.

Pêka hihevkirina 20 xalî ya Donald Trump bo Xezê, qonaxên bê yên agirbestê dibe çekkirina Hemasê, lêbihorîn li rêberên vê girûpê bi merca danîna çekên xwe û avakirina sîstemeke desthilata piştî şer li xezê, li xwe bigre

Yekîtiya Ewropayê ku 27 welatên endanam li xwe digre, belgeyek li roja Înê 17ê Çiriya Pêşîn li nav endamên vê Yekîtiyê de belav kiriye û beşa dîplomatîk a Yekîtiya Ewropayê tekezî kiriye ku endamên vê Yekîtiyê, dibe egera dabînkirina malî û gihandina alîkariyên teknîkî û karnasî bo çekkirinê, lêkolîn û berewird bikin.