
Mangirtinna birsîbûnê ya hezar û 500 girtiyên girtîgeha Qizilhisarê de ku ji roja Duşemî 13ê Çiriya Pêşîn dest pê kiribû, her berdewam e û hejmarek ji wan girtiyan lêvên xwe dirûne ku bidin xuya heta li bêdengiyê de jî dengê nerizayetiya wan nayê fetisandin.
Pêka raporên belavbûyî, beşên din ên vê girtîgehê wek benda 3 û 4 jî tevlî vê mangirtinê bûne û mangirtin bi lezgînî li nav girtîgehê de berfirehtir dibe.
Tevî ku hêzên rêjîmê yên li girtîgehê hewla cudakirina hejmarek ji wan girtiyan dane, lê berxwedan û lihembersekinîna girtiyên din, ev hêz neçar bi paşekêşiyê kirine.
Gorî zaniyariyan li heyama vê mangirtinê de ti xwarinek nehatiye nav salonên xwarinê û ti kes amade nîne heta tasek avê vexwe, Herwisa hejmarek ji girtiyên ku bo oda takekesî hatibûne veguhastin, heta nihajî bo bendên wan nehatine vegerandin.
Wan girtiyan daxwaz ji xelkê kirine ku alîkarî û piştevaniya wan bikin.
Rewşa tendirûstiya girtiyan li metirsiyê de ye û gef li ser canê wan e.