Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekdengî remza serketvinê ye

16:33 - 9 Îlon 2023

Nûredîn Sofîzade


Di dîroka xebata rizgarîxwaziya netewa Kurd de, ewa ku tim bûye sedemê şikestê û Kurdan di hember dijminan de kêm aniye, tenê û tenê nebûna yekîtî û yekrêziya di navbera xebatkaran û aliyên siyasî yên şoreşvan bûye, lê berevajî ger yekîtî û yekrêzî hebibe ku di dîrokê de em şahidê zaf tomarên serkevtinê bûne bi hegera yekrêziyê.
Gelek caran dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ku li hember berxwedaniya yekrêzî ya Kurdan şikest xwarine û torandine, kevtine pîlangêriya têkdana yekrêziya di nava Kurdan de û mixabin gelek caran karîne aliyên xebatkar ên nava tevgera rizgarîxwaziya Kurd ji hev veqetîne û her ev jî dibe sedem ku dijmin bi ser Kurdan de serbikeve. 
Bi berçavgirtina vê rastiyê ye ku dijmin û dagîrker ji yekîtî û yêkrêziya Kurdan ditirsin û bi`ecîne.
Her wekî her aliyek dizane salekê berî niha şoreşeke seranserî li Îranê li dijî dîktatoriya Wilayeta Feqîh serî hilda ku vê şoreşê di serî de ji Kurdistanê ve hate destpêkirin, her lewra rejîma hov sebebkarê serhildana vê şoreşê Kurd û partiyên pêşeng ên xebata netewî li Rojhilatê Kurdistanê dizane û ji çavê Rojhilatê Kurdistanê ve dibîne.
Şoreşa li jêr dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku bi hegera kuştina keça Kurd (JÎNA) ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve destpê kir, renge ti aliyeke Kurdistanî û seranserî di Îranê de pêşbîniya vê nekiribe, lewma di demekê de ku tenê Kurdistan bi hişmendiya siyasî û yekîtiya netewî ve alahilgir wê serhildanê bû ku piştre bala xwe kêşa bi ser hemî Îranê û heta derveyî welat jî, vêca astengî û kêmasî û pirsgirêk li ser rêya şoreşê xwe derîxistin.
Kêmasî û arîşên wek: Nebûna alternatîva rejîmê, nebûna rêberiyek di astê opozîsyona seranserî de, nebûna bername û sîstema paşerojê ya birêveberiya welat, ev nebûnane jî mixabin bûne sedemê dilsarî û bê hivîtiya xelkê azadîxwaz ên seranserî Îranê, û di vê navberê de rejîm xwe serkevtî dizanî, û kar û kiryarên hin binav aliyên opozîsyonê bo mînak “menşûra corc tawan” ji aliyê kurê Şahê sernixûnbûyî û hin selbêrtiyan bi qazancê rejîmê û derbe êdan ji şoreşê dawî pê hate.
Lê ev tenê rûyê xuya yê kaxetê ye û rûyê dinê hin rastiyên din dide xuyakirin ku ev jî ev e ku aliyê kêm hemû netewên bê maf û bindest ên Îranê ji bo sernixûniya vê rejîma dîktator dixebitin da ku bi mafê diyarîkirina qedera xwe bigihin; me dît ku heya niha jî digel be, peşqelê agirê şoreşê li Kurdistan û Belûçistan û herêmên din yên netewên jêr dest li dijî rejîmê berdewam e û dîktatoriya îslamî ti pêgehek di nava wan de tinîne.
Şoreşa Jînayê bi hemî avayên xwe di nava jin û keçên azadîxwazên seranserê welat de berdewam e û jinên pêşeng ên şoreşê careke din amade nînin da ku vegerine ser rewşa berî şoreşa JIN, JIYAN, AZADÎ û rejîm ji firedana laçka destê zorê û pora jina û azadiya Jinê bi`eciye û sernixûniya xwe ber çavê xwe dibîne.
Ciwanên welat dixebitin û benda vê rojê ne ku bi neman û sernixûniya vê rejîmê, ev jî wekî ciwanên welatên pêşkevtî bigehine azadî û kar û jiyaneke serdemiyane.
Ku wisa ye xeyala rejîmê bilqên ser avê ne û nekariye dengê şoreşê mat bike û di rastî de şikest xwariye û roj bi rojê ber bi kendalê sernixûniyê ve diçe; zêdebarê padiganîkirina Îranê û pê derba şîr û tepeseriyê wisa dizane ku dê bikare bo heyameke dinê deshilata xwe ya reş ji sernixûniyê biparêze, lê bêguman qedera vê rejîmê jî wekî hemî dîktatorên gelek ji vê bi hêztir tenê sernixûnî ye.
Îro rojê em dibînin ku ji bo berdewamiya şoreşê û hivîdan bi xebatkarên azadîxwaz bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, hemî part û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê zêdebarî hemî cudahiyên siyasî û îdolojîk û fikriyên xwe, amade ne ku bi yêkdengî sergêriya tevgêr û şoreşê bikin û her yek ji wan aliyên siyasî gorî hêz û pêgeha xwe di nava xelkê xebatkar ên Kurdistanê de rol bilîzin û bibe cihê hêviya gel û vê hêcetê nedine dest dijmin ku ji netifaqî û yeknebûna wan li dijî gelê me mifahê werbigire.
Bêguma yek dengî û yekîtiya hêz û aliyên siyasî yên Kurd dê bandora xwe hebe li ser netewên dinê û opozîsyona seranseriya ku bawerî bi azadî û demokrasî û wekheviyê hene. 
Vê carê yekîtiya hêzên Kurd hem bo jêfêrbûna xebatkarên seranserî Îranê dê rol hebin, hem dikare pêgela Kurd li nava opozîsyonê de bide kivşê ku êdî çiyê din ev jî bi sivikî bera xwe nedine daxwaz û mafê netewî yê Kurd û netewên dinê, hem dikare hêz û aliyên siyasî yên netewên bindest li dora bernameyeke hevpar ji bo Îrana piştî rejîma dîktator a îslamî, kom bike, hem jî ji hemiyan girîngtir, derfeta serkevtinê nede rejîmê ku ji netifaqiya nava hêzên siyasî bi qewlî dibêjin masiyan bigire.
Ku wisabye bi hemî kesî re rohn e ku serkevtin tenê di yekîtî û yekrêziyê de ye.