Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji destpêka êrîşa Hemasê bo ser xelkê Îsraîl heta niha, zêdetir ji 15 rojnamevan hatine kuştin

11:00 - 18 Çirriya pêşîn 2023

“Komîteya Parastina Rojnamevanan”(CPJ) a Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku ji destpêka şerê Hemasê digel Îsraîlê de zêdetir ji 15 nûçegihan hatine kuştin.
Komîteya Parastina Rojnamevanan tevî îşarekirin bi şerê vê dawiyê li roja Şemî 15ê Rezberê de, li êrîşa Hemasê ji sînorê xezê bo ser Îsraîlê, gelek xisarên canê yên rojnamevanan lêket û ji destpêka wî şerî heta roja Sêşemî 25ê Rezberê, zêdetir ji 15 rojnamevan hatine kuştin.
Pêka vê raporê ,11 rojnamevanên Felestînî, 3 rojnamevanên îsraîlî û nûçegihaneke Lubnanî li wî şerî de hatine kuştin.
Hevahengkerê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê li “Komîteya Parastina Rojnamevanan”, “Şerîf Mensûr” bi tekezî gotiye ku rojnamevan, kesên medenî têne hisêb û nabe ji çi aliyeke şer ve bêne kuştin an bibin bi armanc û li dema rojnamevaniyê de berpirsyaretiyeke gelek girîng li ser milê rojnamevanan e û hewce ye ku wek hemû kesên medenî rêz ji wan bê girtin û bêne parastin.
Komîteya Parstîna Rojnamevanan(The Committee to Protect Journalists) li sala 1981 a Zayînî li bajarê “New York”ê de li ser bingeha hewcehiya medayên azad bo geşekirina civakên medenî hate avakirin û berevanî ji berhemanîna raporên li cîhanê li ser binyata rastiyan û bê tirs ji paşhatên belavkirina wan dike.