N. Elî Munezemî
Her şer û pevçûnek ku di cîhanê de bi giştî û bi xasma li Rojhelata Navîn de derdikeve, rasterast bandor li ser Îranê jî dibe ku ew bandora dikare erênî an jî neyînî be. Ew bandora demekê tesîra wê zêdetir dibe ku Îran yan hevalbendê wê alîyeke wî şerî bin û tilîya Îranê di wî şerî de hebe.
Rejîma Îslamî a Îranê, Îsraîlê bi fermî bi dijminê xwe dihesibîne û bo nehêlana wê dixebite û pirr caran îlan kiriye ku piştgirîya wan alîyan dike ku li hember Îsraîlê şer dikin an jî bi her şêveyekê dijayetîyê tev de dikin. Peyvendîya navbera rejîma Îslamî a Îranê û Filistînîyan dizivire pêş serkevtina şoreşa gelên Îranê. Lê rejîma Îslamî her carê tevî hindek li Filistînîyan peyvendîyên baş hebûne. Peyvendîyên Îran û Hemasê piştî ku Filistînê di sala 1988an de Îsraîl bi fermî nas kir, bilind bûn. Peyvendîyên wan li dema serhildana şerê navxweyî li Sûriyê de, daketin. Li ber ku Hemasê nexwast li berjevendîya Esed de, tev vî şerî be. Lê li dema niha de, peyvendîyên navbera Îran û Hemasê û Îran û Hizbullaha Lobnanê gelek xurt in.
Îran xêncî alîkarîyên bi pere, bi çek û teknolojîyê jî piştgirîyê dide Hemasê û ew yeka xêncî zaf alîyên din, li aliyê Hemas û Îranê bi xwe ve jî eşkere bas jê tê kirin û veşartî nîn e. Ewa hemû li demekê de ye ku Hemas li lîstê terrorîstî de ye û alîkarîya wan bi wateya alîkarîya terrorîsmê tê hesibandin. Lê ma kê heye ku nezane Îran bi xwe makeya terrorê e!?
Di 7ê çiriya pêşîn a 2023an de şerek nû li navbera Hemas û Îsraîlê bi hêrişta Hemasê bo ser Îsraîlê û bi kuştin, rehîn girtin, komkujî û gelek cinayetên din destpê kir û ew şer bi «Tofana El-Eqsa» bi nav kirin. Îsraîlê jî hember wê hêrişê de bertek nîşan da û operasîyona xwe ya bi navê «Şûrên hesin» destpê kir û ewa yekimîn car e ku li 1973an şûn de, Îsraîl bi fermî şer îlan bike.
Her li destpêka derkevtina wî şerî de, hemûyan bal kişandin ser Îranê. Li ber ku hemû alîyek baş wê rastîyê dizanin ku Hemas bi bê erê kirina Îranê nikare şerek hanekî destpê bike. Her wisa veşartî jî nin e ku hêzên Hemasê ji alîyê pisporên Îranê ve perwerdeya çekdarî-terrorîstî distînin û bi Mûşekan hatine çekdar kirin. Îranê li destpêkê de dîsa pişta Hemasê girt. Lê gava ku dîtin wê carê ne wekî carane, haşa kirin ku ewan fermana wê hêrişê dabin yan tilîya wan tê de hebe. Zûm kirin û balkişandina ser Îranê di wî şerî de, rewş li Îranê pir aloz kir. Li ber ku hem Amerîka bi şandina keştîyên şerker, li kêlega Îsraîlê cih girt û hem jî di wî şerî de gelek hemwelatîyên welatên din jî hatin kuştin ku eger aşkera be ku destê Îranê di wî şerî de heye, ew li Îranê qebûl nakin û baca wê jî yê giran li ser Îranê bikeve. Ewa jî bi xwe yê bibe serbarê wan hemû arîşeyên ku Îranê tewî welatên din û civaka navnetewî heye bi sedema dosîya etomî û terrorîsmê.
Niha Îran cehd dike ku bi hemû şêveyekê wî şerî li Xeze de sinûrdar bike ku pel nehavêje bo cihek din. Li ber ku eger ew şera li Xeze û Îsraîlê derbikeve, ne hêsan e ku Îran lê dûr bisekin e an nekşînin bo nav şer. Xêncî wê yekê, xûyaye ku Îran dixwaze bi zûyî şer were sekinandin. Li ber ku eger şer nesekine û Hemas jar û lawaz be, ew yeka xeterek mezin e li ser rejîma Îslamî a Îranê. Xelkên bindest li Îranê de, li wê rejîmê bêzar e û rejîm hebûna xwe qerdarê wan grûpên terrorîstî e li derve ku bikare pê wan xwe li ser lingan rabigre.
Eger şer bê sekinandin, Îran dikare gelek mifahê jê werbigre. Îranê bi wî şerî karî rûmeta erteş û hêzên sîxûrî-parastinî yên Îsraîlê bişkêne. Ewa li demekê de ye ku heta niha Mosad li hember Îranê baş derketibû û çendîn pisporên Îranî kuştibûn yan li Îranê de girtibûn û lêkolîn tev de kiribûn.
Îranê bi wî şerî karî li hev nêzîkbûna Erebistanê û Îsraîlê bide sekinandin û ewa jî zerera her du wealatan jî tê de heye.
Ew şera bû sedem ku dewleta serokkomar «Biden» (Baydin) jî heta qasekê di wî şerî de bê sûçdar kirin. Li ber ku ew şera piştî hindê derket ku Amerîka, 6 mîlyard dolar perê Îranê yê astengkirî, azad bike ewa jî bo sedem ku wisa bê fam kirin ku eger ew pere nebana, Hemasê nedikarî wî şerî destpê bike.
Kurtegotin:
Şerê Hemas û Îsraîlê dikare pê Îranê jî bikşîne nav şer. Lê rejîma terrorîstî a Îranê cehd dike ku nehêle ew yek bê serê wan. Li egera şikandina Hemasê bi xurtî, terrorîsma Îslamî a Îranê jî lavaz dibe û ew yeka jî bo aramî û aştîyê di Rojhelata Navîn de pêngavek baş e. Lê eger şer bê sekinandin û Hemas jî her Xeze li bin desthilatdarî wê de bimîne û ew jî li ber alîkarîyan, her bin destê Îranê de bin, hingê rejîm hem li hember welatên din û hem jî yê hember xelkê bindest li Îranê de yê dirindetir û hartir be.