Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê tevî guherîna rewşê, berdewam e li ser domandina kiryarên xwe yên berê

11:06 - 14 Çirriya pêşîn 2025

General “Kuwîn Dangên”, fermandeyê berê yê Navgana 5 a Hêza Deryayiya Amerîka li Rojhilata Navîn ku binkeya vê li welatê Behrênê de ye, li hevpeyvîn digel “FOX NEWS”ê de tevî îşarekirin bi rewşa Rojhilata Navîn ragihand ku bi berçavgirtina pêşîneya rêjîma Îranê li têkdana rewşa aşîtiyê li Rojhilata Navî û hatine meydana girûpên Hemas û Cehada Îslamî, egera vê heye ku li pey rola kawilkeriyê be.

Navbirî ragihand ku rewşa Rojhilata Navîn guherî ye, lê rêjîma Îranê dest ji piştevanîkirin li terorîzm û milîsan bernade û bi ti awayek Îsraîlê bi fermî nas nake.

Herwisa navbirî ragihand ku rêjîma Îranê dê bibêje piştevanê terorîzmê nîne lê em dizanin ku rastî tiştek dinê ye.