Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye û kirîza perwerdehiyê

11:58 - 29 Çirriya pêşîn 2023

N. Dara Natiq

Urmiye ku yek ji bajarên herî girîng û sitratêjîk yê Îran û rojhilatê Kurdistanê ye û sinûrên sê dewletên Turkiye û Îraq û Azerbaîcanê li hev di warê tiranzîta bazirganî û alvêrê li hev girê dide, di varê çavkaniyên bin erd jî herêmek herî dewlemend û bi buhaye, lê mixabin bi gelek kirîzên bingehîn yên weke sîstema perwerdehî, abûrî, jîngehî û arîşeyên civakî re berbirû ye. Emê di vê gotara xwe de herî zêde balê bikêşîne ser sîstema perwerdehî ku çavan bûye qorbaniyê siyasetên qirêj û dujminkarane yên rejîma Îranê. li gor wan raport û nûçeyên ku ji zarê rayedar û berdevkê wezareta perwerde ya ku di mediya û rojnameyên welêt de belv bûnî, bajarê Urmiyê di asta perwerdehî û bi taybetî xwandinê de, di rêzbenda 28'mîn a welêt de ye. Bûdceya hewce bo dabîn kirina îmkanat û nûjenkirina qotabxane û sîstema perwerdehî a wî bajêrî pir kêm û gurey hewce nine. Wê gavê pêwîstiya wê parêzgehê aliyê kêm nizîk bi 5000 hizar qotabxaneyan heye ku werne çêkirin. Serbarê ku roj bi roj astê heşîmeta wê parêzgehê jêhel diçît rêjeya zarokên qotabxaneyan zêde dibe lê qotabxaneyên hewce bo wê asata zêde ya xwandekaran pir kêm in. Ew qotabxane û navendên xwandinê yên ku heyî jî pir kevnin û hevcehî bi nûjenkirinê hene û rêjîm tu bûdceyek bo nûjenkirina wan terxan naket. Di beşeke zaf ji gundan de, zarok di kanêksan de dersê dixûnin. Ew kanêks jî piranî ji aliyê xelkê xêrxwaz we hatine kirîn. Beşek ji wan mamostayên qotabxaneyan heta astê xwandina wan ya zankoyê ji tuninin û bi avayek pir seqet û lawaz waneyan dibêjin. Li gor gotina berdevkê wezareta perwerde, wê gavê sertaserê Îranê hewcehî bi damezrandina 200hizar mamostayan heye ku rejîm ji ber kirîza abûrî nikare wan damezrêne. Ji ber kêmbûna hiqûqê mamostatiyê û nedana hiqûqên karmendan di dema xwe de tu kes hazir nine heta pîşeyên xwe yên mamostatiyê jî berdewam bike. Gelek zarok her di asta seretayî a xwandinê de dest ji berdewamiya xwandinê hildigrin. Rêjeya zarokên ku dest ji xwandinê berdidin zêdetire ji wê rêjeya ku li nû de diçin qotabxaneyan. li gor wan amarên fermî ku têne belav kirin, zêdetir ji 180'hizar kes di bajarê Urmiyê nexwandevanin. 25 ji sedê a kuran û 45 ji sedê a kiçên ku zanko tewaw kirine wê gavê bêkarin û tu delîveyên karî bo wan nehatine dabîn kirin. sîstema germkirina polên dersên standard nînin, di salê de dehan karesatên agirberûnê çêdibin û bi dehan xwendevanên weke qotabxaneya şînavê dibin qorbanî. mixabin Keçên Şînawê, piştî 8 sal jiyana digel birînên xwe yên kûr, ku bîranîna wê rûdawê nexweştirîn rûdawa jiyana wan e, heta niha jî bi tewawî nehatine çareserkirin, û berpirsên Rejîma Îranê jî ji hinartina wan bo derveyê welat, bi hêceta hebûna dermanên hewce di nav Îranê de, amade nînin keçên Şînawê bişînin derveyî welat û werne çareser kirin. Rejîma Îranê Helandina ziman, çand, dîrok û nerîtan bi giştî hewldanek e ji bo ku astengan çê bikin û neteweya ku bihelînin, weke di perwerde û pirtûkan de tê dîtin. Herwiha di şano û sînemayan de jî ev yek bi zelalî tê dîtin.”Rewşa jiyan di parêzgeha Urmiyê de, tevî hebûna çendîn neteweyan, zêdetirin asta çavedêrî û kontrol ji aliyê rejîma Îranê ve heye, û xelkê wan deveran bi taybet xelkê Kurd di wê parêzgehê de rastî cudatîdanîn, guhnedan û pêrenegihîştin ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve dibin û ji piraniya xizmetguzariyan bêpar in.

Bi giştî sîstema perwerdehî û pêregehîştina asta qotabxane û polên dersê û îmkanatên hewce bo kerta giştî a perwerdehiya bajarê Urmiyê pir lawaz û kirîzdar e.  Ew sîstema seqet û guhnedana rejîmê bi kerta perwerdhî û xwandinê di wî bajarî de bûye sebeb ku piraniya zarokan bêhêvî dibin û her di qonaxên seretayî yên xwandinê de dest ji xwandngehan hildigrin û

li ber rewşa xotab ya abûrî û nebûna delîveyên karî berê xwe didin karê kulberî û pir dijwar û dibne nêçîra çete û terorîstên sipaha pasdaran û jiyana wan dikewe xeterê û tê kuştin û zîndanî kirin û eşkence kirin.

Ewa me di serî de îşare pê kir beşek biçûk ya wan arîşe û kirîza kûr ya ku xelkê îranê bi giştî û rojhilatê kurdistanê bi taybetî û xelkê bajarê urmiyê bi xasmanî pê re berbirûn.