Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikujên Mirovhez

12:01 - 29 Çirriya pêşîn 2023

N. Serbest Urmiye

Di êrîş bi navê” Bahoza El-Eqsa” de ku baskê  şerajo yê Hemasê b navê Ezedîn Qesam 14 rojan berî niha li dijî Îsrayîlê destpêkir û tê de hejmareke zêde xelkê sivîl hatin kuştin û heta qasekê taqima destpêker a şer kete nava axa Îsrayîlê, bû sedma bersivdaneke cidî û xurt ji aliyê dewleta Îsrayîlê ve. Bi terzekê ku hemû dem û dezgehên wî welatî hatin ser hêlê û îlana rewşa awarte ya şer hate kirin.

Ji destpêka  şerê han ve heya niha raman û helwestên cuda di cîhanê de hatine girtin.  Bi hizir û ramanên cur bi cur dijberî yan piştevanî li aliyên şer hatiye kirin, ku xelk û rejîma Îslamî ya Îranê di vê derheqê de bê par nebûne. Lê di nava hemûyan de helwestên civak û rejîma Îrane pitir bala mirov dikişîne. Ji ber ku rejîma Îranê dîrokeke dirêj di damezirandin, bihêzkirin û piştevaniya taqimên şerajo di  Filistînê de heye û neveşartiye.

Her çend ku di şerê nû de rejîma Îranê  hewil dide xwe jê veşêre û hebûna xwe  tê de red dike, lê di heman demê de, di asteke bilind de piştevaniyê jî li taqimên Felestiê yên girêdayî bi Hemasê vê  dike.

Şerên di navbera girûpên Felestînê yên girêdayî rejîma Îranê ve û Îsrayîlê, civaka Îranê parve dike. Alîgirên şer yên ku dijberî girûpên girêdayî bi rejîma Îranê ne û dijberên piştevanên rejîmê û alîgirên taqimên şerajo yên çekdar, di bin siya parastina xelkê Felestînê de.

Tayê yekem ku alîgiyra şer dikin, berevajî piropagendeyên rejîmê, ne dijberê xelkê Felestînê ne û ne piştevanê Îsrayîlê, belkî civakeke azadîxwaz e ku li hember sîstema serkutkar a rejîma Îranê sekinîne û hemû çalakiyên grûpên çekdar yên Hemasê jî di çarçoveya sîstema reîma Îsalmî de mêze dike. Ev jî tê ser vê hindê ku rejîma Îslamî ya Îranê di siyasetên xwe yen hindur û derve de li gorî hêviyên civaka Îranê tevnagere û siyasetên derve yên rejîma Îranê li ser bingeha  îdeolojîk a wê gefê ji ewlehiya herêmî û navneteweyî dike, siyasetên wê yen hindur ji bilî tepeserkirin û kuştinê,  gefê ji ewlehlî û pêkvejiyana gelên Îranê deke. ji ber vê çendê ye jî ku sîstema tepeserkar ya rejîmê,  rê nade dengê wan weke alîgirên rejîmê derkeve.

Tayê duyê yan ku em bêjin bikujên mirovhez, ev dijberên şer yên piştevanên rejîmê ne. Di çend rojên borî de û Ji  bilî dem û dezgehên hikûmetî yên rejîmê, meşeke berçav ji xelkê, nemaze li Tehranê derketin ser şeqaman û bi hildana ala Felestînê, dijberiya xwe tevî Îsrayîlê îlan kirin. Serbarê vê çendê ku dezgehên ragihandinê yên rejîmê meşên han li ser navê hemî xelkê radigihînin, lê ezmûnên berê eşkere dikin ku beşdarên meşa han, ne nûnerê civaka hişiyar a Îranê ne,  belkû dûkevtiyên siyaseta rejîmê ne ku li gel û azadiya gelê Felestînê weke emrazê xapandina civaka navneteweyî mifahê werdigire. Meşa han ya  xêlî li serên  rejîmê yê ku bi eşkere dane xuyakirin ku ne tenê baweriya wan  bi azadî û jiyana azad çinîne, di heman demê de jî li dijî azadiya welatiyên Îranê sekinîne û her rojê Armîta Geravend yan Jîna Emînî’yekê di pêxema parastina sîstema rejîma Îslamî ya Îranê de dikujin. Beşeke din jî ew in yên ku di dema serhidana azadîxwaziyê” Jin, Jiyan, Azadiyê”de, li pey Ronaldo bi kîlometran direviyan. Lewma  bila her kes bizane ku ev bikujên azadiyê ne û xêliya mirovheziyê rûmetê wan naveşêre.