Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata Saxarov ji bo Jînayê, gaveke baş bû ji bo piştevaniya Kurdan

10:26 - 30 Çirriya pêşîn 2023

Eskender Ceiferî

 

Piştî ku keça Kurd bi navê Jîna Emînî di nîva Îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê polîsên rêjîma faşîst a Tehranê ve hat şehîdkirin, xwepêşandanên li dijî rêjîmê li Kurdistanê dest pê kirin û pişt re li herêmên din ên Îranê belav bûn.

Ev têkoşîn, niha bi navê Jin, Jiyan, Azadî tê binavkirin.

Di rojên derbasbûyî de jî xelata Saxarov ji bo Jîna û malbata wê hate pêşkêşkirin.

Ev derfetek e ji bo ku Kurd bikarin dengê mafxwaziya xwe zêdetirî ji berê hildin.

Ji destpêka şoreşa Jînayê ve her roj vîdyo, wêne û rapor ji Îranê derdikevin ku siyaseta baviksalarî ya rêjîmê nîşanî me didin.

Ger di bin desthilatdariyeke wiha faşîst de rewşa jinan biguhere, wê bandorê li ser rewşa jinan li welatên din ên Rojhilata Navîn ên weke Iraq û Afganîstanê jî dabinê.

Vê têkoşînê heya niha kariye ji çend aliyên cîhana rojava destekê werbigire, lê ev têra nake. Ew xelk ji bo azadiya jinên cîhanê têdikoşe.  Niha jinên li Kurdistanê û herêmên din ên Îranê nûnerên jinên welatên din ên Rojhilata Navîn in.

Jin di vê têkoşînê de bi tenê nîn in.  Di vê têkoşîna mezin de ji bilî jin û zilaman, homoseksuel, LGBT û kêmîneyên din jî cih digirin. Ev yekemîn şoreşa jinan a cîhanê ye ku li Kurdistanê dest pê kiriye û pêwîste li hemû cîhanê bê bicîkirin.

Rojnameya Lîberation a çapa Parîsê di raporekê de eşkere kir ku şaredariyê, biryar standiye ku wêneyê Xumeynî avakerê rêjîma gemar a faşîstên Tehranê rakin û li dewsa wî, wêneyek ji serhildana Jîna danîne wir.

Herwisa her piştî ku şoreş bi gurr bû, Annalena Baerbock wezîra derve ya Almanya ragihandibû ku ew dîsa li Îranê riftara hovane ya rêjîmê li hemberî xelkê dibînin. Sipaha Pasdaran ya rêjîmê her roj xelkê têror dike. Lewma niha pir girîng e ku pêleke din ya dorpêçan bixin ser rêjîmê û bi taybetî ser Sipaha Pasdaran. Wê got ku dîsa em bi awayekî eşkere dibêjn em li rex xelkê wêrek li Îranê disekinin û em têrorkirina welatiyên Îranê ji aliyê rêjîmê ve şermezar dikin.

Beriya niha jî Komeleya Mafên Mirovên Kurdistanê li Jenevê ji Neteweyên Yekbûyî xwastibû li dijî rêjîma faşîstên Tehranê tevbigere.

Parêzvanên Mafên Mirovan, Ensemble Contre la Peine de Mort, û Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê-Jenev piştgirîya avakirina şandeyeke navneteweyî ya serbixwe ya lêkolîna rastiyan li Îranê kiribûn. Pişt re jî bi alîkariya Kurdan ew şande hate avakirin û wê şandeyê bi rapora xwe Îran şermezar kir.

Di daxuyaniya wan de hatibû: Ji dema ku xwepêşandanên li seranserî welat piştî şehîdkirina keça ciwan a Kurd “Jîna Emînî” dest pê kirin, sedan şehîd hene ku beşeke zêde ji wan jin û zarok in.

Rejîmê bi hezaran kes ji ber ku tevlî xwepêşandanên aştiyane bûne binçav kirin. Wan bi kêmanî şeş kesên ku bi xwenîşandanan re têkildar in, li ser bingeha sûcên nezelal ên şerê li dijî Xwedê an gendeliya li ser rûyê erdê, bi darvekirinê siza kirine.

Herwisa gotin ku em ji ber bikaranîna hêzeke zêde ya desthilatdaran li dijî xwepêşanderan, bi taybetî li Belûçistan û Kurdistanê, gelekî nîgeran in.

Her wiha bi tundî windakirina bi zorê ya xwepêşanderên birîndar û kuştî û redkirina rayedaran ji dayîna cenazeyên kuştiyan ji malbatên wan re şermezar dikin.

Hêzên zordar ên rêjîma Komara Îslamî li Tehranê jî êrîşî zanîngeha Şerîf kirin û çend demjimêran zanîngeh dorpêç kirin. Ew jî piştî protestoya xwendekaran û bi danîna kemînan ji bo xwendekaran dihat û tê de di encamê de hejmareke mezin ji xwendekaran hatin binçavkirin û ji wan xwendekaran jî li wir hatin birîndarkirin. 

Tawaneke din a Komara Îslamî êrîşa li ser girtîgeha Êvîn a li Tehranê bû. "Êvîn" bi kiryarên dijîmirovahî yên li dijî girtiyên siyasî û çalakvanên biyanî yên ku di zindanê de tên ragirtin navdar e. Tê gotin ku bi sedan welatiyên binçavkirî yên vê dawiyê jî li vê girtîgehê ne.

Di encama vê êrîşê de bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Mafê jiyana azad, jiyaneke bi rûmet û hebûna mafên siyasî û civakî, beşeke bingehîn a mafên mirovan ên vê serdemê ye. Mafê ku ev 45 sal in ji aliyê rêjîma Komara Îslamî ve tê zewtkirin û ji gelên Îranê hatiye standin.

Niha piraniya bajar û deverên Îranê ji Kurdistanê heya Belûçistanê, ji Ehwazê heya Azerbaycanê, ji Gîlanê heya Tehranê, Îsfehan, Meşhed û bajarên din bi tundî ji aliyê rêjîma Komara Îslamî ya Îranê ve tên tepisandin û rojane bi kêmî em şehîdkirina kesekî ji aliyê rêjîmê ve dibînin. Komara Îslamî hemû riyên têkilîdanîna bi mirovên derveyî Îranê re digire yan jî kontrol dike. Niha gelek dijwar e ku bi bajar û navçeyên curbicur ên Îranê re têkilî çê bibe û Komara Îslamî ya Îranê bi qutkirina înternetê û rêyên din ên girêdana gel û çewsandina raperîna gelên Îranê hewl dide ferzkirina dîktatoriya xwe li ser gelên Îranê bidomîne.