Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê Xezê ber bi kûve diçe?

10:29 - 30 Çirriya pêşîn 2023

N. Ebdûlazîz Qasim 

Wekî dizanin ku (Şerê Gazayê) ji aliyê Tevgera Hemasê ve berî çend rojan bi çend êrîşên çekdarî û kiryarên berfireh yên kuştin û revandina serbaz û xelkê sivîl yên Israelê di roja Şemiyê 7ê Cotmehê de destpê kir, ku hin jî didomîne. Di demê ku danûstandin di navbera hinek dewletên Erebî û ÎsraÎl de dihatin pêkanîn û gihiştibûn astekî bilind, bi taybetî danûstandin di navbera Erebistana Saudî û Îsraîl de, ku bi awayekî berçav pêşve diçûn, ku berî çend rojekî ev yek di daxuyaniyekê de digel kanala Fox News li ser zarê Şêxzadê Saudiyê Mîr Mihemed kurê Selman di roja Çarşemê 20ê meha Îlûna borî de hatibû dûpatkirin û balkişand bû ku danûstandin digel Îsraîlê (Roj bi roj pêşdikevin).
Hevdem ku ev danûstandin û têkiliyên ji demeke dirêj têne pêkanîn ji bo asayîkirina têkiliyan di navbera Saudî, Îmarat û Îsraîl de, ku dikevin di çarçoveya projeyekê mezin yê Wîlatiyên Yekgirtî yên Amerîkayê de, nemaze piştî zêdebûna bizavên Rûsya û Çînê, ku li vê dawiyê hindek pêngav bi serpereştiya Çînê hatin pêkanîn bi armanca normalîzekirina têkiliyên Saudiyê digel Îranê, û ji ber ziyanên vî şerî yên mezin li ser jiyana xelkê sivîl û rewşa Rojhilata Navîn, Serokê Amerîkayê Biden di daxuyaniyekê de êrîşa Hemasê şermezar kir û got: "ku wisa xuya dike ku kiryarên Hemasê ji yên DAIŞê xirabtir in".
Tevlî ziyanên mirovî yên vî şerî, lê ya herî girîng ku çarenivîsa pêvajoya asayîkirina têkiliyan di nav Îsraîl û Ereban careke din ketin di metirsiyek mezin de, ku Amerîka bi hemû hewlên xwe bi salan dixebite ji bo aştiyê, nemaze îro dixebite ji bo dûrkirina Erebistana Saudiyê ji bazarên aborî û siyasetên Çîn û Rûsyayê, nemaze piştî beşdarbûna wê di Lûtkeya BRICS de û asayîkirina têkiliyên diplomatîk digel Îranê.
Goman di wê yekê de nîne, ku her rêkeftinek di navbera Erebistana Saudî  û Îsraîlê de, helbet dê bibe sedema têkçûna têkiliyên wê bi Îranê re, û piştre dê bibe dergeh bo berfirehkirina têkiliyên Îsraîl bi tevaya dewletên Erebî re û herwiha dê zemîneke xweş peyda bibe li pêş xurtkirina têkiliyên Amerîka û Îsraîlê jî ber bi dewletên Asaya wek Malezya, Endonezya û Pakistanê ku dê têkiliyên Amerîkayê bi Asyayê xurtir bibin, zêdebarî cîbicîkirina projeya Korîdora Kesk ya ku Asyayê bi rêya Hindistanê di nav axa Erebistana Saudî û Îsraîl re derbasî Ewropa bibe, herwiha dê bibe alternatîf û rêgir li pêşiya projeya Çînê yê bi rêya Tirkiye û Îranê.
Piştî vê xwendina kurt û herwiha ji ber têkiliyên xurt yên di navbera Hemas, Tirkiya û Îranê de, dikarin bêjin ku êrîşa Hemasê li ser Îsraîlê di van şert û mercên niha de, yekser dikeve di berjewendiya Îran û Tirkiyê de. Di heman demê bi şerekî bi wekalet di berjewendiya çend dewletên Asaya de, wekî Çîn,û Îran û Tirkiyê jî, herwiha ji aliyek din ve bi şerekî li dijî berjewendiyên Amerîka, Ewropa, Hindinstan û Erebistana Saudî tê zanîn, û axaftina Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken vê yekê piştrast dike, dema gotî: (ku operasyona Hemasê bi deh qatan ji ya 11ê Septembera 2001ê mezintir e).
Lewra me dît, ku Amerîka her di demjimêrên pêşiyê de, biryar da bi şandina çek û cebilxane û gemiya firokehilgir ya Amerîkî Gerald Ford nêzîkî peravên Îsraîlê bo rê li berfirehbûna şer bigire, ku serdana serokê Amerîka Biden bo Îsraîlê û Rojhilata Navîn dikeve di heman çarçoveyê de û herwiha bo dûpatkirina piştgiriya Îsraîl, di heman demê de, ku Artêşa Îsraîlê ji aliyê xwe ve, hêzên xwe li ser eniya şer li ser sînorên Xezê û Lubnanê xurt dike û xwe bo şerekî mezin amade dike, da bikaribe bersiva her êrîşekî bide li ser eniyên şer û her jêder û çavkaniyên metirsiyê, bi tayebtî li ser eniyên şer li hember Hemas û Hizibulah.
Tevî ku hêjî şer bi dawî nehatiye û di destpêka xwe de, wisa xuya dibe ku ev şer di demekî kurt de wekî şerên din bi dawî nabe, û vê carê Îsraîl rijde li ser têkbirina Hemasê bi yekcarî û dûr nîne ku saziyên nuklerî û navendên atomiya Îranê jî bêne armanc kirin, nemaze ku Netanyahu û Gantz bi siyaseta Biden ya li hember Îranê nerazî ne, lê niha piştî şerê Xezê, wisa xuya dike ku siyaseta Amerîka li hember Îranê û Hizibulah dê hişktir be, nemaze piştî armanckirina berjewendiyên wê li Rojhilata Navîn bi awayekî micid, lewra tê pêşbînîkirin ku bersiva Amerîka li hember Îranê bi taybetî piştî şerê Xezê dijwar û girantir be.