Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê li navbera Hemas û Îsraîl û rola welatên wek rejîma Îranê

16:56 - 31 Çirriya pêşîn 2023

N. Hûmen Simko

Şerê li navera Hemas û Îsraîlê, niha yek ji girîngtirîn û aloztirîn pirsgirêkên devera Rojhilata navîn e û nigeriyên cîhanî li pey xwe aniye. Ew şer li devera Xezê de dest pêkiriye û bûye sedem ku welatên din seha nigeraniyeke kûr bikin û li pey destêwerdan li deverê de bin. Li wî şerî de rejîma Îranê wek piştevanê Hemasê, piştevanîkiriuna xwe ji vê girûpê daye zanîn lê înkara her cure rolek li vê êrîşê de dike.

Ew yeka li halekê de ye ku rejîma Îranê bi şandina alîkariyên malî û cebilxane bo Hemasê, hewla bihêzkirin û piştevanikirina wan dide lê li rû de tê xuya ku Hemasê biryara êrîşkirin bo ser Îsraîlê tenê bi xwe daye û rejîma Îslamiya Îranê bi awayê rasterast tevlî şer digel Îsraîlê nebûye.

Ev mijare bûye sedem ku nigeraniyên cîhanî li derheq dijwartirbûna wan dijayetiyan û şeran li deverê de zêde bibe û hejmarek zêde ji welatan li pey rêçareyan bikevin da ku wan dijayetiyan kêm bikin û rêçareyek bo cihgîrkirina aşitiyê li deverê peyda bikin.

1- Tirkiye wek welatekî Rojhilata navîn li vê deverê de xwedî bandor e û cehdê dike ku wek navbendçiyek li şerê Hemas digel Îsraîlê de rolek ektîv hebe, Tirkiyê berê jî kariye li çend alozoyên deverê de rolek girîng bilîze lê hêj nayê pêşbînîkirin ku gelo Tirkiye dê bikare wek navbendçiyek li şerê Hemas digel Îsraîlê de rol hebe an dê tevlî şer bibe.

2- heta niha şerê Hemas û Îsraîlê bi qasekî berfireh nebûye û welatên din bi rastersat beşdarî li vê şerî de nekirine ku bibe şerê cîhanî yê sêyem û egera vê yekê jî kêm e. Ew şere niha şerekî li deverê de ye û piraniya welatan hewlê didin ku bi rêya dîplomasiyê wan aloziyên bi xwîn kêm bikin û rêçareyekê bo deverê peyda bikin.

3- rejîma Îranê wek yekem welatê piştevanê terorîzmê li cîhanê, piştevaniyê li Hemasê dike, rejîma Îranê bi şandina alîkariyên malî û cebilxane bo Hemasê hewla bihêzkirin û piştevanîkirin li Hemasê dide lê heta niha ti belgeyek serast ji rola rasterast a rejîma Îranê li şerê Hemasê digel Îsraîlê de nehatiye belavkirin, lê pêka gotina berpirsên “Hemas, rejîma Îranê bi milyaradan dolar heta niha alîkarî daye Cehada Îslamî  û Hizbullah a Lubnanê”, û li piraniya ragihandinên xwe yên fermî de ev yeka bi tekezî bas kirine.

Li vê derheqê de rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî”  berî şerê Hemasê digel Îsraîlê bi tekezî û eşkere alîkariyên hemû aliyane a rejîma Îranê bo girûp û taqimên li dijî Îsraîlê bi taybet “Hemas, Hizbullaha Lubnanê, Cehada Îslamî, Hûsiyên Yemenê, û çend taqim û milîslên din” ragihandiye û bi 10an carî jî ew yeka dubare kirine ku her hêzek digel Îsraîlê şer bike ew dê bi hemû awayekî hevkarî û piştevaniyê li wan bikin.

Li vê dawiyê de rejîma Îranê ji tirsê êrîşa Îsraîl û Amerîkayê bo ser xwe, paşekêşiyeke berçav ji piştevanêkirina rasterast bo Hemasê kiriye ku dê paşhatên dijwar ên siyasî yên giran bo rejîma Îranê hebin û renge bandora xwe li ser hêzên wiha ji dest bide.

4 – Li derheq Felestîn û Lubnanê de bo tevlîbûn bi şerê digel Îsraîlê ti pêşbêniyeke serast nayê kirin lê beşek ji girûp û taqimên milşiyayî yên li wan deveran de renge bersiva êrîşên leşkerî yên Îsraîlê bidin, herwisa renge li dijwartirbûna dijayetî û berdewamiya şerê Îsraîlê de beşek ji girûpên din ên felestînî û Lubnanî tevlî şer bibin.

5 – Civaka welatên Îslamî jî bi parêzvanî û bi pêka rewşa şer, Îsraîl renge wek bersiv bi Îsraîlê beşdarî şer bibin lê hewceyî gotinêye ku her welatekî berjewendî û siyasetên taybet bi xwe hene û renge ti welatek amade nebe bo piştevanîkirin li Hemasê welatê xwe tûşî pirsgirêkên kawilker bike û ev yeka li destê birêveberên wan welatan de ye. Herwisa renge hejmarek ji welatên civaka Îslamî bixwazin bi rêyên dîplomatîk bo kêmkirina aloziyan hewlê bidin û rêçareyek bo cihgîrkirina aşitiyê peyda bike.

Li encamê de şerê Hemasê digel Îsraîl ne bi tenê dê bandoreke zêde li ser Rojhilata Navîn hebe, belku nigeraniyên cîhanî jî li pey xwe anîye û civaka cîhanê hewlê dide ku rêçareyek bo bidawîanîn bi wan aloziyên bi xwîn peyda bike lê bi sedema êrîş û kiryarên Hemasê li girtin, kuştin û îşkencedana xelkê medenî, hêcetek wiha bi destê Îsraîlê daye ku heta dawîanîn bi pirsgirêka Hemasê nasekine.