Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kî fermana êrîşa bo ser Îsraîl daye Hemasê?

22:43 - 10 Çirriya pêşîn 2023

N. Nûredin Sofîzade

Xerc û têçoya şerekî malvêranker, û êrîşa bo ser Îsraîl ji aliyê girûpa Hemasê ve bi avêtina pitir ji 5 Hezar rokêt û mûşekan, bê guman ji kîs û paxel û li ser sifrika xelkê belalêdayî ye îranê û ji aliyê deshilatdarên rejîma terorîstperwere Komara Îslamî ve tête danê.

Ev 45 sale ku piraniya serweta Îranê ji aliyê vê rejîmê ve serfî tedexul li welatê dine û bo teyarkirin û pirçek kirinagirûp û milîsên girêdayî bi vê rejîmê tête kirin û heçî dema rejîma Îranê xwastibe û meslehet û berjevendiya vê hewce zanîbeî ev girûpane bikar anîne daku şer û kuştar û terror û teqîn û aloziyan li dewer û welatên dine de biafirînin.

Di demekê de ku bi hegera siyaseta şaş û qirêje rejîmê dorpêçên berfirehe abûrî ji aliyê gelek welatan û ji wan hin welatê Ewrûpî û Amerîka ve kevtine ser Îranê û bi vê hegerê ve xelkê welat birsî û bêkar bûye û nanê şewê çinînin û bi vê hegerê ve jî dehan diyarokê civakî bi ser xelkê Îranê de hatine, rejîm bi milyardan Dolar serfî teyar kirina girûpên terorîstiye girêdayî bi xwe li nawçê de dike.

Çend rojan berya niha bû ku li encama lihevkirina rejîma Îranê û Amerîka, li hember berdana çend giroganên sivîl yên Amerîkayî ku rejîma Îranê bi armanca xerac wergirtina ji Amerîka ev girtibûn, Amerîka 6 milyard Diravê biloke kirî yê Îranê azad kir, vê demê gelek rayedarên siyasî ev yêke anîne ziman ku rejîma Îranê wî diravî dem û dest xeric kiryarên terorîstî û alozkirina welatên nawçê bike. Ewa bû ku piştî salan heya qasekê aramiya di navbera Filîstîniyan û Îsraîl de, rejîma Îranê girûpa Hemasê bi wî diravî teyar kir û xercê havêtina hezaran mûşrkan bo Îsraîl kêşa ustiyê xwe û bû sedemê rabûna peşqelê agirê şerekî malvêranker ku dirav ji kîsî xelkê Îranê diçe û malvêranî û xwîn jî bo Filistîniyan û Îsraîliyan re dimîne.

Hemî cîhan baş dizane ku agir xweşkerê şer û êrîşê rejîma Îranê û rêberên wê ne. Hevdem di gel xwîn û agir û barût û kavilkariya bi hegera êrîşa Hemasê bo ser Îsraîl û bertek û bersiva Îsraîl û êrîşa esmanî û bombebarana Xeze û bajarên Felistîniyan, li Tehran û hin bajarên dine yên Îranê, rejîmê ji kirêgirtî û hêzên xwe xwast ku derkevin û vê êrîşa Hemasê wek serkevtinekî mezin pîroz bikin û bikne cêjn, ewa jî di demekê de bû ku hemî cînan bi çavê nîgeranî û bi xemgînî ve mêzeyî wî şerî dikin, ew kiryara Komara Îslamî gelek bi zelalî dide xuyakirin ku ferman û biryar û alavên şer û mûşek ji kîderê re hatine danê û dabînkirin.

Xelkê Filistînê dibe baş bizanin ku rejîma terorîstperwere Îranê xêr û xweşiya wan naxwaze, belkû ev box we kirine amûrê şer û tevdaniyê û tenê bi dû berjewendî û îdolojîka xwe de ye.

Di demekê de ku hin welatên erebî ji Îsraîl nêzîk bibûn û peywendiya xwe asayî dikirin û di hefteya derbasbûyî de Erebistanê jî pêngav bo asayîkirina peywendiya xwe tewî Îsraîl havêt, ev pêşbîniya dihate kirin ku rejîma Îranê ku ji tires vê nêzîkbûnê agir girtiye û egera tevdanî û bikaranîna girûpên girêdayî bi xwe bo têkdana vê rewşa aram têk bide û şer û aloziyê biafirîne.

Çimku ev 45 sale rejîma Îranê direvde kevrê berewanî ji Filistînê sîngê xwe dide, lê di rastî de tenê box we kiriye dukan û bazarê pê dike.

Heçî gava aştiyek di navbera Îsraîl û Filistînê de hatibe pêş yan jev nêzîk bibin, Komara Îslamî girûpên girêdayî bi xwe hay dane bo çêkirina şerekê û hemî rîsê wan jê kiriye hirî.

Di dawiyê de em xatircemin ku ev kiryarên rejîma Îranê ji aliyê Îsraîl ve bê bertek namî û mixabin dê dûkela vê siyaseta qirêje deshilatdarên rejîmê biçe nav çavê xelkê welatê meî her çawan ku niha xelkê Filistîn û Sûriye û Lubnan û….. baca wan şerxwaziya rejîma Îranê û girûpên girêdayî bi vê didin.