Serbest Urmiye
Renge ev beyte li helbesta seydayê Ehmedê Xanî, li gor şiroveya îro bo cîhana pêşkewtî ya mirovahiyê li cem hin şirovekaran were lome kirin, ji ber ku di ramanên wan de sîstema cîhanî ya îro mirovtever û demokrat e. lê peyv û pêgeha padişah weke xwedî desthilata reha ku xwedî serweriyê li ser hemû aliyên jiyana xelkê ye, hatiye pênasekirin û hevdijiya sîstema nû dike. Lê di vê derheqê de mirov dikare bêje ku piraniya dewletên ku niha di şekil û sistemên nû yên îroyî de hikm li ser Kurdan dikin, berhema hebûna padişahekê ne ku Xanî di wî heyamî de ji ber tunebûnê di nava Kurdan de dinale. Kul û kesera mezintir ji nebûna xwedî kulaheke layîq ku di wî heyamî de pitir Xanî’yê mezin pê dinale, netifaqî û nebûna yekîtiyekê ye ku heya îro jî pêsîra gelê Kurd bernedaye û sedema peyda nebûna dewleteke Kurdî û zalbûna dagîrkeran e bi ser xak û jiyana me de. Lewre Xaniyî’ê mezin rast gotiye ku:
Ger dê hebûya me padişahek
Layîq bidiya xwedî kulahek
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Heke em li dûrî û dirêjahiya dîroka xwe ya bindestî û bê dewletiyê vegerin û bala xwe bidin ya ku îro û di dîroka hevçerx de tê serê me, erzan bûn û bê biha bûna xwîna me ye, nemaze li ser xaka me. Erzanbûna xwîna me di sala bihorî heta meha îsal ya pêşiya me de bi belge hatiyê selimandin Hêj bêhna xwîna keça nûgihîştî ya Kurd wate Jîna Emînî û bi sedan keç û xortên Kurd ku di li dijî zulm û zoriya rejîma Îsamî ya Îranê de serhildan,ji welat ranebûye ku dîsan Tehran yê diçe ku bi xwîna keçeka din a nûgihîştî ya Kurd, Armîta Giravend têhnîtiya dagiîrker bişikîne.
Di 9’ê meha Rezberê ya îsal de ku sal û wextek bi ser serhidana ”Jîna”yê de derbas dibe û di pêxema jiyaneke azad de him bo jinê û him jî bo civakê, lehiya xwînê li Kurdistan û Belûçistanê rabû, dîsan bi heman terzê kuştina Jîna’yê, Armîta Girawend dikeve ber êrîşa bi nav parêzvanên “Hicab”ê û şerê mirin û jiyanê dike. Lê çima dîsan keça Kurd û çima dîsan li Tehranê?
Her çend ku serdemê niha serdemê tund û tûjina neteweyî nine ku tola xwînê bi xwînê vebe, lê gelek caran gotina birêz Arif Qurbanî, nivîskar û rewşenbîrê neteweyî yê başûrê Kurdistanê, bala mirovan radikişîne ser vê çendê ku divêt bihayê xwîna gelê xwe binirxîne. Birêz Qurbanî di hevpeyivîneke de tevî kanal a TV’yê ya “Kurdistan24”ê û di rêkevta 12,10,2019’an a Zayînî de û li hember komkujiya gelê Kurd bi destê dagîrker de dibêjê ku divêt em ji pîrozî û biha ya xwîna xwe, weke çeka serkevtinê mifahê wergirin. Wate nabe ku em rê bidin ku xwîna gelê me wiha bê biha û bê heyf bi destê xelkê were rejandin.
Mirov dikare ku ji van beytên helbesta Ehmedê Xanî ku dibêje:
Ger dê hebûya me ittifaqek
vêk ra bikira me inqiyadek
rûm û ereb û ecem temamî
hemiyan ji me ra dikir xulamî
û gotina Arif Qurbanî, ramaneke nû biafirînê ku têde mirovê Kurd li hember jiyan û mirina xwe de ji tak û civaka Kurdî xwedî derkeve. Ji bo ku em bigihîjin encamê jî, rêya me tenê yekîtî û yekbûna me ye da ku gotara Kurdî û Kurdjiyanê bihêz bike ku ev jî hewceyî rêberiyeke yekdeng di astê neteweyî de ye. Heke me biha bidaya xwîna xwe û gelek caran bersiva xwînrejan weke wan bidaya, bê guman em bi dehan û sedan serhildanê weke serhildana “Jîna”yê di pêxema jiyanê de derbas nedibûn ku xaka me heya niha jî bêhna xwîna me bide. Êdî ne dagîrker û ne rejîma Îslamî ya Îranê dikarîn bê heyf li hember kuştina me derbas bin. Vê demê mirov dikarî mizgîniyê bide Şêrko Bêkes ku êdî Tehran nevêre û nikare bi mirina me bikene.