Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîzm nasnameya rejîma Axûndî di Îranê de

10:30 - 18 Çirriya paşîn 2023

N. Hûmen Simko

 

Ji sala 1979’an û vir ve ku Şoreşa gelan li Îranê de bi awayekî ji aliyê axundan ve ji rê hate derxistin û dizînê, bingeha rejîmeke radîkal û binav îslamî li ser xelkê Îranê de hate sepandin.  Ji destpêka desthilatdariya vê rejîma çewtekar ve li jêr navê ol, sîstemeke bi sam a dîktarorî, teror û kuştina cudabîr û rexnegiran dest pêkir û piştre bi cudaxwaz xwendina hêzên azadîxwaz ên netewên din li Îranê û ragihandina cehadê bi dijî gelê Kurd, dest bi cinayetên xwe li dijî netewên li Îranê de kir.

Kuştina rexnegiran û bi taybet terorkirin û kuştina kesên azadîxwaz ên endamên partiyên dijber an opozîsiyonê, rêkxistinên siyasî û komên neteweyên ne-Fars, bû nasnama vê rejîmê. Helbet ev kiryarên rejîmê, ji destpêka sepîna rejîma Îslamî li ser xelkê Îranê heta niha jî berdewam e û kuştin, binçavkirin, sepandina cezayên giran bi ser girtiyan, terora dijberan li derveyî Îranê, girtina bê belge û girtinên bi kom, sepandina cezayên giran û wergirtina îtirafa bi zorê li jêr îşkencekirinên hovane û kuştinên bi kom hêj ji aliyê rejîma Îranê ve li ber çavên cîhaniyan têne kirin û ev yeka bûye nasnameya neguher a rejîma Axûndî. 

Ew sîma, rûk û binyata rejîmê bi wî awayî ku hemû binyat û bingeha hizrî û felsefeya kawilker a rejîmê, li asta cîhanê wek nasnameyekê bo rejîma Îranê tê dîtin.

Desthilatdariya rejîmê bi serokatiya dîktatorekî dûr ji hemû biryar û pirensîpên exlaqî û miroivî û bi nav olî û qorixkirina tewaw a desthilatê û bêparkirina hemû kes û aliyan ji birêveberiyê, ji aliyê rejîma Îranê li dijî binyatên hizrî û pêwerên cuda yên weke welatên Rojava li warên cur bi cur ên perwerde, teknolojî, civakî û siyasî de tê dîtin û rejîma Îranê felsefeya hebûn û mana xwe li ser dijayetîkirin digel wan nirx û bihayên rojavayî dibîne.

Piştî herifîna rejîma Pehlewî li Îranê, Artêşa Îranê ku yekem hêza parastina Îranê li hember heçî gefekî derekî bo ser welat bû, kevte jêr bandora hejmoniya rejîmê, lê bi qasa hewce timakariyên rejîmê û zêdexwaziya desthilatê têra nedikir, bi vê sedemê bi awayekî paralêl hêzeke bi tewaw daxistî û radîkal û bi tewaw li jêr fermana rêberiya rejîmê bi navê spaha pasdaran hate avakirin û spah bû stûna duyemîn a desthilatdariya rejîmê û piştre bû hêza yekem a leşkerî li Îranê ku bi hemû awayek li xizmeta siyaseta rejîmê û fetisandina dengê neraziyan de hate bikaranîn û li cîhanê de hemû hizrên kavilker û terorîstî yên bingehîn ên rejîma îranê bi rêya spaha quds û girûpên terorsîtî an tundajo bo encamdana pîlanên xwe yên qirêj bi kar tîne û geşê bi terorîzma navdewletî dide.

Ji destpêka desthilatdariya rejîmê li Îranê heya îro, kiryarên rejîma axûndî li ser tabloya belavokan û karnameya vê rejîma terorîstî, têne dîtin û dujminatiya eşkere ya rejîmê digel neteweyên din ên Îranê nîşan dide. Li çendîn tevgerên netewî de, bi taybetî di şoreşa Jînayê de, destên bi xwîn ên rejîma axûndî li kuştina bi hezaran jin û zarokên Îranê tê dîtin.

Rejîma Îranê desthilata xwe wisa pênase dike ku hukm û rewayî ya xwe ji aliyê Xwedê ve werdigre ku li ser gelên Îranê hukim bike û vê desthilatê li ser 4 aliyên cîhanê de berfireh bike û tevahiya cîhanê bêxe jêr desthilatdariya xwe ku xwe bi nûnerê Xwedê dizane û ti rexneyekê jî ji tu aliyekê ve qebûl nake.

Bi gotinek din ev rêberê rejîmê xwe bi nûnerê Xwedê li ser erdê dizane. Nasname û çanda çend hezar salaneya gelan li Îranê bi dujminê xwe dizane û heta hewla jinavbirina şûnwarên dîrokî jî didin û dujminê hemû aştî û azadiyeke mirovî li cîhanê de ye. 

Li vê navberê de kurdên ku heşîmeteke mezine pitir ji 15 milyonî li Îranê de heye, di van 45 salan de li hemû waran de bêpar mane. Helbet bes e ku mirov bibêje di van 45 salan de Kurd li ti warekî siyasî, civakî û çandî de nebûne xwedî maf û heçî cure xebatekî Kurdan li Îranê de wek kiryar û tevger an jî aliyek siyasî û opozisyon û dijî rejîmê hatiye hesibandin û bi awayê herî tund rastî sizadanê bûye. Mafê ti rêkxistin, kom an kesayetiyeke netewî ya gelê Kurd nîne ku beşdarî ti meydaneke siyasî li Îranê de bike û ti pile û postekî bilinde deshilatê werbigire, Ji ber ku Kurd di siyaseta rejîma axundî de bi dijeşoreş anku “ziddê Inqilab” tê binavkirin.

Fermana cehadê bi dijî Kurdan, kuştin û terorkirina xebatkar û rêberên Kurdan, terora fizîkî ya azadixwazan û kesayetiyên navdar li “Kurdistan, Belûçistan, Azerbaycan, Tirkemen Sehra, Xûzistan” û kêmîneyên olî yên wek, “Sunnî, Behayî, Ehlê Heq, Kirîstiyan û kêmîneyên din”, rûyeke din a nasnameya rejîma Îranê ye.