N. Jêhat
Kes yan kesanek dema ku li rêka berjewendiya giştî de, wek azadî, mafê gele û civatgehekê de cane xwe ji dest didin, ev dibne cangoriyê wê civatgehê ku di nava gelê Kurd de û li dirêjiya doza berheqe netewa Kurd de ev kesan bi şehîd hatine navdêrkirin.
Di Îrana jêr deshilata rejîma dîktatore Axundî de jî, heçî kesekî xebatkar û azadîxwaz ku li ser daxwaza mafê giştî wek azadî dikeve ber girtin û kuştin û îşkenca rejîmê, bê guman ev li ser mafê giştî rastî girtin û kuştinê dibe û ti arîşeyekî takiye xwe çinine, Şehîd û cangoriyê rêka xebat ji boy bidestveanîna mafê giştî de tête hisab.
Bi dirêjiya 45 sal deshilata dîktatore wê rejîmê de renge gelek kesan û li qonax û bi awayên cuda cuda de, cane xwe ji dest dabin û hatibne şehîdkirin, bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê ku heya îro rojê berxwe dide û nekevtiye qedeman û dengê şoreş û berxwedanê li vir heye, hemî bi xwîn û fîdakarî û canliserdestiya Şehîdên xwe bûye.
Herçiqas hemî şehîdên Kurdistanê, ku ji aliyê rejîma dîktaror ve li qonaxên cuda de cane xwe goriyê bi destvehatin maf û azadiya netewî kirine, cihê pêzanînê ne û ti caran nayêne ji bîrkirin, û gelê Kurd wan bi serwerê dîroka rizgarîxwaziya xwe dizane û wan ji bîr nake, lê renge li nava Îranê û netewên dine de bi wî cureyî nebe. Bo mînak ger em behsa şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li sala derbasbûyî de bikin, em bi başî she bi wê cudahiyê dikin.
Niha ku salek bi ser wê şoreşê de derbas dibe, kêm roj heye ku roja salvegera şehîdbûna çendîn xortên şoreşvan nebe, bi taybetî li vê meha Xezelwerê de rejîma dictator û cinayetkar ji bona parastina deshilata xwe, herî zêde xwenîşander li Kurdistan û Îranê de şehîd kirin. Gorî amarn nêzî 600 kesî ji Kur û Keşên xwenîşander şehîd bûn ku nêzî 140 kesî ji Kurdistanê bûn.
Gelê Kurd gorî kultur û adetê xwe ku me bas kir ku şehîdên xwe ji bîr nake, berdewam li ber kêlega malbat û kes û karên wan şehîdan bûne û bi merasiman û kombûnan yadê şehîdên xwe bilind ragirtine û dane selimandin ku ev şehîd, tenê kur yan keça malbata xwe nine, belku her çavan li pêxema azadiya netewa xwe de cane xwe gorî kiriye, her wisa jî şehîdê netewa xwe ye.
Niha kêm roj heye ku yekemîn salvegera şehîdbûna şehîdek yan çend şehîdan li kurdistanê de nebe, hemî rojê zêdebarî gef û givaşên rejîmê jî, em dibînin ku gelê me li bajarên Kurdistanê li salvegera şehîdan de yan sardana malbatên wan dikin, yan li ser tirba wan şehîdan kom dibin û bi danana deste gulan û bi rê ve birina merasiman yadê wan bilind radigrin û peymanê ligel xwîna wan nû dikin.
Ev yêke dibe sedemê zindî ragirtina yadê şehîdan û xortkirina hesta wefadariyê û zindî ragirtina hesta şoreşvanî li hizra xortan û civatgeha Kurdistanê de û herwisa peyamekî girînge jî bo dujminê dagîrker ku ger tu çiqas ji me şehîd bikî, hinde dine zêdetir me mukur dikî li ser domandina rêbaza rizgarîxwaziyê û gelê Kurd bi dana nirxa girane weke riha xortên xwe ji nav naçe û teslîm û çavtirsandî nabe.
Belê renge ev culture di nawçên dine ye Îranê de û li nava netewên dine de wek Kurdistanê nebe, bê guman ev cudahiye jî vedigere bo ser xebata dûr û dirêje netewa Kurd, li ser hesta yekîtî û yekdengiya gelê Kurd, li ser bê mafî û zilma çend qate dujmin li dijî gelê Kurd, bi taybetî vedigere bo ser bi rêkxistinî kirin û hişyarî û hişmendiya civatgeha Kurdistanê bi sedema hebûna partên siyasî û şoreşvan û pêşenge xebatê bo mînak hebûna hizbekî wek Hizba Demokrat a Kurdista Îranê ku pitir ji 7 dehkane ji xebat û berxwedanê nesekiniye û bi vê xebata xwe kariye cihpêyekî mezin li Kurdistanê hebe.
Cuda ji hev xemî û beşdariya gel mil bi milê malbatên şehîdan, em dibînin ku Hizba Demokrat pêşeng bûye bo evê ku yadê wan şedîdan ku li şoreşa sala derbasbûyî de cane xwe ji dest danî hertim zindî rabigre, lewma bi awayekî dervest ragihandina xwe de bi taybetî li Kurd kanalê de, pare û demekî zêde terxan kiriye bo zindî ragirtina wan şehîdan.
Xwîna wan şehîdan û hemî şehîdên doza berheqe gelê Kurd bêçine neçoye, belkî li pêxema azadiya miletê Kurd de bûye, lewma hemî gel bi xwîna wan emegdare û wan ji bîr nake û dê berdewam be heya bidestve hatina wan armancan ku Şehîdan li pêxemê de cane xwe gorî kirine.