Roja Şemî, “Yehya Mîrî û Salar Rizayî” li girtîgeha Dizilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê, “Ferîd Zarê`î û girtiyek din ku nasnameya wî nehatiye zanîn” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê, “Biraxas Ferzî, Xudadad Xusrewî û Gulkerem Xulamî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de “Mensûr Exlaqî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Dizfulê, “Emîn Penahî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê, “Dawûd Dewletşahî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Burûcêrdê û “Şehram Turkaşwend” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja Çarşemî 4ê Kanûna Pêşîn de jî “Mistefa Ferhadî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Eherê, “Behram Ejderî û Elî Şukurzade” li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, “Artam Xefûrî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mihabadê, “Emîn Mehdewî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mahşehrê de hatine bidarvekirin.
Li vê rojê de girtiyeka jin a bi navê “Reina Ferecoxlî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê, “Keremxuda Sipêhrî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê de hatine bidarvekirin.
Li roja 3ê Kanûna Pêşîn jî, “Emîrriza Şahmihemedî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê, “Ezîz Şêyxî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Firdosê, “Melik Gerayî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê, “Hamid Kezazî û girtiyek din ku nasnameya wî nehatiye zanîn” li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê, “Ferşîd Keremî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Damixanê û “Eskender Zekîpûr” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qûçanê de hatine bidarvekirin.
Heftiya derbasbûyî jî, zêdetir ji 25 girtiyên din hatibûne bidarvekirin.