Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 6 welatiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin

15:59 - 7 Kanûna pêşîn 2025

Rêjîma Îranê 4 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê û welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê û kesekî xelkê bajarê Mihabadê bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, bi reftarên tundûtîj binçav kirin.

Pêka rapora Kurdpayê, “Şoreş Serrût” xelkê gundî Nelîwanê ser bi bajarê Şinoyê, “Îsmaîl Seyîd Mehmûdiyan” ê xelkê bajarê Şinoyê û “Hesen Şadîxa” xelkê gundê Sînganê û “Şiwane Îbrahîmî” xelkê gundê Alkawê, li êrîşên hovane û tundîtîj ên hêzên îtilaata rêjêîmê, hatine girtin.

Herwisa “Şehram Necarî” xelkê gundê Deloyê û rûniştiyê Dizeya Dolê ser bi bajarê Urmiyê û “Aram Cemşîdûn” xelkê gundê Qeredaxê ser bi bajarê mihabadê, li êrîşên hovane û bê belgeya yasyî ya hêzên îtilaata rêjîmê de hatine girtin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan welatiyên Kurd nehatiye zanîn.