Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Calakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê berdewam in

17:11 - 7 Kanûna pêşîn 2025

Li devedevê 26ê Sermawezê, roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê, ji aliyê endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat ve çalakiyên berfireh ên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dest pê kirine ku beşek ji wan çalakiyan ev in:

Li bajarê Bokanê, li gundê Gamêşguliyê de Alaya Kurdistan û yûbila Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin û trakt, wêne û pesterên taybet bi 26ê Sermawezê hatine belavkirin.

Herwisa li bajarê Mihabadê, li sêrêyana Şîlanan, alayeke Kurdistanê bi serê deriyê mizgevta “Mihemed Resûlullah” hate bilindkirin.

Li bajarê Seqizê de jî li gundê Melqerenî, alaya Kurdistanê û yûbîla Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat, tevî birêvebirina wan çalakiyan, soza xwe digel Hizba Dêmokrat û hemû şoreşvanên gelê xwe, digel pêşmerge û şehîdên Kurd û Kuristanê dubare kirin ku heta gihîştin bi armancên bilind ên netewî, dest ji xebat û tekoşîna xwe bernedin.