Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûdceya hawirdekirina hewcehiyên xelkê Îranê 7 milyard Dolar kêmtir ji sala par e

15:56 - 7 Kanûna pêşîn 2025

Rêjîma Îranê li sala 1403 a Rojî de 18 milyard Dolar bûdce bo hawirdekirina hewcehiyên xelkê Îranê diyarî kiribû, lê tevî teweroma bêqas zêde û bilindbûna çend qatî ya nirxa hewcehiyên xelkê Îranê, li sala 1404 a Rojî de ev bûdce 11 milyard Dolar e.

Li vê derheqê de “Cebar Kûçekînijad” ê endamê komîsiyona bername û bûdceya meclîsa rêjîmê daye zanîn ku bi sedema daketina dahata neftê, hawirdekirina beşek ji hewcehiyan tûşî pirsgirêkan dibe û bûdceya ku têta bike bo wan hewcehiyên bingehîn nayê dabînkirin.

Herwisa navbirî daye zanîn ku li sala 1403 a Rojî de zêdetir ji 18 milyard Dolar bo hawirdekirina hewcehiyên bingehîn hatibû diyarîêkirin, lê bo sala 1404 a Rojî, 11 milyard Dolar hatiye diyarîkirin.

Rêjîma Îranê bo dabênkirina budceya şerxwazî û pîlanên xwe yên kawilker, ji bûdceya hewcehiyên bingehîn ên xelkê kêm dike, her wek îsal zêdetir ji milyardek Dolar alîkariya malî gihande Hizbullahê.