N. Rojan Sofîzade
Piştî evê ku rejîma dijî mirov a komara Îslamî di meha Xermanan a sala derbasbûyî de Keça Kurd a bi navê “Jîna Emînî” xelka bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Tehranê de bi derba lêdanê kuştin, û piştre her li bajarê Seqizê ve û li dema xaksipariya termê Jîna yê gelê xwedî heste me ji boy xwedî derkevtin ji kerameta jina Kurd û li hember wê cinayeta rejîmê dengê nerizayetiya xwe bi dijî dîktatoriya deshilatdar li Îranê de bilind kirin û piştre wê nerizayetiyê û hevdengiyê pel havêtne hemî bajar û herêmê Rojhilatê Kurdistan û hemî Îranê, wê demê bû ku ev dîwarê tirs û xofa ku pitir ji 40 salî bû li ser Jinê çêkiribû bi yekcarî hate herifandin.
Jin û Keçên azadîxwaze Kurdistan û Îranê bi xwedî derkevtin ji maf û azadiyên xwe û bi şikandina qeyd û bendên sepandî bi ser xwe de ji aliyê rejîmê ve, bi pêşengiya xwe li xwenîşandan de û bi firedan û şewitandina laçka destê zorê ye serê xwe, tabo û dîwarê tirsa ser xwe herifandin, û di vê şoreşê de” Jin, Jiyan, Azadî, bû dirûşma jin û keçan û gelek nekêşa ku dengê mafxwaziya jinên Kurdistan û Îranê û dirûşma wan û pêşengiya Jinan li refa herî pêşê ye şoreşê de, li cîhanê dengveda.
Gelek welat û deshilatdarên herî pilebilin û saziyên navnetewî û kesayetiyan li piraniya welatên cîhanê de ji boyî piştgîrî dan bi Jin û Keşên pêşenge şoreşa Jîna yê, bertek nîşan dan û ji boy evê ku dengê xwe hem bo piştevanî ji şoreşê û hem şermezarkirina zilm û sitema rejîma Axundî bo ser jinan, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kirin, wêneyên Jîna Emînî û keç û Jinên ku ji aliyê rejîmê ve hatne kuştin û birîndar kirin û girtin, bûne dîmenê rojane a hemî mediayê cîhanî û li nava paremanan û li saziyan de hatne hildanê, bi sedan û belkî hezaran kesan ji kesayetî û çalakên warên cuda cuda li seranserî cîhanê li ber kamêreyan bi Meqesê Pora xwe lêdan da ku xwe piştewanê jinên şoreşvanê Kurdistan û Îranê bidne nasîn, li gelek welatan navê şeqam û navendan danîn Jîna, li saziya netewên yekbûyî de, rejîma Îranê ji komîsyona meqamê jin hate derêxistin û gelek curên dinê ye piştgîriyê yên dinê.
Xûyaye ye ku starta lêdan û destpêkirina vê tevgera mezin a ku niha bi “Serhildana Jin, Jiyan, Azadî” û “Şoreşa Jinayê” hate naskirin, li pêxema xwedî derkevtin ji bê mafiya Jinan û sitema çend qatiye rejîma Îranê bo ser Jinan destpêkir. Lewra Jin bûne pêşengê vê şoreşê û bo xwedî derkevtin ji mafê xwe û beşdariya li xwenîşandanê sala derbasbûyî de,Jinan nirx û bedelê giran dan, di vê şoreşê de dehan Jin û Keçên serhildêr li dema xwenîşandan de şehîd bûn, den Jin û Keçên din birîndan bûn, Sedan û belkî Hezaran Keç û Jin ji aliyê hêzên hov yên rejîmê ve hatne girtin û kevtne bin îşkenceyên dijvar û hikmê cazayê giran bi sera zaf ji wan de hate sepandin.
Rejîma dijî jine Wilayeta Feqîh, piştî heya qasekê kêmbûna bûna xwenîşandanan, dev ji tepeserî û dijminayetiya digel Jin û Keçên azadîxwaz berneda û berdewam kevte cehda tol hildan û tirsandina Jin û keçan, ku mînaka herî berçav eve ku rejîmê bi madeyên Kîmiyayî êrîş dikire ser Zanko û Qutabxanên Keçan û ev jehrawî dikirin û rewşekî tirs û xofê bi ser wan de zal bike, yan çendîn biryarên tundajo bi dijî Jinan ji aliyê navendên rejîmê ve hatne danê ku carekî din bi destê zorê hicaba zorê bînine ser rewşa berî şoreşa Jîna yê.
Rejîmê bi danana hêzên tepeserkar û ewlehî û libas şexsî, li cihên giştî wel Metro û park û Îstgah û nava bazarê, bi awayê hovane reftar di gel jin û Keçan dikirin, heta ku li Tehranê de keçekî Kurd a bi navê Armîta Girawend jî wek qedera Jîna Emînî bi derba lêdanê kuştin.
Niha bi wan hemî nirx û bedelên ku jinan ji boy şikandina dîwarê tirs û xofa ku rejîmê çêkiribû dane, û hemî biryar û yasayên paremayîyane yên rejîmê binpê kirine, gelek dijware ku carekî din rejîm bikare jina û keçan wegerîne ser rewşa êxsîrî û hicaba bi zorî a berî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”.
Bê guman hindî rejîm givaş û tepeserî û dijayetiya xwe li ser Jinan û mafê wan zêde bike, hinde dinê jin û keçên mafxwaz û azadîxwaz dê rijd û mukumtir bin li ser daxazên xwe û bi ti awayekî amade nabin carekî din biçne bin biryar û yasayên kevnarperwerane yên rejîma dîktator, Jinên azadîxwaze Kurdistan û Îranê li benda derfeta yekcariye wê rejîma kevneperest dana û ev jî dixwazin bigehne mafê xwe û weke jinên pêşkevtiye cîhanê bikarin bigehne cih û maf û kesayetî û kerameta jêhatî bi xwe.
Bê guman dengê şoreşa bi dijî dîktatoriya komara îslamî û ji wan dengê Jin û Keçên mafxwaz ji heçî demê bilindtire û zû yan dirend dê kela dîktatoriya axundî tev biherifînin û bigehne Azadî û demokrasî û kerameta rastîne mirovî a xwe.