Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wekheviya zayendî rêya azadiya civakê ye

11:09 - 25 Çirriya paşîn 2023

Dr. Mecîd Heqî

 

Di van salên dawî de, 3 pêvajo li ser hebûn û rola Jinê di civakê de bûne sedema nîqaşan: krîza aborî ya cîhanî, kirîza kar û peydabûna keda hilberîner li seranserê cîhanê û li ser asta herêma Rojhilata Navîn, hebûna bihêz a jinan. Jinên Kurdistanî di qada tekoşîna rizgarîxwaziya neteweya Kurd de, bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistanê di şoreşa Cinetê û tevgera jinan li beşên din ên Îranê li dijî hîcaba bi darê zorê û mafên wan ên mirovî û nerazîbûna li dijî tundiya zayendî ya li ser jinan û keçan bi awayekî sîstematîk û berdewam. Ev her 3 pêvajo bûne mijara sereke ya gelek çapemenî, torên civakî, semîner û konferansên di navbera çalakvanên Kurd û Îranî û cîhanî de. Niha em şahidê diyardeyekê di asta giştî de ne ku behsa bandor û peywendiya geşepêdana wekheviya zayendî di aramî, aşitî û pêşketina civakê û refaha civakî de dike.

Civaka baviksalarî ya westiyayî û şerxwaz êdî nikare cîhanê pêş bixe û pêşerojeke geş ji mirovahiyê re bîne. Ji ber vê sedemê, divê em xwe wek mêr li vê dinyaya ku baviksalarî bûye sedema şer, wêranî û windakirina hêviyan û bi milyonan mirov li cîhanê bi sed salane bûne qurbanî, azad bikin. Dinyaya îroyîn pêdivî bi pêşxistina dibistaneke nû heye. Dibistanek ku armanca wê pêşxistina refaha civakî, pêşxistina edaleta civakî û aborî û wekheviya di navbera hemû endamên civakê de ye.

Ji bo azadîxwaz û têkoşerên mafê çarenivîsa gelê Kurd, divê pirsek hebe: Çima di civakên ku wekheviya zayendî, dadperweriya civakî û aborî tê de ava bûye û hesta bextewariya wan bilind e, standarda jiyanê û refahê baştir e? Lêkolînên li welatên pêşkeftî, di nav de welatên Skandînavî û Japon, nîşan didin ku di civakên ku polîtîkayên aborî û civakî û biryarên siyasî li ser bingeha wekheviya zayendî ne, mirov bextewartir in, tenduristiya giştî baştir e, aramiya civakî zêdetir e, û baweriya wan a civakî di her astê de heye. Li van welatan, xwesteka civakî ya hevpar heye ku rûbirûyê lêger û kêşeyên civakî bibe. Wêca ev pirsgirêkane siyasî bin yan jî bi gefên jîngeh û ekosistemê ve girêdayî bin. Di lêkolînên têkildarî têkiliya di navbera wekheviya zayendî û tenduristî û başkirina civakî de, tê dîtin ku her ku asta wekheviya zayendî bilind be, asta tenduristiya civakî û takekesî ya endamên civakê jî bilindtir dibe. Ji bo gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, pêşxistina wekhevî û tenduristiya civakî tê wateya bihêzkirina hêzên şerker û zêdekirina hêza berxwedanê ya li dijî dîktatoriyê.

Di civaka Îran û Kurdistanê de, çi li hundir û çi li dîasporayê, gelek kes tendurustiya xwe ya takî û civakî bi cureyê dahatê û rewşa abûriya xwe ve girê didin. Lê di eslê xwe de ev mijar bi asta hatinî û rewşa civakî re têkiliyeke nisbî heye. Civakên ku li ser bingeha têkiliyên sifir, nikarin pozîsyon û asta îstîxbarata xwe baştir bikin.

Mijara wekheviya zayendî ne tenê girêdayî wê ye ku jin bi wergirtina çend kursiyan di nav mêran de beşdarî biryarên siyasî bibin, lê ev mijar hewcehiyek e ji bo pêşxistina civakî di hemû astan de û pêşxistina kalîteya jiyana hemû endamên civakê, civak bi me mêran re. Di 50 salên borî de, welatên pêşkevtî bûne şahidê baştirkirina asta jiyanê û bextewariya civakî bi sedema hewlên ji bo baştirkirina asta wekheviya zayendî. Îro em şahidê wê yekê ne ku heta bandora serayê û germbûna gerdûnî jî nekariye pêşveçûnên aborî û civakî yên van welatan rawestîne û ev welat ji berê zêdetir bi biryar in di riya beşdariya jinan di hemû astên rêveberiyê de.

Sedema sêyemîn jî dîsa bi mijarên aborî û bazirganî ve girêdayî ye: Civaka ku wekheviyê pêş dixe, dibe şahidê afirandina derfetên aborî. Hejmara keşf, dahênan û dabînkirina ku di civakên pêşkevtî û wekhev de hatine tomarkirin, ji yên civakên nepêşketî û newekhev gelek zêdetir e.

Ji aliyê berjewendiyên mêran ve jî, ji ber van 3 sedeman pêwîstiya me bi pêşxistina wekheviya zayendî heye:

1: newekhevî dibe sedema geşbûna madî û windakirina nirxên menewî û mirovî.

2: Civakên wekhev li hember gefên derve xwedî hestek hevpar in. Ev jî dibe sedem ku civak bi dilxwazî pirsgirêk û kêşeyên hevpar çareser bike.

3: Lêkolîn nîşan dide ku di civakên ku ji wekheviya zayendî re rêz tê girtin, serokên wan zêdetir girîngiyê didin ser jîngeh û aramiya civakî.

 

Ji destpêka şoreşa “Jîna”yê ve heta niha me gelek gotar li ser pêwîstiya guhertina paradîgmaya civakî li Kurdistanê bihîstiye û xwendiye. Me gotinên gelek xweş û balkêş ji serkirdeyên xwe yên siyasî li ser piştevaniya wan ji bo wekheviya zayenda civakî li Kurdistanê bihîstiye, ku hebûna hejmareke kêm ji jinan li ser asta serkirdayetiya rêxistinên xwe wek serbilindî difiroşine nîvê din ê civakê. Lê rastiya meselê ev e ku bêyî pêşxistina wekheviya zayendî ya bi awayekî sîstematîk, plansazkirî û bi armanc, bi têgihiştina peyvê, em nikarin têkoşîna netewî li hemû astên civakê bi pêş bixin. Pêşxistina wekheviyê tenê bi hejmara endamên jinê di desteyên rêveberiyê yên rêxistinan de pêk nayê, lê pêwîstî bi perwerdekirin û têkoşîna li dijî her cure tundiya zayendî û sûcdarkirina her cure tundûtîjiyê li ser bingeha zayendî di rêxistinên siyasî û civakî de heye. Me kêm caran diyalogek li ser têkiliya di navbera pêşveçûn û wekheviya zayendî de dîtiye. Naskirina vê pêwendiyê kevirê bingehîn ê guhertina paradîgmaya newekheviya civakî, vekirina deriyê tevlîbûna tev jinan di têkoşîna azadiyê de û lezkirina guhertinên civakî ye.

Jêder: Equality, Sustainability and the Quality of Life. BMJ2010;341:c5816