Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yelda û Çwarşeme Sûrî, rojên xebat bi dijî kevnarperweriyê

11:11 - 25 Çirriya paşîn 2023

N. Nûredîn Sofîzade

 

Şêwreya Çanda giştî a rejîma wilayeta Feqîh navên “Şeva Yelda” Şeva Çille û “Çwarşeme Sûriyê” Kule Çwarşemiyê li rojmêra Îranê de reşkirin û bi diyarîkirina çend risteyan nave nû ji boy wan 2 boneyên dîrokî û çandî re diyarî kirin, niha şûnde dê nave Şeva Yelda yê dê bibe “Roja berfirehkirina çanda mêvanî û têkiliya digel xizm û lêziman, û nave Çwarşeme Sûriyê jî dê li rojmêra Îranê de bê guherîn bi roja rêzgirtin ji Cînaran.

Ev 2 boneyên dîrokî û çandî belkî sedan sale di nava netewên akinciye Îranê û heta welatên herêmê de jî bi navên xwe û kultûra taybet bi xwe hatine naskirin û li ser dev û ziman û hizra xelkê de cih girtine, cehda rejîma dictator ji boyî lêdan û jinavbirina wan boneyên dîrokî û çandî, kiryareke ji boy asmîlasyon yan helandina çand û kultûra gêlên Îranê û dûrxistina xelkê ji wan boneyan û sepandina îdolojîk û hejmoniya kevnarperweraneye xwe.

Gerçî Şêwreya Çandiye rejîmê piştî bertek û dijkiryarên xelkê û xebatkarên navxwe û derveyî welat, bi belavkirina daxûyaniyekê ragihand ku nave wan 2 boneyan nehatine guherîn, belkî boneyên din di wan rojan de hatine diyarîkirin, lê hemî xelk baş haya wan ji pîlan û nexşê qirêj û armanca wê a veşartî heye.

Netewên Îranê gelek baş dizanin ku rejîm dixwaze ne tenê nave wan boneyan, belkî xudî wan boneyan jî ji hole rake, çimku rejî dijî heçî çand û kultura dîroka netewên Îranê ye û deshilatdarên wê rejîmê û bitaybet rêberê dîktatore rejîmê dijayetiya xwe li gel heçî boneyekî dîrokî neveşartine.

Gelek mêjveye ku rêberên rejîmê gotine ku şadî û xweşî û devra hev kombûna xelkê hermae û digel îdolojiya wê rejîmê yêk nagirin.

Elî Xamineyî yê Dîktator û axund û deshilatdarên dine ye rejîmê ji Agir û Govend û şahiya xelkê ditirsin, lewra berdewam gotine ku Agir hermae û ligel mercên îdolojia wan hev nagire, gelek caran ji bona rewayetî dana bi wan gotinên xwe hevara xwe bo Ol û Mesheb û Îslamê birine û gotine Agir dijî Îslamê ye û çanda Agirperestane.

Ji aliyekî dine jî rejîm hertim ji kombûna xelkê û heta ji kombûna xizm û lêzim û çend malbatan bi armanca derbaskirina demekî xweş û şad jî ditirse, wê rejîmê ev 45 sale ku berewam cehd kiriye pêşya şadî û xweşî û dengê sitran û muzîkê û govend û dîlanê û hemî xweşiyên xelkê bigre û çanda şîn û tazî û reşik û girînê û xwe danê û xudûkiyê û xembariyê bi ser xelkê welat de bisepîne.

Rejîm niha bi vê hindê jî nesekiniye û cehda ji hole rakirina boneyên dîrokî û kulturiye xelkê de ye, lê bi wan bertekên ku li wê derheqê de heta niha hatine dîtin, xûya dibe ku netewên Îranê ji bona xwedî derkevtin û parastina çanda dîrokiye bab û kalên xwe dê li hember wan pîlan û armancên qirêje rejîmê de bisekinin.

Bê guman rejîm hindî ku ji wan boneyan û nave wan ditirsiya, niha bi cehda guherîna nave Şeva Çile û Çwarşeme Sûriyê, dest bi bizvandina hesta xelkê biriye û dê bertekên xelkê û dijberiya wan li şeva Yelda û Çwarşeme Sûriya îsal de bikne şoreş û berxwedan û zêdebarî pêşwazîkirin ji wan boneyan weke adetê dîrokî, dê ji boy dijayetiya rejîmê û cehdên rejîmê, çend qat zêdetir û bi gortir, wan boneyan bikne hêcet û çavê rejîmê û rêberên wê pê kor bikin.

Rejîma dictator û kevnarperwere Îranê hebxwe ji heçî kesê baştir dizane ku ev cehdên wê betalin û naçne serî, çikû wê rejîmê ev yêke bi salane ceribandiye û baş dizane ku serkevtin bidest ve neaniye. Rejîmê çend salekan beriya niha nave roja “Sêzdebiderê” guherî kire roja “Tebîet” anku Sirûşt, lê heya îro rojê jî ti kesî ji xelkê Îranê ev nave diyarîkirî yê rejîmê di cihê roja Sêzdebiderê de bikar neanîne. Ku wisaye xelk ne tenê nave diyarîkirî ji aliyê rejîmê ve bo Çarşeme Sûriyê û Şev çile bi kar naînin, belkî xelkê azadîxwaz û netewên Îranê kerbê rejîmê re dê wan boneyan, ji boneyên dîrokî û kultûrî ve bikne rojên xebat bi dijî wê rejîmê.

Rejîmê li rastî de ev 2 bonane jî weke zef bonên dine bo mînak cejna Newrozê bo xelkê re kirne rojên xebat û berxwedan û dijayetiya digel xudî rejîmê. Ez baverim tu opozîsyon û dijber û xebatkarekê renge bi wî awayî hesta xelkê bi dijî rejîmê bibizivîne ku niha rejîmê ev hêceta dayî dest xelkê, li rastî de weke bangewaz û daxwaz kirin ji xelkê be ji bona hindî zêdetir bi germ û gurî vex elk ber bi pêşwaziya wan boneyan ve biçe û pîroz bike. Ev gotine bila bête tomarkirin ku emê îsal bibînin ku heçî kîjan ji navên Şeva Yeldayê û Çwarşeme Sûriyî dê weke dirûşmên ser zar û zimanê bi milyonan Keç û Kurên şoreşvan bi dijî rejîmê dê bête bikaranîn û kombûnên hindî zêdetir şade xelkê li Yelda yê de, û Agirê peşqel û şadî û govenda Çwarşeme Sûriyê kela dîktatoriya Xamineyî bêxe lerzînê.

Rejîma Komara Îslamî, dujminê sondxwariye xelk û netewên Îranê ye û dijî çand û kultûra hemî netewan e, û ev cehda rejîmê jî tenê bo selimandina vê rastiyê ye û vedigere bo sepandina kultûra paremayîyane û nezaniya wê, ma karîn Newrozê qedexe bikin, ma karîn govend û muzîkê qedexe bikin? Ma karî adet û tîtalên xelkê ji nav bibe? Ma wan 45 salan de bi hemî cehda xwe ve, karî îdolojiya paremayî a xwe bi ser xelkê de biqebûlîne? Ku wisaye ev pîlan û armanca rejîma dijî gelî jî tiştekî betal û bê bandore û eva ku ez pêşbînî dikim dê bibe kevirekî req li nav serê rejîmê bigre.