Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye û Azerbaycan korîdora Laçînê jî ji Ermenistanê dixwazin!

12:53 - 26 Çirriya paşîn 2023

N. Eskender Ceiferî

Êdî NATO zêdetir destê xwe davêje nav karûbarên Ermenistanê, û Tirkiye û Azerbaycan bi zimanekî tund dibêjin ku ew dixwazin korîdora Laçînê jî dagir bikin. Ev zêdetirî salekê ye ku Azerbaycanê bi piştevaniya Tirkiyê dest daniye ser beşeke zêde ji axa Ermenistanê. Ji destpêka 2023'an ve heya niha jî,  ji bilî Artsaxê, ew dixwazin dest danîn ser hin navçeyên din jî. 
Artsax, Nagorno Qerebax an Qerebaxa Jorîn an jî Komara Qerebaxa Çiyayî, ku wek Artsax jî dihat naskirin, dewletek bû ku di asta nevnetewî de bi fermî nedihat naskirin. Li gor saziya Neteweyên Yekbûyî, ewder, perçeyek ji axa Azerbaycanê ye. Lê di rastî de ewder wek dewleta DEFACTO ji Azerbaycanê veqetiya bû. Ew, heman dewlet bû ku Azerî û Tirkan têk bir.
Komara Nagorno Qerebaxê yan jî Artsax li başûrê rojavaya Azerbaycanê ye. Ew li rojhelat bi Azerbaycanê re û li rojava jî bi Ermenistanê re hevsînor e.
Ji ragihandina serxwebûna di 1991'an vir ve, zimanê fermî yê Qerabaxê, Ermenî bû. Lê piştî ku Azerbaycanê dest danî ser vê navçeyê, Azerî kire zimanê fermî.
Tevî ku heşîmeta herî zêde ya vê navçeyê Ermenî ye û hinek Kurd jî li wir dijîn, lê di rastî de ne kesek pişta Kurdan digire ku ew li wir bibin xwedî maf û ne jî kesek bi eşkere pişta Ermeniyan digire. Saziya Neteweyên Yekbûyî ku weke saziya ji bo parastina mafên neteweyan tê binavkirin, ji bo parastina mafê Ermeniyan li wir tev nagere. Rast e li wir şerê Kurdan nayê kirin, lê belê şerê Ermeniyan û hemû wan pêkhateyan tê kirin ku li dijî serdestiya Azerbaycanê li wir tev digerin.
Mijar kûr dibe û di rojên derbasbûyî de Tirkiyê bi awayekî eşkere ragihand ku ewê li hemberî Ermenistanê di eniya Azerbaycanê de bin heya tevahiya navçeyan ji destê Ermenistanê yan jî wê dewletê derxînin ku tenê Ermenitsan li pişta wê ye.
Li gor serjimêriya herî dawî ya Ermenitsanê ku sala 2011'an hatiye encamdan, li wî welatî bi giştî nêzîkî 38 hezar Kurd dijîn ku ji 35 hezar kes ji wan re Êzidî tê gotin û ew 3 hezar kesên din jî wek Kurd hatine binavkirin. Helbet tê gotin ku Ermenistan jî qet li mafên Kurdan mikur nehatiye. Lê belê di vê navberê de pirtirbûna heşîmeta Ermeniyan li wê herêmê, nîşan dide ku ev herême, mafê Ermeniyan e. Ji xeynî hin gund û deverên biçûk ên Azeriyan, lê belê deverên din hemû yan jî piranî Ermenî ne.
Li Azerbaycanê jî ji Kurdan re tê gotin Azerî. Li wir qet zimanê Kurdî bi fermî nehatiye naskirin.
Di vê navberê de hin welat jî hene ku dixwazin rewşê aram bikin. Amerîkayê ragehand, ku çekdarên Sûrî ji Lîbya re hatine veguhestin û ew bûye sedema alozî, şer û kuştinên zêdetir.
DYA herwisa Tirkiye hişyar kir û ragehand, şandina çekdarên Sûrî bo şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê heman alozî û şer û kuştinên li Lîbyayê dê li wê navçeyê jî dubare bike.
Beriya niha jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehandibû, heta niha hejmara çekdarên Sûrî li Azerbeycanê geheştiye 850 çekdaran û bendewarî hene hejmarekî zêdetir a çekdaran ji aliyê Tirkiyê ve bên şandin. Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de bi dehan çekdarên Şûrî yên ku Tirkiyê ew şandibûne şerê Ermenistanê, hatin kuştin. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, di çend rojên borî de, 36 çekdarên Sûrî yên ku Tirkiyê ew şandibûne eniya şer, hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Wê saziya sivîl da zanîn, bi giştî heta niha 64 çekdarên Sûrî li Qerebaxê hatine kuştin.
Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê 1200 çekdarên Sûrî şandine şerê Qerebaxê.
Hevdem serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan bang li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe nexe nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Nagrono – Qarabaxê. Ev hişdarî ya ji aliyê Serok hikûmetê Ermenistanê ve di wî çaxî de hat ku şer di navbera Ermenistanê û Azerbycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kiribû.
Balyozê Ermenistanê li Moskovayê Fardan Taganyan jî daye zanîn ku Tirkiye 4 hezar çekdarên Sûriyê bo şer li dijî Ermenistanê bikin bo bereyên şer ê Azerbaycan û Ermenistanê şandine.
Herwiha Fardan Taganyan tekez jî kiriye Tirkiye wan komên tûndrew ê Sûriyê perwerde kirine û dixwaze wan di şerê li dijî Ermenistanê de bikarbîne.
Îranê helwesteke cuda hebû û tenê dixwaze berjewendiyên wê parastî bin.