Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîsma rejîma Îranê tu carî bi dijî xebatkaran nesekiniye

12:55 - 26 Çirriya paşîn 2023

N: jêhat

Herwekî li daxûyaniya Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat de hatibû, roja 25ê Xezelwerê endamekî Hizbê bi nave Sohrab Rehmetî ku hevdem karê dadweriyê jî li dezgeha dad a Herêma Kurdistanê de dike, li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê kevte ber êrîşekî terorîstî û bi derba Gulleyan birîndar bû. Renge bo gelek kes û aliyan pirsyar be ku çima ev kiryara terorîstî bi armanca kuştina Sohrab Rehmetî hatiye encamdanê û dibe aliyê êrîşber û terrorist kê û çi aliyek be?
Bersiva pirsyarên han de divê bibêjin ku, Ev xebatkarê Demokrat ku bixwe Qaziyê Dadigehê ye, çendîn perwendên peywendîdar bi kar û kiryarên terorîstiye rejîma Îranê bi dijî têkoşerên Kurd û xebatkarên Hizba Demokrat, kêşabûne ustiyê xwe û li encama lêkolîn û pêregeheştina wan perwendan de, her hemiyan de hikmê dadigehê bi dijî rejîmê û mehkûmkirina terorîstên rejîmê lê kevt.
Ev yeka jî bo rejîma terorîst û terorîstên wê, gelek giran û tehl bû. Lewma rejîm kevte fikra pîlana terorkirina wî qaziyê Kurd û tol vekirina ji wî bi hegera wan hikm û mehkûmiyetên rejîmê û aşkera kirina kiryarên terorîstiye wê.
Ji aliyekî dinê jî Sohrab rehmetî endamekî têkoşere Hizba Demokrat û kesekî xûya û xwedî bandore û lewma rejîma Îranê herwek çavan li derbasbûyî de sedan xebatkarên rojhilatê kurdistanê li Başûrê Kurdistanê de teror kirine, cehd kir ku wî xebatkarî jî teror bike.
Bi keyfxweşî ve ev endamê Hizbê û Qaziyê xwedî bandor ji vê kiryara terorîstiye rejîma Îranê karî bi saxlemî xelas bibe û tenê bi derba gulle birîndar bibû û bê guman piştî nojdariya birîna xwe dê berdewam be li ser kar û xebata xwe a siyasî û herwisa li ser berdewamiya lêkolîn û aşkera kirina pîlanên terorîstiye rejîma Îranê bi dijî xebatkaran.
Teror û çêkirina xof û hovtiyê ji aliyê rejîma terorîstperwere Axundî, nikare xebatkarên Kurd ji xebat û berxwedanê sist bike û wan çavtirsandî bike.