Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavê dera, xweliya sera

11:48 - 11 Çirriya paşîn 2023

N. Rostem Cihangîrî

 

Hemû leyek kêm û zêde li ser şerê Ereb û Îsraîlê dizanin, nêzî heştê salan e ku ew du neteweye bi bidestxistina zêdetir bandorê bi ser ewê din bike heye, livê xerîta Rojhilata nawîn de du Netewên sereke weke Cihû û Ereb dijîn, bilî wan jî  hinek Olên din jî li wê xerîtê de dijîn.

Lê mesala eslî ewe ku şerê du netewan e li ser axê, herwek dizanin ew şerê hanê nêzîkî heştê (80) salane didome, sala 1967an ku leşkerê Îraq û Sûrîyê û Ordonê li ser daxwaza bi hevara welatê misrê ku Cemal Ebdulnasir serukê wê demê yê welatê Misrê bû çon, lê ewane hemû pêkwe di şerê ligel Îsraîl de şikan, şikanek ku hisyeta Eraban şika, ya ku bi kurdî dibêjin: hetka Ereban nema, hemiyan nekarîne welatê teze pêkhatî ye Îsraîl.

Ev şere bi şerê şeş roje hate binav kirin ku hemû Ereb têdabûn û dîsan li heyamê şeş rojan de têk çon, li wî serdemî de Rêkxistana Netewên Yêkgirtî bo çaresera kirîza navbera Ereb û Îsraîl, qirar istand ku du dewelt pêk bên, bo herduk netewan. Anku bo Îsraîl û Felistînê, lê mixabin wî serdemî de dewletên Ereban û Rêxstina Azadîxaze Felistînê ew yêke qebûl nekirin, ragehandin ku ew axa axekî miqedese tewî ti aliyekê parve nakin. Bixasmanî bi Cihû yan re hernakin. Bo agahiyên xandevanên Agirî dewleta Îsraîl wê demê ew qirara Rêkxirava Netewên yêkgirtî qebûl kir, lê herwk li serê amaje pê hat kirin, welatên Erban ewe nepejirandin, Îsraîl bi ser Erban û bixasmanî bi ser felistîniyan de serkevt, li şerde dest biser piraniya axa ku Felistînî têde nîştecî bûn girt, bi hezeran Felistînî aware û derbiderê welatên Erbî û dunya yê bûn, îdî şansê pêkhatina dewleta Felistînî bi tewahî ji nav ço.

Slaên 90an de dewleta Îsraîl bi hevlekî çareserî bi Rêkxistana azadîxaze felistînê re ketine diyalogê, gehiştine çareseriyeke baş, qirara aştîyê li jêr çavedêriya dewleta Amerîkayê, li Kempdêywîdê li cem herduk serokên Îsraîl bi navê Îshaq rabîn û Yasir Erefatê serukê Felistîniyan ve hat Îmzakirin, herduk aliyan li ser du dewletan bo wê dewerê anku bo gelê Îsraîl û Felistîniyan rêkevtin. Ji alyê dewleta Îsraîlî ve hemû şar û gondên ku Erbên Felistînî ve hatibûne çol kirin, radestî Rêxistina Azadîxaz kirin, idî ev hiviye hebû ku bikarin bigehne çareserîa giştî.

Ev yêka ji aliyê dunyayê ve bi germî hat pêşvazî kirin, xelata Nobelê seba wê aştiyê pêşkêşî serokê Felistînê Yasir Erefat û serokê Îsraîlê Îshaq Rabîn kirin, tewî hemû wan guhertinkariyan li bizawva aştîyê de, mixabin li herduk aliyan tûndajoyan ev yêke qebol nekirin, li Îsraîlê tûndajoyekê, serokê welat ku îmzakerê wê aştîyê bû, anku îshaq Rabîn teror Kirin, û li vê demê ve idî îdara dewleta Îsraîl kevte destê tûndajoyan û diyar bû çareserî idî dê bizehmet be.

Aliyê Felistînîyan jî her wesa bû, destê derekî keten ava wan û xwasta ji navbirina Îsraîl û gelê Îsralî zêde bû, hinek welatên Erebî ev yêke qebûl nekirin, lê yaherî girîng ewe bû ku destê rejîma komara Îslamî a Îranê kevte nava Felistîniyan. Cuda bûn û şeq bûn kevte nava wî gelê bindest û belengaz de, girûpên Îslamî weke Hamas û Cîhada Îslamî bi piştewaniya komara Îslamî çê bûn, rewşa wî gelê belalêdayî roj tewî rojê berbi xirabiyê ve ço. kar gihîşte wê astê ku bi fîtna Îranê şerê nawxoiy li nava Felistîniyan de çê bo. Sîstima du îdarî li nava Felistînê çê bo, Xeze bitewhî kevte destê girûpên Îslamî bixasmanî Hemasê. Îdara dine jî li dewera rojava girte destê xwe.

Bi kurtî wiha xûyaye hetanî destê derekî, bixasmanî destê Îranê nehê birîn, çareserî bo mesala gelê Felistînê eger nebêjîn çê nabe bigire gelek asteme.

Hemû însanekî aqil niha dizane ku asta hêza Îsraîl çendîn beranberê hêza vane. Min serî de îşare bi vê yekê kir ku salên 1960tan de hemû Ereban bi hemû hêzên eskeriye xwe nekarîne dewletwkî teze pêgehiştî, yan pêkhatî, niha piştî zêdetir ji 60 salan dê çavan bikarin wê dewletê bi rêkên şer têk bişkênin? Îsraîl niha digel Îsraîla wê demê  gelek ferq dike, hêza eskerî li hemû hêzên Ereban û bi giştî hemû dewletên Rojhilata nawîn bi qawetire. Lê Îrana şerxaz û Îslamiyên tundajo ev yêke berçav negritin, yan Îranê ev kare wate êrîşe bi Hamadê kir, xwejî da paş. Ew qewlên ku Îranê dane Hmasê ku heger şer çê be, emê pişta we bigirin, hemû hêzên bisilmana pişta we dibin, her li rojên Ewilî derket ku hêzên bisilmanan tnê bi qise û gef xarin pişta Hemasê û Cîhada Îslamî ne. Şerê niha bi êhsas û gefan nabe, dibe bihêz be û bi kiryar bêne meydanê. weke dîyare Hemas kevte wê dawê. Îran neço nava şerî, welatên rojava, bixasmanî Amerîka bi hemû hêza xwe ve hatine pişta Îsraîlê girtin, Îran her ku ewe dît, her li roja duyê de rêberê tirsinoke rejîma Îranê hate pişt tirîbûnê û ragihand em têde nînin. Ewa ku hatiye kirin, gelê Felistînê tenê bi serê xwe kiriyê. Ez li ser vê baverê me hingê bû ku Hamas û Cîhada Îslamî li wê meydanê de mane tinê.

Alîyê Îsraîlî jî bi hizra min gelek li mêj bû ku li derfetekê digeriya ku tesfîye hisabekê tewî mesela Xezê û Hemasê bike. Lê derfet nebû bi raya gelek çawedêrên siyasî ku bi hizra min jî gelek li rastîyê nêzîke ewe ku Îsraîl mihtacê Hilûkastekî bu, ku meslê yêk sere bike, Hemasê û Îranê ew hêcete dane Îsraîl, îro rojê em dibînin ka çi tête serê gelê belengaze Felistînê. Bi gotineke dîke xwîn û malwêranî li Felistîniyan diçe û Îran dixaze bibe terefê kasibiyê.

Bo çî Îrna di cihê wê hindê ku biçe hevara Felistîniyan, tenê bi qise û hat û hûtê mezende dike? Bikiryar ti karekî dîke nake? Bi hizra min helwêsta welatên Rojavayî û bixasmanî Amerîka, rejîma Îranê zanî heger pêngavekê bihavêje, ewa hete serê Sedam Husêyn, dê bête serê van jî. Çimku Îran baş dizane ku nava gelên Îranê de ti cihpê û nifûsek nine. Eger tûşî şerekî mezin bibe, ne tenê gelên Îranê pişta wê nagirin, belkî, dê dijî wê jî raperin, Seba wê hindê tinê bi hat û hûtê dixaze bêje ku şer dê mezin be. Yan rojhilata nawîn bi hinek hêzên nîyabetiye xwe hinek teq û reqekê wê bikin, dê tewaw bibe, ti welatekî Îslamî li serveyî hemiyan jî Îran xwe têkelî wî şerî nakin. Heger Îsraîl û Amerîka ewî têkel nekin. Ya diyare ne Îsraîl û ne jî Ameirîk wê hindê naxazin.

Mixabin tenê xwîn û malvêranî û derbidrî bo gelê Felistînê dimîne.

Felistîn dibe bixwe qirarên xwe bide, çavê van bi destê xelkê nebe, tenê ew dibe qazanic û berjewendiyên xwe biparêzin.