Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kê bi şer û malvêraniya Hema û Xezê keyfxweşe û geheşte armanca xwe?

13:30 - 12 Çirriya paşîn 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Ezê bi vê pirsyarê bêxme ber raya we xwendevanên hêja, ku di demekê de Xelkê Xezê şev û roj di bin bombe û agir û asin û barûtê de ne û xwîn live dibare û mezintirîn malvêranî bi serê wan de hatiye, Zarokên Xezê birsî û tênî û derbiderin, tirajîdiyayek ku wîjdana mirovatiyê dihejînê,  erê gelo kê û bi çi armancekê ev yêke bi ser xelkê Xezê de anî?

Renge hinek kes di bersiva wê pirsyarê de bi lez bibêjin ma kê heye nezane ku sebebkar ku ev malvêraniya hatî serê xelkê Xezê, Hemas e. Lê renge cihabekî sava û sade û sanahî û berçav ev beî, lê bo peyda kirina bersiva rastîn dive em hinekê bi hûrî aliyên cudaye wê pirsê binêrin û ez hivîdarim ku bikarim di vê nivîsê de bersiva hewce zelal bikim.

Herwekî her kesek dizane rejîma terorîstperwere Îslamî a Îranê make û avakerê terorîsma navdewletiye û bi armanca berfirehtirkirina îdolojiya xwe a paremayî û ku bikare pelan bihavêje her derê cîhanê û bitaybetî nawça Rojhilata navîn, dehan girûpên tundajo li welatên cuda cuda de çêkirine û li demekê de ku xelkê Îranê birsî û bêkarin, rejîm bi serwet û dahata xelkê Îranê wan girûpan têr û teyar û çekdar dike.

Rejîma Îranê heçî dema ku xwastibe ev girûp ji bona armancên xwe bikar anîne û şerxazî û pîlanên xwe û bitaybet alozî çêkirin û şer û tevdanî û nehêminkirin bi wan girûpan daye kirin.

Bo peydakirina bersiva pirsyara xwe, ku kê ev malvêranî bi serê xelkê Xezê de anî, her ev hinde bese ku em bala xwe bidne sardana Îsmaîl Heniye serokê Hemasê 2 caran tenên li heyama wî şerî de.

Gelek bi zelalî xûyaye ku Hemasê ev şere bi fermana rejîma Îranê û Xamineyî destpê kir û piştre û ji tires egera derba Îsraîl û Amerîka re, xwe jê nekire xwedî û sardana Heniye jî bo Îranê vedigere bo ser gazinde û hevar birin bo hatina îranê bi alîkarî yan piştgîriyê.

Hemî welatên erebî gelek baş dizanin ku rejîma Îranê ev yêke bi Hemasê da kirin, lewma ti yek ji welatên Ereban ne tenê piştewanî ji Hemasê nekirin, belkî awayê êrîş û cinayetên Hemasê birne jê rexnê û tenê ewa ku heta niha wek helwêsta Ereban xûya bûye, daxwaza ragirtina şer dikin.

Başe Armanca weşartiye rejîma Îranê çi bû?

1– Bala raya giştî a cîhanê bo ser wî şerî bikêşe û buyer û cinayetên xwe li nava Îranê de perdepoş bike û ji bîra xelkê û mediayan bibe.

2 – Xwast Hemasê bikar bîne û jêvebû ku dê bikare wekî xwediyê Hemasê û li role naybençî de, bo guherîn û berdana êxsîrên ku Hemasê li Îsraîl girtibûn û biribûn, di gel Îsraîl û Amerîka bikeve danûstandinê û di vê navberê de box we jî û bi armanca kêmkirina givaşan li ser xwe, çûr û imtiyazan vergire.

3 – Têkdana pêvajoya asayîkirina peywendiya Îsraîl û welatên Erebî.

4 – Bêje Amerîka û Rojava ku ez hinde bihêzim ku mudîriyeta nawça Rojhilata Nawîn li destê min de ye û çi tiştek bi bê hez û rizamendiya min ser nagire û nikarin hisabê li ser min nekin.

5 – Hisaba xwe wisa danabû ku ger Îsraîl bersiva Hemasê bide û dest bihavêje êrîşê, hekî welatên Erebî jî pişta Hemasê negirin, aliyê kêm dê dê girûp û milîsên girêdayî bi rejîma Îranê ku nanê hemiyan li ser sifrika xelkê Îranê ye, dê pişta Hemasê bigrin û hinge Îsraîl jî dê ji tirsan de zû şer ravestîne û teslîm be hinge rejîma Îranê weke xwediyê wan girûpan dê xwe serkevtî û Îsraîl jî şikestxwarî bide zanîn.

6 – Rejîma Îranê ku li ser îdolojiya meshebiye Şîeî 12 Îmamî hatiye avakirin û nivya heşemeta Suniye nava Îranê jî qebûl nine û ji heçî mafekî bêpar kirine, Hemas jî ku li ser bavera Olê Suniye, bo rejîma Îranê re xemekî mezin nebû ku hekî bi temamî jî ji nav biçe û bibe qurbanî û xelkê Xezê jî ku Sunî ne, hemî bêne kuştin û bajar û male wan bêne kavilkirin jî, ne tenê nabe cihê nerehetî û xema rejîmê û rêberê vê, belku bi destê Îsraîl karek kiriye ku hebxwe li nava Îranê de digel Suniyan dike, Mînak jî kuştara Belûçan, fermana cîhadê bi dijî Kurdan, girtin û sêdaredana bavermend û mamostayên Sunî, îzn neda bi çêkirina Mizgevtekê li Tehrana 20 milyon kesî de bo Suniyan û gelek mijarên din.

Bê guman ne tenê rejîma Îranê xema Xezê û Hemasê de nine, belku gelek jî ser dilê wane.

Rejîma Komara Îslamî ewa ku îro anînî ser Hemas û Xezê de ku jiyan û heyî û neyî a wan têde birin û wîn dibare, rast bi pîlan û çêkirina Girûpa terorîstiye Daîş ê ev yêk anîne ser xelkê nawşên Sunî li Îraqê de jî û jiyana wan bo dehan salan paste zivirandin û rejîma Îranê tola şerê 8 saleye Îran û Îraqê û Sedam Husyên li xelkê Mûsilê û Suniyan vekirin.

Ewa ku îro rejîma Îranê û Xamineyî anîne ser Hemasê, tola vê hindê ye ku dema xelkê Sûriyê bi dijî malbat û deshilata Esedê dictator serhildan kirin, Îran û Qasim Silêmanî vê demê daxwaz ji Hemas û Hizbullahê kirin ku bona parastina hikûmeta Beşar Eset ji sernixûniyê biçne Sûriyê, Tenê Hemas bû ku amade nebû li ser daxwaza Îranê wî karî bike.

Deshilatdarên rejîmê gerçi îro rondikên heram û direvîn bo Xezê û Hemasê dibarînin, lê di rastî de nikarin keyfxweşiya xwe veşêrin.

Di encamê de dibe bêjim ku aliyê kêm ev pîlan û direvên rejîma Îranê bo xelkê Xezê û hemî girûpên girêdayî bi Îranê re xûya bûye û hayîl naveroka direvîne wê bûne û dizanin ku rejîma Îranê gerçî alîkariya wan kiriye, bo disozî û xema wan de nebûye, belkî ev bikar anîne tenê bo armanc û pîlanê qirêje xwe û şerê Xezê ev ji xeflet û xewa giran hişyar kirin.