Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yûav Galant: “Hemas an dibe ji nav here an bê merc teslîm bibe”

10:11 - 2 Çirriya paşîn 2023

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê bi tekezî ragihand ku an Hemas dibe ji nav here an bê merc teslîm bibe.  Li demekê de ku Hemas ber bi nemanê ve diçe, Elî Xamineyî vê carê Hûsiyan bo şer digel Îsraîl han dide.

Wezîrê Berevanê yê Îsraîl, “Yûav Galant roja Çarşemî 10ê Xezelwerê, li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de li derheqê şerê ku li Xezê de berdewam e, bi tekezî ragihand: “Hemas an dibe ji nav here an bê merc teslîm bibe, rêyeke din nîne”.

Piştî xisarên giran ên Hemasê li Xezê û zêdebûna egera jinavçona yekcarî ya vê girûpê li şerê digel Îsraîlê û qurbanîbûna xelkê Xezê bo siyasetên qirêj yên rejîma Îranê, niha rejîma Îranê bi armanca qurbanîkirina xelkê yemenê, Hûsiyan bo şer digel Îsraîlê han dide.

Pîştî ku Hûsiyên Yemenê bi mûşekên Kurûz ên rejîma Îranê êrîş kire ser Îsraîlê û mûşekên wan li axa Ordon û Misrê de kevtine xwarê û şer digel Îsraîlê ragihand, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” bo çewtekarî û xapandina Hûsiyan û qurbanîkirin xelkê yemenê wek xelkê Xezê, li şerekî ku encama vê berî destpêkirinê xuya bû, ew şere bi şerê “Heq û Batil” binav kir û Hûsiyên Yemenê bo êrîêşkirina zêdetir bo ser Îsraîlê han daye.