Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina bêrûmetkirina mirovan

10:15 - 13 Çirriya paşîn 2023

N. Serbest Urmiye

 

Mafên mirovan hêdî hêdî yê dibe çîrokeke tal ya dîrokê. Piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê, welatên endam di NY’ê de biryar dan ku mirov bi hev re di cîhanek wekehev de bijîn û di 10'ê meha Kanûnê a sala 1948'an a Zayînî  de, Danezana “biryarnama” Mafên Mirovan ji bo jiyanek baştir hate pejirandin û îlankirin.

Danezana han destpêkek û 30 madde hene, ku naveroka vê şiroveya parastina mafên mirovan û wekheviyê di civaka mirovahiyê de dike. Piraniya welatên cîhanê û yek ji wan Îranê jî ev Danezan pejirandiye û li gor vê yekê dibe ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê jî parêzerê mafên mirovan be. Lê rastiya tal a dîrokê ji vir dest pê dike,  dema ku mafên mirovahî dibe goriyê siyasetê.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi eşkere hewil dide ku bi tepeserkirina neteweyên niştecihên Îranê û bêparkirina wan ji azadiyê di tev aliyên jiyanê de, ummeta yekgirtî ya îslamî ku di baveriya wan de bi ummeta olparêz a şî’ie tê şirovekirin ava bike. Ji ber vê yekê jî hemû dezgehên leşkerî û hêzên ewlekarî yên xwe erkdar kirine ku destan  ji ti tawanekê li dijî civaka mirovahiyê û bitaybetî li dijî azadîxwazên civakê neparêze. Ji bilî akincihên Îranê, hewlên rejîmê bo berfirehtirkirina îdeolojiya ummeta Îslamî, sînorên herêmê jî tevlîhevkirine û di hemû welatên derdorê xwe de jî bi terzekê dest bi ser jiyan û azadiya xelkê de girtiye û bi damezirandin û bihêzkirina bi dehan taqim û hêzên şerxwaz berdewam netenê gefê ji mirovahiyê dike, belkû rewşeke pir metirsîdar bi ser mirovên herêmê de sepandiye. Lê serbarê van hemû  rastiyan jî, Rêxistina Cîhanî ya Mafên mirovan bi çavên girêdayî yan renge mirov bikare bibêje ku bi zanebûn di kiriyareke xweser de, balyozê Komara Îslamî ya Îranê wek berpirsê konseya civakî ya vê rêkxistinê destnîşan kir.

Dema ku tê gotin di kiriyareke xweser de, ji ber vê ye ku serbarê vê yekê ku gellek çalakvanên mafên mirovan û yek ji wan Hillel Noir, parêzerê navneteweyî yê mafên mirovan û rêveberê desteya kargêrî yê Rêkxistina Çavdêriya NY’ê di warê mafên mirovan de, ev yek şermezar kir û da zanîn ku ew kiriyara han tê wateya bêrûmetkirina hezaran kesan ku bûne qurbaniyên tundûtûjî, lêdan, eşkence, destdirêjiya zayendî û kuştinê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve. Navhatî her wiha çalakiyeke mezin li dijî biriyara Rêkxistina Cîhanî ya Mafên Mirovan lidarxist û daxwaz ji ”Antonio Guterres” Sekreterê Giştî yê NY’ê kir ku biryara han ret bike. Lê bê encam ma.

Zelal e ku di cîhanê de hewlek heye ku mirovahiyê bike goriyê siyasetê. Eva ne gerra yekemîn e ku rêkxistina NY’ê û Mafên Mirovan hewil dane ku mirovên ku di çarçoveya Îranê de niştecî ne, bêrûmet bikin. Ji ber ku eva ne cara yekemîn e ku rejîma Îranê di asta cîhanî de endametî yan serokatiya sazî yan rêkxistineke cîhanyî ya girêdayî bi NY’ê wergire. Di sala 2021’an de jî, ji aliyê welatên endamên yên NY’ê ve, rejîma Îranê weke endam di Komîsyona “Rewşa Jinan”  de hate hilbijartin. Herçend ku piştî ku Komara Îslamî bi tundî dest havête tepeserkirina xwepêşandanan, nemaze di serhildana ” Jin, Jiyan, Azadî”yê de, ji ber pabendnebûna rejîmê û pêpeskirina eşkere ya mafên jinan, rejîm ji endamtiya vê komîsyonê hat dûrxistin. Serbarê vê hindê jî, di dema ku kuştin û serkutkirina xelkê nerazî di Îranê de di asta cîhanî de dengveda, civata Mafên Mirovan ji bo lêkolînê û bidestxistina rastiyan komîteyeke taybetû destnîşan kir  ku heya îro jî rejîmê rê nedaye komîteya han ku çi zaniyariyên zelal di vê derheqê de bidestvebîne .

Eşkere ye ku Rêxistina  Cîhanî ya Mafên Mirovan divêt ku heyamekê bi çavên girêdayî karê xwe bidomîne, da ku neçar nemîne ku bizane li çarçoveya cografiya Îranê de , mirov dibin goriyê siyasetên hovane yên rejîmekê ku derbasbûyeke xuya di înkarkirin û binpêkirina mafên mirovan de heye û heya niha bi dehan biriyarnameyên cîhanî derheq binpêkirina mafên mirovan de li dijî vê  rejîmê hatine pesenkirin û tenê ew welatek e ku çawdêreke taybet jê re hatiye diyarî kirin da ku rewşa mafên mirovan li wî welatî de bişopîne.