Piştî serdana Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê bo bajarê Yasûcê, kombûneke berfireh a nerizayetiyê ji aliyê xelkê ve li rûberûyê deriyê bînaya kombûnên fermî yên parêzgehê li dar xistin û bi zimanekî zivir, daxwaz derketina Mesûd pizişkiyan û destjikarnberdana parêzgar û berpirsên din ên rêjîmê kirin û bi hilgirtina benêrên bi nivîsa “Mesûd Pizişkiyan yek ji bikerên jinavbirina Dênayê nebe” kerba xwe ji rewşa û neşiyana berpirsên rêjîmê dane xuya.
Xelkê nerazî li derheq siyasetên şaş ên berpirsên rêjîmê ku bûne sedema bêaviyeke gelek dijwar û jinavçona jîngeha deverê lewma xelkê nerizayetiya xwe li hember çêkirina bendava Mandigan û Xirsan 3, dane xuya.
Herwisa xelkê nerazî gotinên tund rû bi Mesûd Pizîşkiyan gotin û durûşmên wek: “Pizişkiyan were derê û bersiva xelkê bide xwedê pişta te bişkêne” dan.
Herwisa jineke xelkê Yasûcê jî gotiye ku li dîroka 7 hezar saleya vê deverê de ti desthilatek bi ew qasê bê şerefî û bi ew qas dijîxelkî nehatiye dîtin.
Xelkê daxwaza destjikarberdana hemû berpirsên rêjîmê ên wek parêzgar, nûnerên meclîsa rêjîmê li bajarê Yasûcê û çendîn berpirsên din ên rêjîmê yên li kombûnê de kirin.