Pêka dawî raporên belavbûyî li roja 3ê Kanûna Pêşîn, “Pîrwelî Şeibanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sebzewarê, “Kêywan Şebexş” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bemê, girtiyekî ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kenganê û “Elî Kelhur” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de “Yûsif Cemşîdî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Benderebasê, “Sefa Cozîpûr” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gunabadê, “Emîr Îmamî” û 2 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, “Hisam Norûzî” û jinek ku nasnameya vê nehatiye zanîn li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê, hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja 3ê Kanûna Pêşîn, “Mehdî Cewanmerdî” li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê “Îman Murtizayî û Ebûfeyz Dawûdî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Simnanê de hatine bidarvekirin.
Roja pêştir anku Sêşemî 2ê Kanûna Pêşîn jî “Mihemed Nûrî, Husên Şefîizade û Xulamriza Behramî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Simnanê û “Şumal Mihemedreşîd û Erdelan Husênelî” yên xelkê bajarê Mûsilê li Başûrê Kurdistanê, li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hatibûne bidarvekirin.
Roja Dûşemî 1ê Kanûna Pêşîn jî “Ebdulla Berahûyî” naskirî bi “Seyîd Elî” û “Mêhrdad Espîd” li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê, “Husên Zemanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Durûdê û “Îbrahîm Tebrîzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Mihabadê de hatibûne bidarvekirin.
Li roja Yekşemî 30ê Çiriya Paşîn jî, “Sipêhr Goderzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Burûcêrdê û “Perwîz Rîgî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de hatine bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirinan wek alaveke tepeserkirinê li hember gelên li Îranê bi taybet li hember gelên “Kurd û Belûç” de bikar tîne.