Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Me amadehiyeke tevav bo berdewamkirina xebatê û heta xebata çekdariyê jî, heye

12:19 - 6 Kanûna pêşîn 2025

Îşare: Malpera Îngilîsîziman a “ Zî Amargî” hevpeyvînek digel rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kiriye. Li vê hevpeyvînê de hinek bas û pirsyar li ser rojeva siyasî a niha ya Rojhilata Navîn û Îranê û karlêkerî û bandora vê bi ser pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdustanê digel rêzdar Mistefa Hicrî hatine berbas. “Agirî” deqa Kurdî ya vê hevpeyvînê bo ve vediguaze.

Piştî 7ê Octobera 2023 a Zayînî, Rojhilkata Navîn pê avête qonaeke dîrokiya nû ku tê çavrêkirin hevpeymanî guherîn bi ser de bên û baladestiya hêza deverî ya nû cih bigrin, bi taybet Erebistan û Îsraîl. Şirovekirina te yê rêzdar bo Rojhilata Navîn a nû û pêgeha Kurd li wan guherîênan de çiye?

Her wekî te bi xwe îşare pê kir, hevpaymanî li Rojhilata Navîn de bi lezgînî guherîn bi ser de tê, lewma hêj rewşa siyasiya vê deverê, necihgîr e, lewma em bi hûrî nizanin ku guherîn rû bi çi aliyekê ve diçin, lê dûrdîmena deverê bi wan guherînên ji 7ê Octobera 2023 ve heta niha dibînin ku rû bi guherîneke kûr li vê deverê ve diçe û navenda vê guherînê, ez li guherîna rewşa komara îslamiya Îranê de dibînin.

Ev rêjîma ku ji destpêka hatina ser deshilatê li jêr siyaseta hinardekirina şoreşî bi xerceke malî û mirovî bi rêya milîsên ser bi rêjîma Îranê ên wek Hemas, Hizbullah, Hûsiyên Yemenê, rêjîma Beşar Esed li Sûriyê, bi bazinekî agirîn Îsraîl dorpêç kir, dest avête meyandina madên Navkî, hêza mûşekî û dironiya xwe roj bi roj berfirehtir kir ku bo 2 armancan bû, armanca yekem kawilkirin û jinavbirina Îsraîl û armanca 2ê dema ku ji aliyê aliyekî biyanî ve bikeve nav metirsî û gefan, wan milîsan wek berervanîker bi kar bîne.

Heta bûyera 7ê October, rêjîma Îranê roj bi roj zêdetir hêz û hêjmoniya xwe berfireh dikir û bi taybet li Rojhilata Navîn de bibû gefek mezin. Amerîka û Ewropayê li vê heyamê de gelek hewl dan ku siyaset û reftara vê rêjîmê biguherînin, lê wan bûyeran, rojava jî anî ser vê baweriyê ku siyaseta rêjîma Îranê nayê guherîn, lewma bo kêmkirina şiyana rêjîmê li hemû waran de pêngavên praktîkî hilgirtin.

Niha komara îslamiya Îranê berewajiyê berî 7ê Octoberê bi taybet piştî êrîşa 12 roje ya îsal a îsraîl û Amerîkayê bûye welatekî şikestxwarî û bêhêz, derbên giran bi milîsên ser bi rêjîmê kevtine, hikûmeta Sûriyê ku xulamokê komara îslamiya Îranê bû, bi hikûmeteke dijî komara aîsamî guherî ku niha digel Îsraîlê danûstandinê dike bo vê yekê ku tevlî peymana Îbrahîm bibe, Lubnan ku li destê Hizbullahê de bû, niha digel hevpeymanan bo çekkirina Hizbullahê hevdeng bûye, berdewamiya vê pêvajoyê (bêhêzbûna rêjîma Îranê) bi bêhêzbûna hêjmoniya rêjîma Îranê dizanim û her çiqas ev hêjmûnî kêmtir û bêhêztir bibe, hivî îstiqrara zêdetir li Rojhilata Navîn de bihêztir dibe û sîbera şer li ser kêmtir dibe ku bi qazanca rûniştiyên vê deverê û hemû cîhanê ye. Kurdistan jî ku li vê deverê de ye, bê şik li encama wan guherînan de dê qazanc bike bi wan mercan ku yekem siyasetên xwe, li rasteya wan guherînan darêje û Duyem li navxwe de li ser bernameyek niştimanî hevdeng bin û hev bigrin, hevdengiya Kurd li her beşekê de merca bingehîn e ku li encama wan guherînan de bo qazanca gel û niştîman e.

Îran heta şerê 12 roje, wek hêzeke xwedî bandor a devera Rojhilata navîn reftar dikir, lê niha rêjîma Îranê li pêşxistina şiyana navkiya xwe hem şikest xwariye, hem hêz û milîsên ser bi rêjîmê bêhêz û bê bandor bûn, hem şiyana mûşekiya vê hatiye sînordarkirin, bi hizra te yê rêzdar, gelo Îranê dê bikare careke din wegere bo pêgeha xwe a berî 7ê Octoberê?

Her wek li beşeke bersiva pirsyara yekem de min bas kir, ez wa dibînim ku niha piştî zêdetir ji 40 sal ceribandinên rêjîma Komara îslamiya Îranê ji aliyê welatên Rojavayî ve, êdî derfetê nadne rêjîma Îranê ku wegere rewşa berî 7ê Octoberê. Bi taybet ku gendeliya sîstematîk, kêmbûna wizeya berqê, kêmavî û xizmetguzariyên din ji aliyekê û daketina nirxa dirafê Îranê qeyrana bêkarî û teweroma hevdem digel tepeserkirina roj bi roj a zêdetir a azadiyan, kerb û bêzariyeke bê mînak li nav xelkê de li Îranê bi atybet netewên ne-fars pêk aniye ku ti baweriya wan bi rêjîmê nemaye, li asat herî serî ya desthilatê de jî, ew rewş niha bûye sedema pêkanîna dualîbûnekê ku bi aşkera bi dijî hev diaxivin.

We li sala 2015 a Zayînî de “Rasan” ragihand û çend çalakiyên serbazî jî we kirin li demekê de ku li vê demê de rêjîma Îranê li asta xwe ya herî bilind a bihêziyê de bû, lê li wan çend salên derbasbûyî de, çi li dema şoreşa jînayê û çi li şerê 12 roje de we heta astekê xwe ji çalakiyên serbazî bi dûr girt. Ev xwedûrgirtina, biryarek siyasiya starytejîkiya yekalîker a vê yekê ye ku hûn naxwazin şerê çekdarî dest pê bikin, an hûn ber hindê amade nebûn, ji vê yekê xatircem nebûn ku eva dikin, renge tê de sernekevin?

Me Kurdan an her yek ji netewên bindest bi atybet netewa Kurd li heyama temenê vê rêjîmê de zêdetirîn qurbanî li sekinin li hember rêjîmê de dane, lê ya rast ev e ku ti netewek bi tenê nikare rêjîmê biguherîne, bi taybet ku li derheq Kurdan de gelek kîn li dilê wan de hene, her tim amadeye bi her hêcetekê kîna dilê xwe bi ser Kurdan de birêje, lewma tevgera çekdariya me de xelkê gelek nirxên canî dida, lewma em dixwazin mil bi milê rûniştiyên li Îranê, xebata xwe, îca her cure xebatek bi dijî rêjîmê be- bidomînin, neku hemû giraniya barê nirxdana bo guherîna hikûmetê bêxin ser milê gelê Kurd, lê tevî ku me amadehiya tevav bo berdewamiya xebatê, heta xebata çekdariyê jî heye, em li zêdekirina asta vê şiyanê berdewam in. Rastiyek din jî li vê derheqê de ev e ku li vê serdemê de xebata medenî û rêkxiravî bi nirxdaneke gelek kêmtir a canî heye, lê karlêkerî û bandora vê zêdetir e û li civaka cîhanî de jî zêdetir tê erêkirin, lewma em niha zêdetir li ser vê cure xebatê kar dikin û geşê pê didin.

Li heyama wan 2 salên derbasbûyî de Îran û Îraqê bi beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn lihevkirinên ewleh bo sînordarkirina Hizb û aliyê Rojhilatê Kurdistanê, wajo kirine. Piştî cibicêkirina wan lihemkirinan, çalakiyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir hatine sînordarkirin, ma gelo metirsiya vê yekê li ser we nîne ku ev lihevkirinane we bi tevavî sînordar bikin?

Eva çalakiyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê ku li wan lihevkirinan de heta niha hatiye sînordarkirin, çalakiya çekdarî ye, şêwazên din ên xebatê ji aliyê her yek ji wan aliyan ve pêka şiyan û bernameyên xebata wan bi rê ve diçin. Lê komara îslamiya Îranê her bi vê yekê nesekine û givaşê bo ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê aniye ku li wî welatî de cihê me nemîne, lê me berxwedan kiriye, ez gelek bi dûr dibînim ku ji vê paşve ku desthilata komara îslamî li hemû deverê û Îraqê de bêhêz bûye li vê derheqê de serkevtinê bi dest xwe ve bîne. 

Bi balkêşandin bi qeyranên li pey hev ên Îranê, wa tê xuya ku rastî qeyran û bûyerên kûrtir bibe, wek mînak qeyrana avê. Gelo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ti beranmeyek qahîm bo rûberûbûn digel paşhatên wan qeyranan amade kirine û li egera guherîna siyasiya li paşerojê, bernameya Hizbê bo beşdarêkirin li avakirina jêrxanên civakî-siyasî a Îranê çiye?

Belê, me li kombûnên rêberatiya xwe de egerên guherîna desthilatê li Îranê de gengeşe kiriye û bo her guherînekê, me bernameyek bi wec diyarî kiriye û li ser kar jî dikin.

Li heyama salên derbasbûyî de, Navenda Hevkariya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê, tevî rexne, roleke girîng li rêkxcistin û rohnkirinên li ser daxwaziyên dîrokiya Kurd hebû, lê piştî serîhildana vê dawiyê, ev navend li piraktîkê de hilveşiya ye. Girîngtirîn astengên li ser rêya pêkanîna eniyeke yekgirtî li nav Hizbên Rojhilatê Kurdistanê de çine?

Navenda Hevkariya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê ku heyama 5 salan berdewam bû, pêngawên baş li pêşxistina xebata bi kom a Hizbên endam li vê navendê de hatine hilgirtin, lê bi sedema hinek pirsgirêkên navxweyî, paş kevt. Lê li heyvên destpêkiya îsal de Hizba Dêmokrat bo komkirina Hizbên Rojhilat li dora bernameyek hevpar bo careke din pêşdestiyek din kir. Bi keyfxweşiyê ve ev pêngava ji aliyê din ve pêşewazî lêhate kirin û heta niha çendîn kombûn li ser hatine lidarxistin û dîtingehên bo pêkanîna platformek hevpar bo karê pevre gelek nêzîk bûne, bi hizra min li paşerojek nêzîk de dê bigihîje encama dawî û ev hevkarîkirin dê dest pê bikin.

Piştî şoreşa “Jîna”yê, gelek hewl ahtine dan ku opozîsiyona Îranê bikare pevre pêngawên hevpar hilgire û alternatîveke siyasî pêş bêxin, lê nekarîn li ser alternatîvek bo paşeroja Îranê lihev bikin. Gelo pisgirêkên bingheîn çi ne ku heta niha jî nehatiye karîn li navbera xwe de paradaymeke nû ava bikin?

Li rastiyê de nebûna dengê bi kom li navbera hêzên Îranî yek ji sedemên bingehîn a li desthilatmana komara îslamî ye, nebûna vê dengê bi kom jî ji aliyek xelkê Îranê ji paşeroja Îranê piştî nemana komara îsdlamî nigeran kiriye, ji aliyê din ve ew aliyên navnetewî ku dixawzin alîkarder ê herifandina rêjîma Îranê ne, nizanin ku dibe digel kîjan aliyekê danûstandinê bikin. Bi berçavgirtina vê rastiyê û bi armanca tejîkirina valatiyê, Hizba Dêmokrat çend sal e digel Hizbên ku bibêjim Farsî, li gotûbêjan de ye, lê mixabin me ti serkevtinek bi dest neanî. Ez sedema yê yekê jî li vê yekê de dibînin ku li heyama 100 saslên derbasbûyî de sîstemeke dêmokratîk bo karê pevre li Îranê de nebûye ku xelk hînê diyaloga xwedîberhem û bifermînasîna aliyên beranber bike, lewma her yek ji wan aliyan tevî ku banghêjiya dêmokrasî û dêmokratbûnê dikin, li hundirê xwe de her yek dîktatorek in ku bi tenê xwe û dîtingeha xwe erê dikin. Armanca min ev e ku xelk hînê karê hevpar nebûne û hizbatî jî li vê sedsalê de azad nebûne. Lê li wî halî de jî, Hizba Dêmokrat li pêkanîna yekgirtina li navbera Hizbên netewên bindest ên Îranê wek Kurd, Ereb, Belûç û Tirkemen de serkevtî bûye. Çend sal e me yekgirtinek a bi navê “Kongireya Netewên Îrana Federal” pêk aniye. Herwisa platforemeke din a bi navê “Yekîtiya bo Azadî û Vekhevî li Îranê” ku me bernameyên hevpar hene, xebata bi dijî rêjîma komara îslamî berdewam dikin.

Helwîsta Hizba Dêmokrat li derheq hewldanên welatên wek Îsraîl bo bilindkirina hindek kesayetiyên opozîsiyonê ên wek Riza Pehlewî wek serokê aliyên opozîsiyonê çiye? Gelo ev destêverdan, bûne sedema bihêzbûna hevkariya li navbera opozîsiyonê, an dijhevî zêdetir kirine?

Em li ser vê baweriyê ne ku kesayetiya karîzma bi kar û tekoşîna berdewam, ceribandin û birêveberiya li nav xelkê de serî hil dide, neku bi banghêjiya ragihandinê an li jêr piştevanîkirina welatek an aliyekê. Riza Pehlewî li nav xelkê de nîne, xwediyê ti hizbek siyasî nîne, ti ceribandinek li birêveberiyê de jî nîne, tenê bi vê hindê ku kurê Hemeriza şah e ku xelkê Îranê 47 sal berî niha, hikûmeta wan herifand. Niha jî ku xelkê Azadîxwazê Îranê li wan heyaman de bi dijî rêjîma paşatî û komara îslamî dehan hezar qurbanî jî dane, careke din rêjîmeke paşatiyê ava nakin. Bi wan sedeman jî bûna wî rêzdarî neku her alîkarê vekhevî li navbera rêkxiravên opozîsiyon û xelkê nebûye, belku yek ji sedemên zêdetirbûna dijhevî li navbera wan de bûye.

Li demekê de ku Amerîkayê şiyana navkiya rêjîma Îranê ji kar xist, daxwaza lihevkirinê jî digel rêjîma Îranê dike û Donald Trump li hevdîtina digel “Mihemed Bin Selman” de ev yek dubare kiriye. Gelo Amerîka û welatên Ewropayê, bo vê ku li derheq paşeroja Îranê têgihîştinek ji hev hebe, ti civênek digel we de hebûne? Ev çawa dikarin li derveyê pirsa serbazî bibin sedema çareserkirina pirsa Kurd li Îranê?

Yek ji nigerniyên Amerêka û Ewropayê, nebûna vekhevî li nav opozîsiyona Îranê de ye û li encamê de nebûna alternatîveke cihê pesendkirin ji aliyê wan welatan û xelkê Îranê ye. Welatên Rojavayî, nizanin piştî herifîna rêjîmê rewşa Îranê dê bo çi aliyekê ve here, bi taybet wan ceribandinên sernekevtî yên alîkarîdanên bo herifandina hindek ji hikûmetên dîktatorî ên deverê ên wek rêjîma paşatî li Îranê, Beis li Îraqê û heta Efxanistanê jî heye, lewma ez li ser vê baweriyê me ku heta niha welatên Rojavayî nehatine ser vê bawerê ku bernameyek bo herifandina hikûmeta îslamî darêjin, belku hêj kar û tekoşîna xwe li ser danûstandin digel rêjîma Îranê û sepandina xwest û daxwaziyên xwe bi ser de tundtir kirine bo vê yekê ku metirsiyên bo ser deverê û berjewendiyên wan li dever û li wan welatan kêm bikin. Renge her bi vê sedemê be jî ku heta niha hewldaneke micid bo rûniştin û hevdîtin digel rêkxiravên opozîsiyona Îranê ku Hizba Dêmokrat jî yek ji wan e, bi armanca dariştina bername bo herifandina rêjîêma Îranê, nedane. 

Li heyama çend salên derbasbûyî de, bas ji hejmarek ji gotûbêjên fermî û nefermî hatiye kirin ku li navbera we û komara îslamiya Îranê de hatine kirin, bi taybet, gotûbêjên Osloyê, zêdetir bûne cihê balkêşanê. Gelo niha ti gotûbêjek digel komara îslamî bo lihevkirinê heye?

Rast e, em vê demê wek Navenda Hevkarî bi navbendçîtiya aliyekî Norwêjî amade bûn ku bi armanca peydakirina rêçareyek bi wec li ser daxwaziyên gelê Kurd gotûbêjan bikin, lê li pêvajoya kar de bo me aşkera bû ku armanca rêjîmê bi tenê hederdana demê ye û ti tiştek din nîne, li encamê de kar bi dawî hat û niha jî ti gotûbêjek li navbera me de nîne.

Hekî gotûbêj hebin, daxwaziyên bingehîn ên we ji komara îslamî çi ne da ku bikarin digel komara îslamî lihev bikin? Gelo we amadehiya vê yekê heye digel komara îslamî gotûbêjên aşitiyê dest pê bikin wek gotûbêjên aşitiyê li navber Kurd û dewleta Sûriyê û Kurd û dewlete Tirkiyê de bi rê ve diçin?

Daxwaziya me ji hikûmeta Têhranê ca her hikûmetek be, ev e ku wek niha, hemû desthilata Îranê li Têhranê de neyê qurixkirin, belku ev desthilata bê parvekirin, Kurd û netewên din ên cografiyaya Îranê bi şêwazeke yasayî, li birêvebirina hikûmeta Îranê de beşdar bin û desthilat û birêvebirina hikûmetên xwecihî ji aliyê nûnerên hilbijartiyên xelkê ve be. Zimanê wan netewan li deverên xwe de firmî be, çalakiyên hizban bi fermî bê naskirin, bi giştî bi hizra me, ev daxwaziyane li Îraneke dêmokjratîk, federal û skolar de dê bêne cî. Li vê demê de ye ku ev hemû netewane, Îranê bi milkê xwe dizanin û hemû bo avedankirin û pêşxistina vê tekoşînê dikin û tiştek bi navê navend û derdorî, namîne.